Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Çeteyên tirk li Efrînê di mehekê de 6 kes qetil kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê daxuyand ku çeteyên dewleta tirk di nava mehekê de 6 kes li Efrînê qetil kirin, 29 kes jî birîndar kirin û zêdetirî 50’î kesî jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye rapora meha Îlonê ya der barê sûcên li dijî gelê bajarê Efrîna ku ji hêla çeteyên dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin parve kir. Di raporê de sûcên çeteyên dewleta tirk a dagirker li dijî sivîlan ji qetilkirin, destdirêjî, lêdan, desteserkirina mal û milkên welatiyan, qutkirina daran û guhartina demografîk hatin aşkerekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku 6 welatî hatine qetilkirin. Ji wan 2 welatî di topbaranê de hatin qetilkirin û yên din jî ji ber rewşên zehmetî xwe kuştin.

Li gorî rapora rêxistinê 26 welatî birîndar bûn. Ji wan 6 ji ber topbaranê û zêdetirî 20 kesan di nav de 8 jin û 12 zarok di bûyerên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta de hene. Her wiha hat gotin çeteyên dewleta tirk a dagirker ji bo bazirganiyê nêzî hezar darên zeytûnê û hawîrdorê qut kirine.

Li aliyê din jî hat destnîşankirin ku sûcên guherîna demografiyê jî berdewam dikin. Li bajarê Cinidirêsê Navenda Mîr Selman a Alîkarî û Xebatên Mirovî bi hevkariya yek ji saziyên dewleta tirk a dagirker re avahiyeke mêtingehiyê ji 300 yekîneyan ava kir.

Di dewama raporê de hat diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên welatiyên bajarê Efrînê bi giştî û yên xelkê gundê Kaxirê bi taybet desteser kirine û li wan ferz kir ku dev ji milkên xwe berdin û pereyan bidin wan.

Di dawiya raporê de hat destnîşankirin ku çeteyan bi zanabûn gelek daristan û darên zeytûnê li gelek herêmên gundewarên Efrîna dagirkirî şewitandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên zêdetirî 50 kesên ji Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta tirk a dagirker ve di Îlonê de hatine revandin, aşkere kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar