Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) êrîş li nêzî çerxerêya Şêxan a li bajarê Helebê hat kirin û di encamê de welatiyê bi navê Cemal Mursil û kurê wî Hesen ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan û hevjîna Cemal û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Yasîn a li taxa Şêxmeqsûdê. Hate diyarkirin ku malbata bû armanca êrişê ji gundê Qert Qelat ê li rojhilatê bajarê Efrînê ye.
Li aliyê din çavkaniyên xwecihî dane, welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Hiso û hevjîna xwe jî dema dixwestin ji bajarê Til Rifetê biçin Efrînê ji aliyê çeteyan hatin gulebebarankirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku di gulebaranê de Ehmed Hiso jiyana xwe ji dest daye û hevjîna wî birîndar bû. Li gorî çavkaniyan çeteyan hevjîna Ehmed Hiso birin cihekî nediyar.