Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Çeteyên dewletê’ gefan li gel dixwin

Piştî peyamên gefxwarina li rêvebeên HDP’ê niha jî li Qelqeliya Wanê û gundan komeke faşîst a xwe bi navê ‘Em dewlet in’ didin nasîn, gefan li gel dixwin ku dengê xwe nedin HDP’ê

Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zext û gefên dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê yên li bakurê Kurdistanê zêde dibin.

Çend roj berê komeke faşîst a bi navê ‘Tîma Tolhildanê’ peyamên gefxwarinê ji rêveberên HDP’ê re şandin. Komîsyona Hîqûqê ya HDP’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ger xwîn ji tiliya endameke/î wan bê, berpirsyar AKP ye.

Piştî vê gefxwarinê çeteyên ku xwe bi navê ‘Em dewlet in’ didin nasîn, li navçeya Qelqeliya Wanê û gundan digerin û ji bo gel dengê xwe nede HDP’ê gefan dixwin.

Li gorî nûçeya ANF’ê, komên kontra li her gundî destpêkê bi keya re axivîne û ev gef xwarine: “Her kesê deng dide HDP’ê, dijminê dewletê ye. Em dewlet in. Em bi vekirî hişyariyê didin we. Em hatine ji bo terorê biqedînin.”

Gundiyên ku nexwestin navê wan bê aşkerakirin jî diyar kirin ku komên çete danê êvarê bi mînîbusên ku camên wan reş in digerin. Welatiyan diyar kir ku ev kontra bi gelemperî bi rih in, kincên gemarî li xwe dikin û xwe weke ‘Em dewlet in’ didin nasîn. Şêniyên gund daxuyandin ku hêzên kontrayan gef li wan xwarine û ji wan re gotine; ‘Dengê xwe nedin HDP’ê.’ WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar