Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çeteyên tirk Idlib ji jinan re kirine dojeh

Çeteyên dewleta tirk li Idlibê zext û zordariyeke mezin li jinan dikin. Jinên ji ber zilma çeteyan bêzar bûne diyar kirin ku cihekî ku ew biçinê tuneye û wih axivîn: “Navendên ku mafên wan biparêze û ji wan re derfetên kar peyda bike nîne.”

Çeteyên hov ên ji ber şervanên YPJ/YPG û HSD’ê reviyan di bi kontrola Tirkiyeyê de li Idlibê bi cih bûn. Li Idlibê ji ber nebûna tedbirên zagonî yên parastin û pêşîgirtinê, tundî û zilma li nava malê ya li dijî jinan zêde dibe. Çeteyên tirk Idlib ji jinan re kirine dojeh. Piraniya jinan ji ber şert û mercên aborî cihek ku biçin nîne nikarin gilî bikin, hin jinan jî tevî giliyên xwe jî nikarin ji kiryarên tundiyê û tundiyê rizgar bibin. Laila Al-Jarro û Walaa Al-Haj Hamdo ya ku li bajarê Salqîn a li bakurê-rojavayê Idlibê dijîn, tundiya li ser wan tê meşandin vegotin.

Laila Al-Jarro ya 28 salî ya ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê tê, wiha got: “Ez dixwazim gilî bikim û dev ji hev berdin. Lê ji ber xizanî û nebûna derfetên kar ez cesaret nakim.” Laila Al-Jarro, diyar kir dema li dijî tundiyê bêdeng dibîne derûniya wê xira dibe û wiha axivî: “Ger ez daxwaza hevberdanê bikim, cihek ku ez biçim nîne. Xizmên min nîne û ez ji derva mayîne ditirsim. Laila Al-Jarro, diyar kir ji ber zarokên wê hene, yekane heviya wê hevjinê wê rojek dev jî tundiyê berde ye û neçariya dijî vegotin.

Walaa Al-Haj Hamdo ya 25 salî ku diyar kir di encama tundiya hevjinê xwe de destê wê ya rastê şikestiye û da zanîn bi rapora tundiyê re çûye qereqola polîsan û gilî kiriye. Walaa Al-Haj Hamdo, zanî ziman tevî rapora tundiyê jî hevjinê wê tenê çend saetan hatiye binçavkirin û wiha got: “Piştî ku çend saetan di binçavan de ma, mîna ku tiştek nebûye berdan. Min dev ji hevjinê xwe berda. Lê piştî hevberdanê hevjînê min asteng dibe ku ez 3 zarokên xwe bibînim.

Walaa Al-Haj Hamdo, dest nîşan kir li saziyên dewletê de edalet û wekhevî nîne û wiha got: “Li Idlibê navendên ku jinan ji tundiyê biparêzin, mafên wan biparêzin û ji wan re derfetên kar peyda bikin, nîne. Gelek jin ji ber encamên vê yekê, neçar dimînin serî li dijî tundiyê bitewînin. Her çiqas xwedî maf bin jî, bi cudakariyê re rû bi rû dimînin.”

Derûnînas Lama Hamidou jî, balkişand li ser zêdebûna tundiya nava malê ya li dijî jinan. Lama Hamidou, diyar kir nebûna zagonên bibandor yek ji sedemên zêdebûna tundiyê ye û wiha got: “Rayadar berpirsyartiyên xwe pêknaynin.” Lama Hamidou, diyar kir ji jinên rastî tundiyê tên re li gorî daxwazên wan dayîna piştgiriya derûnî, wê gelek girîng be û wiha got:

“Divê rêxistinên mafên mirovan, li dijî tundiyê bikevin nava tevgerê. Ji ber tundiya li dijî jinan xwekuştin jî jî zêde dibe. Divê ji bo jinên rastî tundiyê tên, mekanîzmayên parastinê bên avakirin. Rêxistinên mafên mirovan, ji bo jin jiyanek mirovanê bidomînin, divê jinan  di warê civakî û aborî de bi hêz bike. Pêwîstê di qada hiqûqî de jî li dijî tundiyê tedbîrên cidî bên girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar