Li Efrînê çeteyên bi navên ‘leşker û polîs’ yên dewleta tirk ciwanan bi zorê direvînin û beşdarî nava xwe dikin
Çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê bi navê “leşkeriya neçarî” ciwanan direvînin û beşdarî nava xwe dikin. Piştî dewleleta tirk a dagirker Efrîn dagir kir ji bo ciwanan nasnameyên demkî çêdikin û di derbarê wan de agahiyan kom dikin. Diyar bû ku bi zorê ciwanên temenê wan 8-40 salî beşdarî nava xwe dikin.
Derket holê ku li gundê Hesê yê navçeya Mabata du birayên hev Welîd Naso (35) û Şiyar Welîd (29) ji bo beşdarî çeteyan bikin bi zorê revandine. Hate ragihandin ku ji bo berdana herdu birayan çeteyan ji malbatê 200 hezar Lîreyê Sûriyeyê xwestine. EFRÎN