Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteyên dewleta tirk li Efrînê 11 sivîl revandin

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 19`ê tebaxê de ciwana bi navê Selwa Ehmed Şaşo (14) ji şêniyên gundê Dargirê yê navçeya Mabatayê ji mala wê ya li kolana Vîlat a li bajarê Efrînê, revand.

Çavkaniyekî taybet piştrast kir ku artêşa tirk a dagirker jina ciwan biriye baregeha xwe ya li gundê Amara yê navçeya Mabatayê û piştî 24 saetan bêyî diyarkirina sedemên girtinê, serbest berda.

Têkildarî heman mijarê, çeteyên Sultan Mihemed El-Fatih şêniyê bi navê Fewzî Neşet Hesen ji şêniyên gundê Gewrika Jorîn ê navçeya Mabata revandiye û biriye cihekî nediyar.

Di 8’ê tebaxê de istîxbarata dewleta tirk û polîsên leşkerî yên girêdayî wê, gelek şêniyên gundê Çolaqa yê navçeya Cindirêsê revandin. Navên kesên ku hatine revandin wiha ne; Hisên Abdurehman Osman (68), Izet Mihemed Osman (58), Xelîl Izet Osman (23), Mistefa Elûş (46), Osman Mihemed Reşo (65) û jina bi navê Ferîde Ebdo (35).

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku istîxbarata dewleta tirk ev kesên revandiye biriye navçeya Mabatayê. Heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Her wiha di 18’ê tebaxê de îstîxbarata dewleta tirk careke din 2 şênî ji gundê Çolaqa revandin û navên wan wiha ne; Mihemed Nûrî Şêxo (50) û Abdurehman Nûrî Şêxo (45) û çaranûsa wan jî ne diyar e.

Çavkaniyan bi bîr xist ku şêniyê bi navê Rocan Hisên (28) ji gundê Çolaqa ji beriya mehekê ve hatiye revandin û çarenûsa wî ne diyar e. EFRÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar