Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteyên tirk sûcên dermirovî dikin

Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Taybet bi Sûriyeyê got, sûcên çeteyên dewleta tirk a dagirker dikeve asta sûcên dermirovî.

Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya taybet ji bo Sûriyeyê der barê binpêkirinên çeteyên dewleta tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî de raporek ji 44 rûpelan weşand.

Komîteyê diyar kir ku endamên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyêʹʹ girtin, biçavkirin, windakirina bi zorê, îşkence, tecawîzkirin, nêzîkatiyên xirab, birina rehînan û talankirinê berdewam dikin. Komîteyê da zanîn ku ev kiryar digihêjin asta sûcên dermirovî. Komîteyê di raporê de bal kişand ser gefxwarinên li niştecihên resen ên Efrînê yên ku daxwaza vegerandina malên xwe dikin, revandina dûbare ya şêniyan û standina fidyê li beramberî serbestberdana wan. Komîteyê îşaret bi vê yekê kir ku “Polîsên sivîl” li Efrînê parêzerekî kurd di bin îşkenceyê de qetil kir.

Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Taybet ji bo Sûriyeyê da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyêʹʹ tecawîz û êrîşên zayendî dikin. Komîteyê ev yek bi sûcên şer bi nav kir. Komîteyê der barê sûcên destdirêjiyê de mînak parve kirin û got, çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” li Serêkaniyê zarokekî İraqî tecawiz kir û li bajarê Babê yê dagirkirî jineke ducanî û hevjînê wê yê rojnamevan qetil kirin. Di raporê de hate gotin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam binçavkirina sivîlan didomînin û  girtî xwarin û dermanên têrker bidest naxin.

Li gorî raporê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê qetilkirina girtiyan, di nav de girtiyên jin didomîne û çavdêriya li karên rêxistinên xwecih û ragihandinê asê dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar