Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Çeteyên Îranê di çarçoveya lihevkirina Astanayê de êrîşî akademiyê kirin

Ev êrîş di çarçoveya lihevkirinên Astanayê pêk hat. Em bang li gelê herêmê bi taybet Dêrazorê kir ku xeteriya van êrîşan nas bikin, pêşî li fitne û aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku çeteyên Îranê di çarçoveya lihevkirina Astanayê de êrîşî ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos a HSDˊê kirin û wiha got: “Ev êrîş di çarçoveya lihevkirinên Astanayê pêk hat. Em bang li gelê herêmê  dikin ku xeteriya van êrîşan nas bikin.”

Çeteyên Îranê duh bi balafirên bêmirov êrîşî ser Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a li Dêrazorê kirin û  di encamê de 6 endamên wan şehîd bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa çeteyên Îranê bi tundî şermezar kir.

Rêveberiya Xweser daxuyand ku bi vê êrîşê îstîqrara herêmê hedef girtin û wiha got: “Armanca wan aliyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gengeşiyê derxin û vê gengeşiyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne. Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneyê navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin. Hedefgirtina Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî HSDˊê li zeviyê Omer ê Dêrazorê û şehîdxistina 6 endaman, plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên hêzan ên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye.”

Rêveberiyê da zanîn ku ev êrîş û tiştên rû didin bi armanca herêmê bixin nava aloziyê û wiha domand: “Ev êrîş li gorî armancên dewleta tirk e ku hewl dide hewldanên gel ên yekitiya di navbera pêkhateyan de têk bibe. Ev êrîş di çarçoveya lihevkirinên Astanayê pêk hat. Em bang li gelê herêmê bi taybet Dêrazorê kir ku xeteriya van êrîşan nas bikin, pêşî li fitne û aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin. Çeteyên Îranê duh bi balafirên bêmirov êrîşî ser Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a li Dêrazorê kirin û  di encamê de 6 endamên wan şehîd bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sersaxî da malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar