Êrîşên dewleta tirk a dagirker bênavber li ser gundewarên Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî berdewam dikin. Li kêleka êrîşan nuqteyên çeteyan û baregehên leşkerên dewleta tirk a dagirker tên avakirin.
Heya niha 33 nuqte û 5 baregehên leşkerî li gundewarên Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî hatine avakirin. Êrîşên li ser sivîlan, ji van nuqte û baregehan pêk tên. Dagirkeran di nuqte û baregehan de gelek sewqiyatên leşkerî kirine. Derdora baregehan û derdora gundê di bin dagirkeriyê de çete satiran didin çêkirin.
Çete kevirên derdora mezelên goristanan ên di bin dagirkeriyê de, hil dikin û di avakirina nuqteyan de bi kar tînin. Gundê Kefîfa yê girêdayî rojavayê Girê Spî yê di bin dagirkeriyê de, çeteyên dewleta tirkkevirên derdora mezelên gund hil dikin û bi wan keviran nuqteyên xwe ava dikin. EYN ÎSA