Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Çeteyên Uygurê kî ne li Sûriyeyê çi dikin?

Çeteyên Uygurê (partiya Islamî ya Tirkistanê) wekî hişmendî ew gelekî nêzî çeteyên DAIŞ û rêxistinên El Qaîdeyê wekî Cebhet El Nusrayê ne. Li gorî texmînan hejmara van çeteyan li Sûriyeyê derdora 8 hezar çekdar e. Bi eslê xwe tirkmenin û ji Şîng Yanga Çînê hatine.

Di destpêka bicihbûna van çeteyan li Sûriyeyê lîderê partiya Islamî ya Tirkistanî Cindulah El Tirkistanî di vîdyoyekê de ku ji alî çeteyên Cebhet El Nusra hate weşandin, sînorê ‘mîrîtiya xwe’ destnîşan dike. Li gorî wî serçeteyî sînorê mîrîtiya wan ji çiyayê turkmenan û çiyayên kurdan digihîjê heta Sehil El Xan , Cısır EL şixûr û hin herêmên din ên di navbera Idlib û Laziqiyê û sînorê Tirkiyeyê de.

Ji destpêka sala şerê Sûriyeyê de di sala 2011’an de van çeteyên Uygur derbasî axa Sûriyeyê bûn û wekî gelek komên din ên çete  ên radîkal li kêleka çeteyên El Qaîdeyê tevli şer û pevçûnên li wê herêmê bûn. Di sala destpêkê de hejmara çeteyên Uygur ku tevli malbatê xwe derbasî Sûriyeyê bûn gihabû derdora 1500 kesî.

Di sala 2013’an de çeteyên uygur di bin navê partiya islamî ya Tirkistanê de xwe îlan kirin û dan xuyakirin ku ew dê li gundewarên Idlibê alîkariya El Qaîdeyê bikin. Ji wê demê de û heta niha ev çete li kêleka çeteyên Cebhet El Nusra û hin komên çete ên Ozbek û Şîşan di gundewarên Idlib, Laziqiye û wan derdoran şer dikin. Van çeteyan di gelek şeran de cih girtin û bêtir xwe li deverên Seraq a Idlibê li şûna gelê ku neçarî koçberiyê bû, bicih kirin.

Van çeteyan bi hişmendiya talan û qirkirinê li gundewarên Cisir EL Şixûr û gundewarên Laziqiye gelek sivîl kuştin, kilîse û dêr xira kirin û şewitandin û alên dagirkiriya xwe li ser şûnwarên xirakirî bicih kirin.

Ev komên çete wekî gelek komên din dîsa alîkariya xwe ji hikûmeta tirk digire û ew bi armanca guhertinên dîmografîk ji alî Tirkiyeyê ve tên bikaranîn. Tirkiye dixwaze wan di wê herêma ku ser bi Iskenderûnê ve ye bicih bikin da ku dîmografîya herêmê li gorî dilê xwe û alîgirên xwe bide guhertin.

Ev çete desteka xwe ji tirkmenên Sûriye û rêxistina ‘gurên boz’ a faşîstên tirk digirin û bi hevre li gelek deveran.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar