Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Çeteyên tirkan xêrhatina Akar kirin

Di dema hatina Akar a Iraqê de, çeteyên dewleta tirk ên ku berê ji aliyê MÎT’a tirk ve hatine perwerdekirin û li Kerkûkê hatine bi cihkirin dest bi liv û tevger û tetbîqatên xwe nîşandayînê kirin

Navenda Nûçayan

Wezîrê parastinê yê tirk Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Yaşar Guler sê roj in ku li başûrê Kurdistan û Iraqê ye. Bi hatina wan re çeteyên wan ên li Kerkûkê jî ketin nava liv û tevgera xwe nîşandayînê.

Hûlûsî Akar di 13’ê tebaxa 2020’an de dixwest serdana Iraqê bike lê ji ber bombebarana balafirên şer ên tirk a li ser sînorê Iraqê û kuştina du efserên payebilind ên hêzên parastina sînor, Akar serdana xwe ya Iraqê betal kiribû.

Ya balkêş ew e ku di dema hatina Akar a Iraqê de, çeteyên dewleta tirk ên ku berê ji aliyê MÎT’a tirk ve hatine perwerdekirin û li Kerkûkê hatine bi cihkirin dest bi liv û tevger û tetbîqatên leşkerî kirin. Her wiha bi serkêşiya Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî hêzên xwe nîşan didin û şêwazek a tetbîqatê leşkerî pêk tînin.

Çeteyên ku piraniya wan berê li Tirkiyeyê perwerdeya fikrî û leşkerî dîtine, niha li herêma Taze û navçeya Daqûq a li başûrê Kerkûkê û navçeya Tilafer hatine bi cihkirin. Li gorî wan her yek ji parêzgehên Mûsil û Kerkûk beşek ji xaka Tirkiyeyê ye û ji aliyê leşkerî ve dixebitin ku wan cihan bixin bin desthilatiya xwe.

Liv û tevgera çeteyên tirkan ên li Kerkûkê di demekê de ye ku piştî 16’ê cotmeha 2017’an artêşa Iraqê rê nade tu hêzeke kurd derbasî nava bajêr bibe. Di bin navê pêkanîna yasayê de hemû hêzên kurd ji wî bajarê dûr xistine, lê çeteyên tirkan bi awayekî serbest tetbîqatên leşkerî dikin û bi destê xwe nîşaneya neteweperestên tirk dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar