Çeteyên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrîşî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ku di êrîşa çeteyên hikûmeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervan şehîd bûne. Navendê di daxuyaniyê de got: “Di êrîşa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikûmeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne. Di dema ku em êrîşa terorîstî şermezar dikin, em ê bersiva guncew bidin jbidin êrîşkaran.”