Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çeteyên tirk mal û milkên efriniyan desteser dike

Li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, her roj sûcên dermirovahî yên weke komkujî, talan, revandin û îşkenceya çeteyan zêde bûn. Hat zanîn ku çeteyên tirk bi destpêkirina şerê li dijî gelê herêmê dest bi desteserkirina mal û milkên gelê herêmê kirine

Efrîn ji 20’ê çileya 2018’an û vir ve ji aliyê dewleta dagirkera tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovahî yên weke komkujî, talan, revandin û îşkenceya çeteyan her roj zêde dibe. Hat hînbûn ku bi destpêkirina şer re li navçeya Raco ya Efrînê darên zeytûnan tê birîn, milkên gel tê desteserkirin.

Li gorî agahiyên Lekolin.org bi dest xistine, serçeteyê koma çete ya El Hemzat a dewleta dagirker a tirk li navçeya Raco ya Efrînê Ebû Yezîd li efrîniyan komkirina zeytûnan qedexe kir. Hate hînbûn ku ev biryar bi destpêkirina demsala çinîna zeytûnan li herêmê hatiye girtin û li hemû navçeyên Efrînê hatiye belavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çeteyên tirk ên dagirker ji bo her dara zeytûnê ya navçeyên Şera û Bilbilê 2 dolar bacê li ser gundiyên ferz dikin. Hat ragihandin ku li gelek navçeyên Efrînê bi darê zorê bacê distînin.

Di mehên borî de welatiyan navçeyên Raco û Cindirêsê yên Efrînê 200 dolar ji bo wekaletekê didan. Bi taybetî jî welatiyên ku li Efrînê dijiyan, wekalet dane xizmên xwe û piştre çûn Helebê, rojhilatê Firatê û Tirkiyeyê distînin. Hate hînbûn ku ev rêbaza ku 3 sal in tê meşandin, herî dawî ji aliyê çeteyên tirk ve bi temamî hatiye rawestandin û zeytûnên gel hatine desteserkirin.

Ji roja dagirkirina Efrînê ve, dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê 16 hezar hektar zeviyên çandiniyê û bi hezaran darên fêkî şewitandin, berhemên berhevkirî yên sivîlan jî desteser kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar