Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra-HTŞ) ên dewleta Tirk 27’ê Mijdarê êrîşî Helebê û gundewarên kirin. Di encama êrîşan de niha piraniya Helebê di destê çeteyên HTŞ’ê de ne. HTŞ piştî ku ket Helebê, êrîşî kantona Efrîn Şehbayê kirin. Hêzên Parastina Efrînê bersiv dan çeteyên HTŞ’ê ê gel ji komkujiyê rizgar kirin. Kesên ku niha ji ber êrîşên çeteyan neçarê koçberiyê bûne di nav zor û zehmetiyeke mezin de hewl didin xwe bigihînin herêmên bi ewle.
Dayika Şemê ya ku li Şengalê di êrişên çeteyên DAIŞê de zêdetirîn 30 endamên malbata wê hatibûn kuştin, derbarê êrîşên çeteyên HTŞ’ê de ji Ajansa Welat re axivî.
Dayika Şemê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrîşê wan kirin niha naveke din li xwe kirine û niha li rojavayê Kurdistanê êrîşê gelê Kurd dikin û wiha got: “Çete dixwazin gelê Kurd ji holê rakin, koka Êzidiyan bînin. Ev daxwaza tunekirinê daxwaza dewleta Tirk e. Bi destê çeteyên DAIŞ û çeteyên ku niha navê HTŞ’ê li xwe kirine li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tînin dixwazin bigihêjin armanca xwe. Dixwazin Kurdên ku nikaribin qir bikin jî wê têxin bin destê xwe û hemû qirêjahiyan li ser wan bimeşînin.”
Dayika Şemê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Divê îro ne tenê em Kurd hemû cîhan li dijî hovitiya van çeteyan rabin û nehêlin ku Kurd û neteweyên din ji cihên xwe koçber bibin. Her kesên ku ji xwe re dibê hîsên mirovbûnê bi min re heye Ji bo me îro roja seferberiyê ye divê em li gor wî tevbigerin da ku komkujiyên mezintir pêk neynê. Divê herkes bi berpirsiyarî rabe ser xwe. “