Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Salı - 3 Aralık 2024

Çevîrmen: Bernedana 8 hezar û 521 girtiyan bêexlaqî û bêhiqûqî ye

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen li ser daneyên Wezareta Dadê tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan ji aliyê Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan ve nehatin berdan wiha got: “Biryarên astengkirina berdana girtiyan ne exlaqî ye, ne hiqûqî ye û qet jî ne wijdanî ye. Em bi pêkanînek ku nayê qebûlkirin re rû bi rû ne.”

DEM Partî di civîna Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ya 12’yê hezîranê de rewşa bernedana girtiyan anîbû rojevê. Li gorî girtekên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê, Desteyên Îdare û Çavdêriyan ên Girtîgehan ji sala 2021’an ve di dewrê de ye. Ji ber biryarên van desteyan tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin. Li gorî bîlançoya ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi xwe agahî dane di vê heyamê de 199 hezar kes ji ber “halê baş” serbest hatine berdan, berdana 8 hezar û 521 kesan jî bi îdiaya “halê nebaş” hatiye taloqkirin.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen astengkirina berdana girtiyan nirxand û destnîşan kir ku ev desteyên navborî ji karûbarên girtîgehan berpirsiyar in û got: “Mafê azadiya girtiyan ji aliyê van desteyan ve tê astengkirin. Bi van astengkirinan re pirsgirêkên pir mezin derketin holê.”

Çevîrmen diyar kir ku tehliyeya girtiyan bi hincetên razber û subjektîf ji aliyê Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan ve bi sê mehan, şeş mehan, neh mehan tê astengkirin û got: “Serê ewilî periyodên salekî nebûn, di demên dawî de berdana girtiyan ji bo salekî tê taloqkirin. Li gorî serlêdanên ji bo saziya me, bêtirîn girtiyên polîtîk berdana wan tê astengkirin. Mexdûriyetek pirr mezin diqewime. Van desteyên girtîgehan xwe dixin şûna dadgehan û adeta wek dadgehek paralel dixebitin.”

Çevîrmen anî ziman ku van desteyên navborî yek ji amûrên otorîteya desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Rejîma girtîgehê hatiye avakirin. Em vê yekê di demên cuda de dubare dikin, lê rewş bi rastî vê yekê aşkere dike. Li girtîgehan sirkulasyonek pir zêde heye. Di 404 girtîgehan de 36 hezar girtî hebûn, ev hejmar gihiştiye 362 hezarî. Sîrkulasyona li girtîgehan bênavber didome. Girtiyek ku 30 salan di girtîgehê de maye û êdî dema berdana wî hatiye lê belê dema ku dîroka berdana wî tê desteyên girtîgehan tehliyeya wan asteng dikin. Taloqkirina tehliyeyan bi hinceta ‘halê nebaş’ tên astengkirin.”

Çevîrmen da zanîn ku girtiyên ku dibin cem desteyan pirsên siyasî ji wan tên kirin û poşmaniyê li girtiyan ferz dikin û pirsa “Gelo hûn poşman in” ji girtiyan tê kirin. Çevîrmen diyar kir ku li hin girtîgehan bêyî ku girtî bibin cem desteye tehilyeya wî asteng dikin û bi periyodên cuda tehliye tê astengkirin. Çevîrmen anî ziman ku piştî 30 salan carek din bi biryara astengkirina desteyan girtî tên mexdûrkirin û bi heman hincetê tên darizandin. Çevîrmen destnîşan kir ku tişta ku desteyên girtîgehan tînin serê girtiyan ne li gorî tu hiş û mantiqê ye û got: “Ne pêkan e ku ev were ravekirin. Em nizanin ku wê ev zîhniyetek çi lê bê. Biryarên astengkirina berdana girtiyan ne exlaqî ye, ne hiqûqî ye û qet jî ne wijdanî ye. Em bi pêkanînek ku nayê qebûlkirin re rû bi rû ne. Ev pirsgirêk mezin in û divê bi awayekî balê bikişînin ser vê. Heke balê nekişînin ser van pirsgirêkan mixabin wê ev wisa bidome û wê azadiya mirovan carek din ji destê wan bê girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar