PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cevad Zerîf çima dest ji kar berda?

Siyaseta derve ya Îranê bi destjikarkişandina Zerîf wê bikeve pêvajoyeke hişktir û tund. Ji ber ku ji niha ve gotegotên kesên muhafezekar zêde dibin ku Zerîf siyaseteke nerm li beramberî hêzên rojavayî û DYA´yê dida meşandin

Wezîrê Karê Derve yê Îranê, Mihemed Cevad Zerîf îstîfa kir û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îstîfaya wî qebûl nekir. Mijara îstîfaya Zerîf bû sedema hinek nîqaşan. Nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn têkildarî îstîfaya Zerîf nivîsand û tevahiya nivîsa Ewrîn wiha ye;

“Wezîrê Karê Derve yê Îranê, Mihemed Cevad Zerîf ji nişka ve li ser hesabê xwe yê Înstgramê ragihand ku ew ji erka xwe îstifa dike û xwe ji kar da paş. Hema piştî destkêşana wî ya ji kar, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew vê yekê qebûl nake. Lê mirov dikare bibêje, gotinên Rûhanî jî êdî têra wê ku Zerîf careke din vegere ser karê xwe, nakin û ew dem derbas bûye. Zerîf ta ji dema her du serokkomarên din ên Îranê ango di dema Mihemed Xatemî û Mehmûd Ehmedînijad  di navbera salên 2002 heta 2007´an de sefîrê Îranê li Neteweyên Yekbûyî bû. Di kabîneya Hesen Rûhanî de jî di 15´ê Tebaxa 2013´an de wek Wezîrê Karê Derve hat erkdarkirin. Ji bo cara yekê bi taybetî, piştî rejîma niha hatiye ser desthilatdariyê, peywendiya bi hêzên derve re nexasim peywendiya bi DYA´yê re hat meşandin. Zerîf di dema serokê berê yê Amerîkayê, Obama de ji bo cara yekê dest bi hevdîtinên di asta bilind de ji bo çareserkirina pirsgirêkên nûkleerê yên Îranê kir. Jixwe, peyman hatin îmzekirin û hinek lihevkirin çêbûn. Wê demê jî bi awayekî sergirtî jî be, aliyên muhafezekar ango eniya rêberê Îranê, Ayetullah Xamineyî ji vê rewşa heyî pir dilxweş nebûn. Dixwestin ev hevdîtin bimeşe lê nedibû ji çarçoveya daxwazên wan derkeve. Li beramberî wan kesên xwe reformîst bi nav dikirin, helwêsta Zerîf a ji bo çareseriyê erênî dîtin û destek dane wî. Zerîf di siyaseta Îranê de wek kesekî xwedî xeteke lîberal (li gor radîkalên li dor Xamineyî) dihat dîtin û di nava reformîstan de jî hez jê tê kirin.

Çima Zerîf ji karê xwe dest kişand û di demeke wiha de ku siyaseta derve li Îranê mijara nîqaşê ye, wê çi bi xwe re bîne.

Cevad Zerîf beriya niha çend caran jî xwestibû ji erka xwe dest bikşîne û bi caran daxwaza xwe ji Serokkomariyê re ragihandibû, lê her carê jî nehatibû qebûlkirin. Çawa ku organa Serokkomariyê li Îranê şematîk e, kabîne û wezîrên tê de jî bi vî rengî ne. Îro ku zextên li ser Îranê zêde bûne û kirîza aborî her ku diçe kûrtir dibe, polîtîkaya Îranê ya bi derve re jî ewçend têk diçe û lawaz dibe. Sedema vê ya herî esasî ew e ku aliyên muhafezekar, rêberê Îranê, saziya Sipahê Pasdaran û Navenda Qumê dixwazin hemû aliyên ku kêmekî dijberî wan in, ji holê rakin û bixwe rasterast mudaxeleyî pêvajoya heyî bikin. Jixwe, ji berê ve jî gazincên Zerîf ji vê bûn ku wezareta derve, gelekî şematîk e û hemû kar û bar bi destûra Xamineyî tên birêvebirin. Weke ku nû bi vê pergalê hesiyabe, îro aşkera îstîfaya xwe radigihîne.

Siyaseta derve ya Îranê bi destjikarkişandina Zerîf wê bikeve pêvajoyeke hişktir û tund. Ji ber ku ji niha ve gotegotên kesên muhafezekar zêde dibin ku Zerîf siyaseteke nerm li beramberî hêzên rojavayî û DYA´yê dida meşandin. Ji ber li gelek tişt sergirtî tên kirin, mirov tam lê hayil nebe jî, hewldanên ku Zerîf were dadgehkirin, di rojevê de bûn. Gelek kesan siyaseta Zerîf bi DYA´yê re li gorî berjewendiyên rejîmê nedidîtin û bi caran di meclisê de ew xistin ber lêpirsînê.

Binketina siyaseta derve ya Îranê û nakokî û neyekbûna di siyaseta derve de hişt ku Zerîf ji kar xwe bide paş. Jixwe, di îstifaya xwe de jî dibêje, ez xwe ji vê wezaretê vedikişînim, ji ber ku bi rêbaza qanûnî nayê birêvebirin. Balkêş e ku çapemeniya Îranê qet behsa vê îstîfayê nekir û ew nexist rojeva xwe. Mijareke ewçend girîng, çawa nabe rojev, ew jî cihê pirsê ye.

Di dema serdana Beşar Esed a Tehranê de, Zerîf îstîfaya xwe da. Bêguman ev tenê bi vê mijarê re nabe were îzahkirin. Di dema hevdîtina Esed bi Rûhanî re, wek Wezîrê Karê Derve, Zerîf ne amade bû. Lê Rûhanî jî piştî hevdîtina bi Esed re, daxûyanî da çapemeniyê. Qet behsa îstîfaya Zerîf nekir. Lê belê got, Esed malavahiya hewldanên Îranê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê kiriye û bi taybetî spasiya Wezareta Karê Derve kiriye! Tê gotin agahiya Zerîf ji serdana Esed nebûye û bê agahiya wezareta karê derve, Esed hatiye Îranê. Mirov dikare bibêje Zerîf hatiye bêbandorkirin yan jî hewl tê dayîn Rûhanî jî di navê de, aliyên reformîst werin bêbandorkirin. Cevad Zerîf kesekî nêzî Hesen Rûhanî ye, ji bo wê îstîfaya wî nayê qebûlkirin û heta mirov dikare bêje Rûhanî wek pêvajoyeke îqnayê jî wê hewl bide careke din Zerîf vegerîne ser erka wî. Aliyên muhafezekar gelekî ji îstîfaya Zerîf dilxweş in û diyar dikin ku wezareta karê derve nayê wateya Zerîf û di wî de xulase nabe. Bi çûyîna Zerîf re Rûhanî wezîrê xwe yê herî şareza di kar û barên derve de ji dest dide. Nakokiyên navbera Rûhanî bi aliyên muhafezekar re bi îstîfaya Zerîf zelaltir derkete pêş. Dibe ku Rûhanî ji bo demekê Zerîf îqna bike li ser erka xwe bimîne, lê derizîna mezin a di navbera rayedarên Îranî yên payebilind de kûrtir bûye û wê bibe jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar