Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, di raporeke ku amade kiribû de ragihand ku gundê Nebî Hûrî yê Efrînê yê dîroka wî heta beriya zayînê 2 hezar û 500 salan diçe û di bin parastina UNESCO’yê de ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî ve bi makîneyên kar hat hilweşandin û berhemên dîrokî yên li gund hatin dîzîn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku dema hilweşandinê de gelek berhemên dîrokî hatine texrîbkirin û pêkanînên dewlet tirk ên li herêmê li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ye. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku sûcên ku dewleta tirk û çeteyên wê dikin ji sedî 25’ê wan hatine belgekirin.
Di dawiya raporê de hat ragihandin ku hilweşandina dîrokî didome û banga darizandina dîrokî hat kirin. EFRÎN