Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Çeteyên tirk 230 hektar qada daristanê yê Efrînê şewitandin

Çeteyên dewleta tirk ên Efrînê dagirkirine di van rojên dawî de 230 hektar qadeke daristanî ya Efrînê şewitandine û rojane daran dibirin.

Dewleta tirk a dagirker û tevî çeteyên xwe Efrînê dagirkirin, li aliyekî demografiya bajêr diguherînin û li aliyê din daristana Efrînê dişewitînin. Çiyayên Efrîn a dagirkirî hefteyeke bi destê çeteyên tirk tê şewitandin. Qadeke ji 230 hektar a navbera gundên Elbîsek û Bilîlko, Adma, Meydan Akbis û Jela ku li derdora wê bi hezaran darên zeytûn, hejîr û tirî hene, yên il navçeya Racoyê, di 23, 24, 25’ê tîrmehê de ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hate şewitandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku koma çete ya dewleta tirk a bi navê ‘Hêza hevpar a Firqeya Sultan silêman Şah, Firqeya El Emşat û El Hemzat’ li bejahiya gundên El Mezra, Marseka, Şawarxa, Meryemîn, Anab û Şaranê rojane bi 20 wesayitên pîkap darên li herêmê dibirin û dibin. Heman komên çete beriya 10 rojan nêzî 200 darên zeytûnê yên li başûrê gundê Qatmayê birîn.

Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo derbarê mijarê de agahî da. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrîn a dagirkirî daristan bi rêk û pêk têne şewitandin.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku 15 roj in her cihekî ji erdnîgariya Efrînê ji aliyê çeteyan ve têne şewitandin û diyar kir ku ev yek di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata dewleta tirk de tê kirin.

Îbrahîm Şêxo her wiha ragihand ku li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li herêmê qadeke çêkirina komirê ji bo çeteyên Firqeya Hemzat û Firqeya Sultan Silêman Şah hatiye çêkirin.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê destnîşan kir ku ev kiryarên hêzên dewleta Tirk ji bo xalîkirina Efrînê ya ji mirovan tê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar