Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Çewlîk: Bi hêza Jin Jiyan Azadî em ê dijmin têk bikin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk diyar kir ku ji bo danîna hîmên xweparastinê yên têkoşîna jinê yên herêmî bi mîsyona pêşengiyê radibin û got, "Em 8’ê Adarê bi ruh, hişmendî û pêşengiya hevrê Sema Yuce pêşwazî dikin. Em hêza ku jê digirin li çiyan digirin û bi hêza ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ em ê dijmin têk bibin.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji pirsên ANF’ê bersivand. Zozan Çewlîk 8’ê Adarê Roja Jinan a cihanê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û bang li hemû jinan kir ku 8’ê Adarê biherikin qadan.

Şerê ku li seranserî cîhanê zêde bûye, bandoreke çawa li jiyana jinan dike?

Di vê demê de em bi “Bi Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” ketine rê. Destpêkê ez Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê pîroz dikim û dixwazim diyar bikim ku em bi biryar û bawer in ku wê jin bi têkoşîna azadiyê li esasê mirovê azad û jiyana azad civaka azad ava bikin. Ez Rêber Apo bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim ku têkoşîna azadiya jinê ji rewşeke ku bi yek rojê bê bîranîn derxist û bi îdeolojiya azadiya jinê kedeke mezin da ku jiyan li ser bingehê azadiyê bê jiyîn, ji jinê bawer kir û di her şert û mercî de pêşengî kir. 8’ê Adarê dîroka wan jinan e ku ji bo mafên kar û jiyanê çalakî kirin û lewma bi nemerdane hatin qetilkirin, yanî dîroka wan e yên ji azadiyê re bûne berdêl. Ez di şexsê 123 jinên kedkar ên li febrîqeyekê bi saxî hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan, Clara Zetkin, Rosa Luxsemburg, Xwişkên Mirabel, Besê, Zarîfe, jinên berxwedêr ên li Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Mihrîban Saran, Besê Anûş, Rahîme Kahraman, Binevş Agal, Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Aynur Narîn, Andrea Wolf, Hevrîn Xelef, Reyhan Amûdê, Hêlîn Çerkes, Şîlan Kobanê, Elefteria Fortulakis, Azê Malazgirt, Delal Amed, Evîn Goyî, Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Eva Maria Steiger, Bişeng Brûsk, Sorxwîn Rojhilat, Leyla Sorxwîn, Doga Viyan, Sara û Rûken de hemû şehîdên têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em ji wan hîn bûne, em li ser rêya wan in. Bi hêza ku em ji bîranîna wan bigirin, em ê Şoreşa Jinê pêk bînin.

Her çendî ku rewşa heyî di hiqûqa dewletan de bi fermî nehatibe bi navkirin jî, di rastiyê de şerê cîhanê yê 3’yemîn e. Mîna ku Rêber Apo pênase kirî şerê cîhanê yê 3’yemîn carna bi şerê germ, carna jî bi rengê şerê dîplomasiyê çêdibe lê her ku diçe pêş dikeve. Hewldana desthilatdariyê ya xwe jinûve dîzaynkirinê, dibe sedema hilweşîn û êşê. Ev yek jî rê li ber windahiyên mezin, hilweşînên civakî vedike. Weke ku tê zanîn krîza çêkerî ya sîstemê û nakokiyên ku çavkaniya xwe ji hemû pirsgirêkan digirin, derdikeve holê. Ev yek di heman demê de derfetê pêşkêşî çareseriya van jî dike. Sedsala 21’an weke “Sedsala Jinê” tê pênasekirin. Rastiya vê yekê hem pirsgirêkê zelal dike, hem jî ji çareseriya wê re derfetê diafirîne. Li hemberî vê yekê şerê cîhanê yê 3’yemîn li ser bingehê tunekirina derfetê azadiya jinan û manîpulekirina nakokiya zayendî polîtîkayên desthilatdariyê pir zêde tên pêkanîn. Hêzên jinên rêxistinkirî tên hedefgirtin û li cîhanê îfadeya mafên jinan di gotina siyasî de zêde bûye. Tevî vê yekê jî hema bêje li her deverê tundiya li dijî jinê hatiye zêdekirin. Tevlîkirina jinan a li nava artêşên gelek dewletan ne li ser esasê hişmendiya nasnameya jinê ye. Ji bo sekna rêxistinbûyî ya jinê bixin bin kontrola xwe û bêwate bikin, tevlî nava hêzên artêşê hatine kirin. Mînak tevî ku NATO rêxistinbûneke şer û hilweşînê ye, jinên nûnerên dewletê yên di nava NATO’yê de cih digirin dibêjin, “NATO em in”. Ev yek rastiya jinê dike amûr, azadiya jinê û sekna wê ya rêxistinî ji rastiyê dûr nîşan dide. Ev nêzîkatî bi armanca êrîşkirina jinê ye û bi xeter e. Divê mirov van hemûyan li ser bingehê polîtîkayên şerê taybet a di nava şerê cîhanê yê 3’yemîn de, weke êrîşên li dijî jinan pênase bike.

Weke parçeyekî vê yekê jî dagirkeriya leşkerî û êrîşên hatine zêdekirin, dibe sedemê hilweşînên mezin. Şerê ku bi taybet li Rojhilata Navîn hatî girankirin, hem çeteyên bi vekaletî anîne qadê hem jî êrîşên dagirkeriyê yên artêşên dewletê gelan dikin hedef, herî zêde jî jinê dikin navenda hilweşînê. Dagirkirina welatan, êrîşên çeteyan, rêbazên şerê taybet pir tên pêkanîn û ev yek jinê rû bi rûyê her cure tundiyê dihêle. Di şer de mirina jin û zarokan zêde bûye. Polîtîkayên qirkirina fîzîkî dibe sedemê êrîşên bi armanca îmhayê û girêdana civakê û jinê ya bi welêt re dişikîne. Li ser esasê stratejiya valekirin û teslîm girtina qada ku êrîş lê tê kirin, yan mirin yan jî rev tê ferzkirin. Bi dijwarî li qadên sivîlan tê xistin û bi şikandina berxwedana gel deverê dagir dikin. Di nuqteya kûr a şerên Ûkrayna-Rûsyayê, Hamas-Îsraîlê, tiştên ku piştî Talîbanê li Afganistanê desthilatdarî bi dest xist qewimîn, şerên li welatên Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya û h.w.d  de, mîna her car jin hene. Hem tên qetilkirin hem ji welatên xwe tên qutkirin û hem jî rû bi rûyê her cure êrîşa tecawizê dimînin. Lewma hemû şert û mercên wê yên ku jiyanê îdame bikin, bi temamî ji holê tên rakirin.

Ferzkirina koçberiyê polîtîkayeke şer e. Yên welatê xwe diterikînin, civakîbûnê ji dest didin û ji her cure êrîşê re vekirî dimînin. Hem rû bi rûyê şer tê hiştin, hem jî bûyîna mexdûrê şer car din li dijî wî/ê weke çekekî tê karanîn. Têkildarî van mijaran mirov dikare bi hezaran mînakan bide. Qanûnên navneteweyî û her wiha tiştên din jinê û civakê naparêze. Tenê dema pêdivî bi şerê dîplomasiyê yê dewletan çêdibe, dewlet van qanûnan weke amûr li hemberî hevdû bi kar tînin û ev ji vê jî derbas nake. Dema ku sûcên şer zêde dibin, beden û jiyana jinê ji her cure bazarê re vekirî dimînin. Ji mafyaya lebetan bigire, heta sektora fûhûşê, hêza karê hêsanî, bazara tiryakê, ferzkirina sîxurtiyê û hilweşîna exlaqî her cure rêbazên qirêj tên karanîn û herî zêde jî jin tên qurbankirin. Di cewher de şer herî zêde bandorê li ser jinê dike û di şexsê wê de civakê hedef digire.

Hûn têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên dewletên li ser Kurdistanê desthilatdar ên li dijî jinên Kurd, dikarin çi bêjin? Ev polîtîka jiyana jinan çawa bandor dike?

Di rastiya Kurdistanê de bi pêşengiya Rêber Apo azadiya jinê pêş ket. Dewletên mêtinger êrîşî nasnameya Kurdê Azad, Kurdistana Azad û feraseta Neteweya Demokratîk jî kirin. Bi vî rengî êrîşî bingehê ku herî pêşketina civakî lê çêdibe, dikin. Di vî warî de siyaseta qirkirinê, li dijî jinê tê meşandin. Di êrîşên dagirkerî û îmhayê de dijminên me rêxistinbûna jinê û pêşengên wan hedef digirin. Ji bo bêbandor hiştina bîra pêşketina azadî û nûneriya wê, tevdigere. Li ser vî bingehî hem êrîşên leşkerî hem jî şerê taybet a piralî tê pêkanîn. Di êrîşên dagirkeriyê de hêzên me yên gerîla tên hedefgirtin. Li nuqteyên sivîlan tê xistin, her jina ku berê wê li azadiyê ye tê hedefgirtin. Dixwazin nehêlin jin siyasetê bike, lewma rêbazên belavkirina rêxistinbûnê, girtin û tundiyê bi giranî dixînin dewrê û hewl tê dayîn ku îradeya wê biçewisînin. Şerê taybet rastiya civakî ya bi pêşengiya jina azad hedef digire û hewl dide civaka pêşketî ya bi pêşengiya jinê lewaz bike. Li dijî odakên berxwedanê her cure tundî tê pêkanîn, bi armanca ku Kurdistanê ji mirovan xalî bikin bi giranî ferzkirina koçberiyê dixin dewrê. Ji bo girêdana jinê ya bi welêt re lewaz bikin hewl didin jinê bikêşin nav jiyana modernîst û ji civakê qut bikin. Li ser vê esasê bi rêya odakên hevkar û propagandaya qirêj, hewl tê dayîn ku bi zextên leşkerî tirsê ava bikin. Ji xwe encameke şer koçberiyên zêde ne. Ji bo bikaranîna jin, mirovên ku sîstem û civaka xwe hatine qutkirin, her cure şert û mercên bikaranînê pêş dixin. Jinên ciwan hedef digirin û li ser bingehê tiryarê, afirandina hestên sixte û lêgerîna jiyana sixte, fealiyeteke îstixbaratî dimeşîne. Bi xebata sîxurkirinê re jin û civakê hedef digire yan jî armanc dike ku jinê bîne rewşeke welê ku zirarê bide civakê.

Rêber Apo diyar kir ku bi azadkirina jinê re civak dikare azad bibe û ev yek di qada pratîkî de pêk hatiye û pêk tê. Dijmin ji bo şikandina vê xelekê, konsepta bi destê jinê şikandina berxwedanê û xistina civakê pêk tîne û hewl dide bi vê yekê re tolê ji Rêber Apo û felsefeya azadiyê hilîne. Şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin piralî ye. Eger em bala xwe bidinê, êrîşên destavêtinê yên li hemberî jinê, ji sala 2015’an û vir ve bi êrîşên li hemberî Kurdistanê zêdetir bûne. Hem jinan dike hedef, hem hewl dide kesayeta wan bişikîne û hem jî tirsê li nav civakê çêdike ku nikaribe bersivê bide û vê rewşê qebûl bike. Bi vî rengî armanc dike rastiya civakekî ku ji nirxên xwe hatiye dûrxistin pêk bîne. Hewl dide bi rêya sîxuriyê yekîtiya jinan ji hev bixe û bêbaweriyê pêş bixe. Dagir dike, dorpêç dike, birçî dihêle, di berdêla madiyatê de îxaneta li xwe û civaka xwe ferz dike û bi vî awayî armanc dike ku pîvanên exlaqa civakî hilweşîne. Li Kurdistanê îstîsmara aborî, çandî û leşkerî bi awayekî herî dijwar tê pêk anîn, her wiha li dijî jinan ku qada herî mezin a berxwedanê ne bênasnamebûn û bêkesayetî tê fezkirin. Sektora fûhûşê ku her tim weke rêbazeke şerê taybet di meriyetê de ye, bi rêya şantajê hewl tê dayîn jin teşwîqî vê qadê bikin û ji bo ku jin ji rewşa astangiyê bên derxistin ev êrîş ji aliyê dewletan ve tên organîzekirin. Li herêmên dagirkirî jin tên revandin û bi rêya çeteyan hemû cûreyên êrîşên nemirovî tên pêk anîn. Ji aliyekî ve tinekirina fîzîkî, ji aliyekî ve dejenerasyona civakî-çandî, ji aliyekî ve hilweşîna aboriyê, ji aliyekî ve tasfiyekirina rêxistinbûyînê, ji aliyekî ve girtin û dîlgirtina jinan, li aliyê din di zemîna civakî de qad ji serdestiya mêran re vekirin û zemîna tundiyê xurtkirin û hwd. van rêbazan hemû di nava hev de bikar tîne. Asîmîlasyon û hewesandina jiyana sexte ya modernîst her tim di meriyetê de ye. Pêşketina azadîxwezî ya ku bi pêşengiya Rêbertiya me hatî bidestxistin moral, rêxistinî, sekna civakî û hişmendiyeke nasnameyî û geşedaneke ku li ser wê ava bûye derxistiye holê. Li aliyê din, dijmin bi êrîşên piralî ve hewl dide vê pêşketinê bişikîne, ji hev belav bike û têk bibe. Armanca rêbazên leşkerî, pêkanînên şerê taybet, amûrkirina ol û rêxistinbûnên mîna tarîkatê û hwd. kirine navendên çeteyan û bi vê re hewl didin her cure zext û êrîş li civaka me, dar, ax, xweza û çanda me bikin. Hestiyê zarokan dixin qutîkan û ji dayikan re dişînin da ku berxwedana wan têk bibin. Armanca sereke ya van hemû êrîşan, ji têkoşînê dûr xistin û teslîm girtin e. Ji ber ku herî zêde ji jinan ditirse. Eger em bala xwe bidinê, siyaseta dewleta Tirk a li dijî jinê çi be, li Îranê jî heman siyaset tê sepandin. Li Başûrê Kurdistanê ev rewş bi destê hevkar-xayînan di meriyetê de tê hiştin. Êrîş û uslûbê Erdogan ên li hemberî jinên Kurd ên xwedî îrade û xurt û jinên tevlikarî li pêşketina azadiyê dikin çi be, yê Barzaniyan jî heman e û bi heman armancê tevdigerin. Rêber Apo di sala 1998’an de Bîrdoziya Rizgariya Jinê weke diyariyeke 8’ê Adarê diyarî jinan kir û destnîşan kir ku divê jin derbasî qonaxeke din a rêxistinbûyînê bibe. Di heman demê de Wezîra Karên Derve ya DYA’yê û jinekê ku ji aliyê mejiyekî mêr ve hatiye wezîfedarkirin Marlyn Olbrayd qaşo dê hedefên terorîzmê parve bikin, da xuyakirin ku rêxistinên jinan hêza herî xetere ye û bi taybet balê kişand ser YAJK’ê û gotibû, “Em destpêkê li hêzên çekdar ên jinê bixin.” Bi gotineke din pêşî jin hedef girt. Îro jî dijmin bi heman feraset û nêzîkatiyê tevdigere, pêşî tevgera azadiya jinê, bingehên wê û sekna wê ya civakî dike hedef. Mejiyê mêr jî bi heman rengî dixebite, bi heman armancan tevdigere. Eger em bala xwe bidinê, piştî qetilkirina hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî li Parîsê, bi heman awayî hedefgirtina hevrêya me Evîn, li Bakurê Kurdistanê înfazên bêdaraz, girtin, êrîşên pelçiqandin, kuştina jinan, êrîşên dagirkeriyê yên bê navber ên li ser Rojava û Bakur û rojhilatê Sûriyeyê, pêşengên mîna Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Rehan Amûdê, Şervîn Serdar, Rojna Amed û her wiha gelek kesayetên jin ên welatparêz, dayik, li Başûrê Kurdistanê pêşengên wekî Bêrîvan Zîlan û Zîlan Konya ku kevneşopiya azadiyê temsil dikin û pêşengên têkoşîna azadiya jinê, zêdebûna kuştina jinan, li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, jinên ku pêşengiya serhildanê kirin, dîlgirtina hevrê Ciwana û hwd. êrîşên li dijî jinê ne ku di heman serdemê de hatine kirin û li ser bingeha eqlekê pêş dikevin. Weke ku ji van êrîşan hemûyan jî tê fêmkirin, li ser esasê rastiya ku siberoja azad wê ji aliyê jinan ve bê avakirin, bi awayekî berfireh êrîşên sîstematîk, qirkirin û mêtînger ên li dijî jinê tên pêşxistin û di hemû qadên mîna bîrdozî, çandî, siyasî, aborî û civakî de polîtîkayên qirêj û qetlîamê yên bi zîhniyeta mêr di meriyetê de ne. Pirsgirêk ne tenê jinên Kurd e, di heman demê de pêşketina têkoşîna azadiya jinê, di şexsê hemû pêşengan de tê derbkirin. Her roj li parçeyên Kurdistanê rûyê hovîtiyê tê nîşandan û pêkanînên ku serdema navîn derbas dikin tên pêk anîn. Li pêşberî vîna azad a jinê, dijmin di rastiyê de nêçîra xwe ya pîrabokê dike. Hewl dide li dijî jinên ku bûne xwedî hişmendî, rêxistinbûn, îradeya têkoşînê, pêkhatina civakî ya nû û tevna wê ya exlaqî, bi pêkanînên mîna şewitandin, bombe, gule, dagirkerî, fuhûş, tiryak, sîxurî, birçîbûn, girtin û êşkenceyên giran û zayendperest tine bike.

Di têkoşîna li dijî van zîhniyet û polîtîkayan de divê jin di nava civakê de, di nava malbatê û kolanê de xweparastina xwe çawa bi pêş bixin?

Niha di pêşengtiya dîrokî ya Rêber Apo de bi pêngavên pêşî yên hevrêya me Sakîne Cansiz re, tevgera azadiya jinê ya ku di qadên îdeolojîk, siyasî, leşkerî û civakî de birêxistin bûye, têkoşîn û pêşketinek mezin a bi heybet ku jê re pêşengî kiriye heye. Lewma hinceteke êrîşên mêr-dewletê heye. Hebûna Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û têkoşîna wê şansê herî mezin ê jin û civakê ye. Weke ku ji pêşketina me ya dîrokî tê fêmkirin, dema mafê hebûnê ji kesî re neyê veguhastin û veguhere xwebirêxistinkirinê, hem xwebûn û hem jî derfetên parastinê tên bidestxistin. Bi vî awayî ji holê rakirina her şêwe êrîşan re wê jin li hemberî êrîşên heyî xwe biparêzin. Pêşîgirtina li dewletên bi serdestiya mêr, lingên wan ên di nava civakê de, bomberdûmana wan a îdeolojîk û êrîşên leşkerî ancax bi helwesteke rêxistinbûyî û bi hêza xweparastinê dikare bê astengkirin. Lewma mîrateyeke me ya mezin heye û di rewşa heyî de têkoşîneke me ya rêxistinbûyî ku gelekî xurt li ber xwe dide, li ser piyane û xwe diparêze heye. Yanî tişta ku divê were kirin ew e ku bûyîna parçeyek wê ye. Beriya her tiştî ji bo em êrîşên îdeolojîk vala derînin, divê em her tim zanabûna azadiyê zindî bigirin. Bi gotinek din, bi zanabûna em kî ne, çi dixwazin û dikarin çi bikin, rastiya mêr-dewletê dîtin û rastiya dijmin naskirin divê nêzîkatî hebe. Jinên ku xwedî siberojeke bi vî awayî ya rêxistinbûyî ne, gelê me nebêçare ne. Berdewamiya sekna rêxistinî di şexsê xwe de, di malbata xwe de, li kuçeyê, li taxa xwe, li gundê xwe, li navçeya xwe û her ku diçe li welatê xwe pir girîng e. Bi vî awayî wê hemû rêbazên xapandin, operasyonên têgihiştinê, tirsandin, dîlgirtinên bi rêya tarîkatan û teslîmbûn ji polîtîkayên zayendîperest re wisa dikare bê vala derxistin.

Parastina yekitî û civakîbûnê gelekî girîng e. Zanabûn vê ji xwe rê li ber rêxistinbûnê vedike. Civak bi xwe ji dewletê mezintir e, ji mejiyê mêr mezintir e. Di vê mijarê de divê mirov xwe, malbata xwe û derdora xwe ya civakî bi rêxistin bike. Eger jin li hewirdora xwe birêxistin bibe, dikare mekanîzmayeke parastinê ava bike. Mînak; eger jineke rastî êrîşên şerê taybet ên dijmin hatiye biryara berxwedanê bide, wê kesên li dora xwe bi rêxistin bike, derfetên bersivdayînê ava bike û berê xwe bide yê êrîşî wê kiriye. Eger malbatek bi rêxistin bibe û hawirdora xwe bi rêxistin bike, navendeke hêzê diafirîne û derfetên berxwedanê geştir dike. Divê hemû gelê me, bi taybetî jî ciwan di serî de zemîna xwe sexlem bikin, deriyên vekirî ji dijmin re bigirin û piştre jî derfeta bersivdayinê bi her cure şêwazî pêk bînin. Çawîşekî pispor çawa dikare li navçe ango herêmeke Kurdistanê dest dirêjî jinekê bike? Di nava gelekî ku xwedî hişmendiya têkoşînê ne, çawa bi dehan kes dikarin destdirêjî li jinekê bikin? Bazirganên tiryakê û hwd. çawa dikarin wiha bi rehetî tevbigerin? Çawa hin mirovên bêesilbûn derfetê dibînin ku ji dijmin re sîxuriyê bikin? Dijmin çawa dikare darên çiyayên me bibire û welatê me veguherîne çolê? Mirov çawa dikare di bin gefa her cure heqaret û qirkirinê de, di bin ferzkirina rojevên dîjîtalê de bijî? Çawa dikarin bi copan li ser rûyê dayikên me yên birûmet û xwedawend bixin? Hestiyên zarokên qehreman çawa dikarin bi rêya posteyê bidin destê dayikan? Çawa mezhebên di bin navê olê de dikarin bi kiryarên çeteyan di nava civakê de destên xwe bihejînin û bimeşin? Mirovên ku nasnameya wan di nava civaka me de winda kirine, çawa dikarin bi dijmin re wisa rehet tevbigerin? Dijmin çawa dikare li dijî welatparêz, gelê me, jin û hevrêya jinan Rêbertiyê me di êşkenceyên ewqas giran re derbas bike, ji kur vê cesaretê digire? Rêber Apo di sala 1996’an de li Şamê piştî hewldana sûîqestê, milîtanên xwe wisa rexne kiribû, “Ev tê wateya ku dijmin we bi tiştekî nahesibîne, ji ber wê rasterast min dike hedef. Halbûkî milîtan hûn in, beriya ku destê min rabe, divê şeqema we li nav rûyê dijmin bikeve.” Di vê wateyê de berpirsyartiyên me yên weke mîlîtan, weke jin û gel hene. Eger êrîş bêperwa dibin, ev tê wê wateyê ku em di têkoşînê de qels dimînin. Ji ber vê yekê, divê her kes bi hişmendiya berpirsyariya xwe, bêyî ku li bendê kesekî parastina wê/wî bike, divê hesabê êrîşên bêperwa bixwazin. Ev yek wezîfeya exlaqî û civakî ya her kesî ye. Beriya her tiştî eger vê neke, wê derfeta jiyanê nebe. Divê mal bi mal, kolan bi kolan xwe bi rêxistin bikin û şêwazên parastinê pêk bînin. Kîjan hêz êrîşî civaka me dike, divê bêbersiv nemîne. Bi kurtasî rêxistinbûna xweparastinê vê yekê îfade dike. Xweparastin mafek e, rewabûna wê xwe dispêre hebûna me. Heta ku mirov û civak dev ji vê mafê xwe bernede, ti kes nikare vî mafî desteser bike.

Li hemberî pêkanînên şerê taybet gelek rêbazên xweparastinê hene, hêza rêxistinbûyî dikare veguhere hêza çalakiyê. Ji bilêvkirina heqîqetê heta avakirina bingehê pêkanîna wê û veguhertina hêza çalakiyê divê gelek çalakî bên kirin. Jin pêşenga civakê ye. Eger berxwedêrî û wêrekî were parastin, eger hesta xwedîderketina li xwe, nirxên xwe û civaka xwe bê birêxistinkirin, wê demê rê ji faşîzmê re namîne. Divê rêxistinbûn biçalakî pêk were. Ji bo vê pêdivî bi mîlyonan tune ye, çend mirovên birêxistinkirî jî dikarin bibin hêzeke çalakiyê. Kurdê klasîk, bêçare, ku koletiyê qebûl kiriye û li pişt tiştên winda kiriye şînê digire ji mêj ve miriye. Dijmin hewl dide vê ji nû ve zindî bike. Rêxistineke kontra-gerîla ya kujer a bi navê Hudaparê li Kurdistanê weke siyasetmedar pêşkêş dike. Barzanî ku dijminê nirxên Kurdan e û dijminê jinan e wekî ku nûnerê Kurdan e tê nîşandan. Sîmsarên olî mîna pêşengên baweriyê binav dike. Hewl dide jinan bi tecawizê, kuştin û hestiyên zarokên wan terbiye bike û ciwanên me bikişîne nav çalê tiryakê û wan bike amûrên ji her cure qirêjî. Divê bersiva me ya li dijî wan ew e ku em destên xwe bilind bikin û şeqemek li nav rûyê wan bidin. Divê jin bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê rabe û civakê bixe nava tevgerê. Divê mal, dibistan, kolan û her qada jiyanê were birêxistinkirin û veguhere hêza çalakiyê. Jin dikarin hêza zanabûnê, xwedîderketinê, bawerî dayîn û parastinê ava bikin, jixwe hêza wan a têkoşînê di astek bilind de heye. Di vê kêliyê de herî zêde jin li dijî faşîzmê li ber xwe didin, lê qelsiyek di warê sekna civakî û rêxistinbûyîn de wê rê li ber dijmin veke. Divê zanibe bê kî di kuçeya wan de derbas dibe û çi dike. Divê wan îzole bike, bêbandor bike û tedbîrên xwe bigire. Divê Enqere, gundekî Amedê, kolanên Şirnexê, Qamîşlo, Hewlerê, şivanên li çiyayan digerin, polên dibistanan kontrol neke, divê nekaribe agahî bigire, divê yekî ji civaka me qut neke û li dijî me weke çek bikar neyîne, divê hemû xerabiyan bêperwa nekaribe pêk bîne. Eger rewş bi vî awayî be, tê wê wateyê ku rûmeta azadiyê ya jinê, gel û her kesên li wê civakê dijîn, zerar dîtiye. Sîmsarên şerê taybet, hevkar, çeteyên fuhûşê, bazirganên tiryakê, kujerên jinan, destên ku bi copan li serê dayikan dixin û her tişt- herkesê ku rûmeta mirov qirêj dike, hedefeke xwezayî ye û li dijî wê rêgezên xweparastinê hewce dike. Ji bo vê jî şaş e ku mirov li benda rizgarkerekî ji derve be, rizgarker hêza me bi xwe ye û ji bo ku em vê yekê pêk bînin tecrûbe, eqil, amûr û rêbazên têrker hatine bidest xistin. Eger koletî, ezezî, bêrûmetî û dev ji jiyanê berdan nebe, jixwe rûmeta jin û gelê me mezine, wê demê kî dikare pêşiya me bigire? Ne ti kes…

Têkoşîna gerîla bi pêşengiya YJA Starê ku li ser esasê xweparastinê li dijî pergala zilamê serdest tê meşandin gihiştiye kîjan qonaxê?

YJA Star xwedî pêşeroj û ezmûneke mezin a rêxistinî û têkoşînê ye, artêşeke radîkal a azadiya jinê ye ku bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî tevdigere. Di vê wateyê de hêzeke îdeolojîk, siyasî û leşkerî ye. Ji ber ku şêwaza wê ya siyasî xwe dispêre têkoşîna çekdarî, radîkal e. Artêşa me ya parastina jinê YJA Star li ser bingeha tespîtên Rêber Apo yên rizgariya jinê, xwerêxistinkirina xweser û pêwîstiya artêşê xwe ava kiriye û di nava Şerê Cihanê yê Sêyemîn de destkeftiyên bi hemû jêhatîbûn û tecrûbeyên xwe yên dîrokî, li ser bingeha gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi dest xistiye. Pêşveçûnek e ku li ser bingeha îstîxbarat û teknîka dewletan û li dijî feraseta ku di demeke kurt de bi êrîşên dijwar hilweşe, di serî de zelalbûna armanca îdeolojîk, kêmkirina şopandina îstîxbarat û teknîkê, adaptasyona gerîlatiyê ye. Li gorî şert û mercên serdema nû, li gorî yekîneyên siviktir lê bi jêhatîbûna zêde tevdigerin û asta lêxistinê zêde dikin. Di vê wateyê de hêzên me yên YJA Starê di şexsê artêşên dewletan de pergala mêr hedef digirin, pêşeng û îcrakarê têkoşîna zayendî ya herî radîkal a îro ne. Ji bo vê jî bi perspektîfeke berfireh li gerîlatiyê dinêre û bi berpirsyariya zelalkirin û pêşxistina doktrîna şer û rêbaza têkoşînê ya hêzên şoreşger ên cîhanê, ji bo bidestxistina serkeftina li dijî êrîşên dijmin ên îroyîn, gerîlatiyê pêk tîne. Ev pir girîng e. Ji ber ku şopandina teknîkî, bêhevsengiya hêzê di amûrên êrîşê de û li ser bingeha hedefgirtinên berfireh de hewl didin gerîlatiyê ji holê rakin, zuhakirina qadên têkoşînê û amûrên eniya azadiyê ye di nav xwe de dihewîne, gerîlatiya profesyonel a di rewşa heyî de armanca dijmin pûç dike û li ser navê hemû jinan û mirovahiyê derfeta têkoşînê diafirîne. Weke ku ji qada pratîkî jî tê dîtin, tevlîbûna fermandariya me ya YJA Starê û hêzên me gihîştiye wê jêhatîbûnê ku şer bi rê ve bibe, bibe hêzeke lêdanê ya bi bandor û hatiye asta ku li ku derê dibe bila bibe ji her alî ve dikare derbê li dijmin bide. Tîmên pispor, serweriya li çek û teknîkê, afirînerî, derbaskirina şert û mercên zehmet, perwerde û hewldana avakirina hêzeke artêşê di şexsê her hevalekî de encam û serkeftinên cidî derdixe holê. Ji ber ku dijmin polîtîkayên qirkirinê herî zêde li ser tinekirina hêzên gerîla çêkiriye, li çiyayên Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Di rewşa heyî de dijmin êrîşên xwe dispêre cebilxaneya NATO’yê û ji Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyemîn zêdetir bombebaran kiriye. Hêzên me yên gerîla li hemberî vê yekê li ber xwe didin, tenê bi astengkirina dijmin re sînordar namînin, derbên mezin jî lê dixin. Armanca şerê gerîla feraseta pergala dewleta mêr têk bibe û di şexsê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ji hemû jin, gelê me û gelan re jiyana azad ava bike û niha dema pêkanîna vê ye. Tevahiya dîroka me ya gerîlatiyê ji aliyê Rêber Apo ve weke Şerê Gel ê Şoreşger hat pênasekirin, ev perspektîf bi taybetî bi salên 2010’an re şênberiyeke stratejîk bi dest xist. Ev stratejiya têkoşînê weke doktrîna şer ku ji aliyê Rêber Apo ve weke têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî hatiye pênasekirin tenê bi gerîla re sînordar nake, bingeha wê ew e ku her beşên civakê li ku dibe bila bibe bi feraseta têkoşînê tevbigere, hevdu temam bike û bi vî awayî xwe dispêre têkoşîna paşxistina teknîk, îstîxbarat, şerê taybet ên artêşan û aboriyê hedef digire. Di warê gerîlatiyê de jî qalîteya ku nermtir e, dikare li her cih û rewşê xwe adapte bike, bi perwerdehiya pîşeyî û jêhatîbûna yek kesî, an tîmek an yekîneyên gerîla yên ji wê zêdetir ger hewce bike dikare şer pêş bixe. Helbet em hîn jî nabêjin em di her warî de bes in, pîvana teqez a serkeftinê azadiya Rêber Apo û pêkanîna şoreşa jinê ye. Di pêşveçûna fermandeyê de di her astê de jêhatîbûnek xweser pêşketiye. Naskirina dijmin, serweriya şer, dilsoziya ji bo dozê û dema ku li dijî dijmin were meşandin dibe hêzek mezin a serketinê. Helbet artêşa me ya gerîla jî prototîpa civaka azad e. Di vê wateyê de artêşa me ya gerîla YJA Starê weke şêweya destpêkê ya civaka jina azad xwedî erk û wesfên diyarkirî ye. Pêşengtiya wê xwe dispêre vê yekê. Hêzên me yên bi vê berpirsyariyê tevdigerin, di şexsê hevrê Sara û Rûken de tu astengiyan nas nake û bi xwebaweriyeke mezin bi ser hemû hedefan diçe, di şexsê hevrê Leyla Sorxwîn û Axîn Mûş de li Bakur li dijî êrîşên dijwar ên dijmin de fermadariyê bike, di şexsê Doga Viyan, Rojda Kotol û bi dehan hevrêyên xwe de li dijî êrîşên faşîzmê yên dijwar berxwedaneke bêhempa û ruhê êrîşkariyê derdixe holê. Hevalên me yên xwedawend, keçên herî bedew ên wan dayikên hêja, ji bo vê yekê bi rûmetek herî mezin canê xwe feda dikin. Bi jêhatiya xwe ya taktîkî pergala parastinê ya dijmin dişikîne. Têkoşîna me ya gerîla hêza parastina pêşeng a şoreşa azadiya jinê ye, lewma bersiva her cure êrîşên li dijî jinê ye. Xwe weke beşa pêşeng a rêxistina xweparastinê ya jinan û gelek mekanîzmayên xweparastinê pênase dike û xwe ji helwesta fedaî û fedakariya dûr naxe. Helbet têkoşîna gerîla ji ber hovîtiya mêr-dewletê zehmetiyan dikişîne, lê ya girîng ew e ku îradeya derbaskirina van zehmetiyan bi rêxistin û biryardarî be, hêza têkoşînê bi dest bixe û xwe ji bo tarûmarkirina her cure armancên qirêj ên dijmin amade dike. Di vê wateyê de gerîlatiyên YJA Starê weke hêza têkoşînê ya rêxistinbûyî ya azadiya jinê û azadiya civakê, bi hêza xwe ya bi destxistina vî mafî li her qadê û li her derê û li her eniyê weke hêza têkoşînê ya rêxistinbûyî ya Rêber Apo, li ber xwe dide. Berpirsiyariya her jinê ya li hemberî vê rastiyê ew e ku tevlî vê rastiyê bibe yan jî di qada xwe de xwe bike hêzeke têkoşînê ya bi biryar û di her qadê de xweparastin pêş bixe û cesaret û helwesta xwe ya gerîlatiyê bi dest bixe. Jin careke din rê nade civak bê xirakirin, kolekirin û di vê wateyê de YJA Star wê nûnertiya îradeya bêhempa ya hemû jinan bike û di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bibe nûner û hêza serkeftinê ya hemû jinan.

YJA Star bi kîjan amûr, hişmendî, ruh û amûran tevlî şer dibe û bersiva dagirkeran dide?

Hêza me ya herî mezin nasnameya me ya îdeolojîk e. Yanî YJA Star xetekê temsîl dike, jê bawer dike û weke hêza têkoşînê ya rêxistinkirî tevdigere. Hişmendiya paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk û Îdeolojiya Azadiya Jinê weke pêkhateya bingehîn armanc û ruhê rêxistina me ye.  Çavkaniya wê Rêbertî ye, di vê wateyê de Rêber Apo di aliyê bîrdozî, rêxistinî û hêza têkoşînê de bêguman çavkaniya bingehîn e. Ji ber ku cewhera wê dîrokî ye, nikare bi yekî din li şûnê bi cih bike. Piştî ku ev hişmendî pêk hat, YJA Star weke rêxistineke parastina jinê, ji ber ku hebûna civakî bi nasnameya zayendî û hişmendiyê pênase dike, li ser şoreşa jinê û azadiya civakî radiweste. Ji ber vê sedemê hem armanca wê, çi hewce dike, hem jî astengiyên li pêşiya wan diyar in. Tişta sereke ya ku dê hêza şer paşde bixe, nezelaliya armancê ye. YJA Star di vê xalê de rêxistina zelal a armancê ye. Ji ber ku hişmendî û ruhê jinê xwe bi sekna Rêbertî dide çêkiriye, hesreta azadiyê xurt e û vîna têkoşîna rast e. Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û lingên wê yên taktîkî heye ku têkoşîna xwe bimeşîne. Dema ku ev hemû bi hêza sepana leşkerî tên ba hev, di şerên îroyîn de di li qadên şer hêza artêşê, îstîxbaratê, çapemenî û hwd. pêş dikeve bi serweriya teknîkî ya ku bi pisporbûnê bi dest xistiye tevdigere. Di vê wateyê de birêxistinên ku di cîhanê de mînakên wan tunene cerebeyên rêxistinkirin jêr bi dest dixe û  ji bo paqijkirina hemû amûr û qadên têkoşînê ji desthilatdariya zilam çalakiyan li dar dixe. Ji ber ku li hemberî dagirkeran di asteke girîng de ev helwesta xwe ya tevayî bi dest xistiye, dibe hêzeke lêdanê ya çalak. Ji aliyê taktîkî ve, şerê tunelan, tîmên bitevger û bi hêzên pispor li herêmên ku dijmin lê birêxistinkirî ye, bi çalakiyên cur be cur wekî şêweya şer derdikeve pêş. Dijmin li hember jêhatîbûna taktîkî û fedakariya hêzên me yên jin ên gerîla tengav dibe û derbên giran dixwe. Ji ber ku li welatê xwe em têkoşîna mafdar dimeşînin, ev hêza me ya herî mezin e. Divê yê ku ne li vir be artêşa zilam-dewletê ye.  Ji ber vê yekê yên ku cihê wan tune ye, mafê wan nîne ku li ser vê axê gav bavêjin. Hêzên navneteweyî û dewletên dagirker ku weke wekîlên wan tevdigerin, êş û azarên mezin li gelê me û jinan kişandine û didin jiyîn. Bêguman tu rewatiya vê yekê tune ye û her êrîşek li dijî hebûna me divê ducarî zêdetir bersiv were dayîn da ku dijminê we dev ji xeyalên xwe yên tunekirina me berde û azadî were van xakan. Jiyanên ku terkî wijdana wan hatine kirin winda dibin. Di vê wateyê de em xwedî li hebûn û jiyana xwe ne, em nûnertiya hemû kesên ku di qadên têkoşînê de pêwîstiya wan bi azadiyê heye re dikin, em armanc dikin ku li her qadê bi wan re hevdîtinê bikin û têkoşînê bikin yek.

Hûn dikarin li ser girîngî û encamên ezmûna YJA Starê di warê xweparastinê de çi bibêjin?

Bêguman pêşketin û ezmûna artêşbûna jinê heye ku bi tevlîbûna Sakîne Cansiz a têkoşînê û mîrateya Mîhrîban Saran-Azîme-, Bese Anuş, Rahîme Kahraman, Azîme Demîrtaş xwe bi rêxistin kiriye û bûye têkoşîneke mezin a rêxistinkirî ya artêşa jinê. Ev rastî ne tenê ji bo jinên Kurd, ji ber ku em her tim bi hevrêyên xwe yên jin ên gelên din re, lewma jî ji bo hemû jinan rêxistinbûneke mezin a sedsala 21’an şenseke mezin e. Ji ber ku di şerekî ku siberojê diyar dike de hêzeke birêxistinkirî ya aktîf heye ku li ser navê jinê bibingeh, tecrûbe, pêşketin û nûnertiya ji bo azadiya jinê bi dest xistiye têdikoşe. Ev rewş bi qasî ku ji bo dema niha girîng e, ji bo pêşerojê jî girîng e. Hem ji bo bidestxistina siberojê bi têkoşînê, hem ji bo afirandina paşeroja ji bo jinên ku wê têkoşînê bimeşînin, hem bûye çavkaniya îlhamê, hem jî ji bo îfadekirina bingeha gerdûnî ya têkoşîna gerîla girîng e. Ji ber ku bi têkoşîna xwe pirsgirêka zayendî zêdetir eşkere kiriye û li ser çareseriya wê rawestiyaye, encamên ku di hin xalan de bandorê li pêşeroja hemû jinan bike, bi dest xistiye. Ev pir girîng in. Di serî de li Rojhilata Navîn û Asyayê û bi giştî li hemû cîhanê di nava jinan de hişmendiyeke azadiyê derketiye holê, di vê de para YJA Star û Tevgera Azadiya Jinê heye û di veguherandina vê hişmendiyê de xwedî roleke mezin e û têkoşîneke birêxistinkirî, azmûnek mezin û xisletên têra hînkirina her kesî dike pêşketiye. Ji hişmendiya îdeolojîk bigire heta bi sazûmana wê ya rêxistinî û jêhatîbûna leşkerî, bi şêwazê fermandarî û stratejiya têkoşînê, her cure pêşengî û hînkirin ji bo têkoşîna azadiya jinê tê wateya gaveke cidî. Mînak dema ku me gerîlatî weke tevger jiya, helbet me hewl da ku ji tevgerên jinên cîhanê ders werbigirin, hin ezmûn hebûn, lê di qadên leşkerî de ezmûnek cidî, ezmûnek domdar pêk nehat. Ji ber vê yekê, her çend em ji dîrokê ders derdixin jî, em bi tecrubeyên xwe hîn bûn, bi keda mezin a Rêber Apo û bi hewldanên hêzên me yên gerîla, bi taybetî hevrêyên şehîd û hewldanên jinan heta demekê en di nava jiyanê de hîn bûn. Ji ber vê yekê zehmetiyên wê pir mezin bûn. Lê ya ku em hîn bûne, tû wateya pêşketina hemû jinan.  Bi vê re derfeta ku em bi lez hîn bibin derket holê. Têkoşîna gerîla çavkaniya pîvanên ku di pêşketina civakî de weke parastina xwe, parastina mafê jiyanê, vekirina qada azadiyê, paşvekişandina serdestiya mêr, dîtina wateya jinbûnê, pê serbilindbûn û nûnertiya wê ye. Li malê feodal-paşverû ne, di heman demê de bindest ê dijmin mêr e, li hemberî helwestên serdest ên mêr ku xwe bi serdestiya xwe ya li ser jinê pênase dike, li hemberî zextên kevneşopiyên ku jinan li kolanan ne temam dihesibînin, li qadên dagirkeriyê wan ji gelek qadên jiyanê dûr bixin, heta feraseta klasîk a jin û mêr ku zayendîtiyê vediguherîne qada serdestiyê, êrîşên dijmin ên jinavbirina nasname û qirkirinê, polîtîkayên qirêj, xapandinên sîstemê yên ku jinan dike mal, dewleta zindanan, birçîbûn, talankirin û bendewariya bê şert û merc hate rawestandin û ev hemû bi hişmendiya xweparastinê têkişiyan û li van hemû qadan bingehek ji bo jiyana jinan hate afirandin. Ligel hebûna YJA Star û rêxistinên xweparastinê, ti jin li hemberî zextên ku me behs kirin ne bûçare ne. YJA Star bi xwedîderketina xwe re bêçaretiya li hemberî dewlet, artêş, kevneşopî, mêr, lêdan bi dawî kir. Ev têr dike, na. Ji ber vê yekê pêwîste ji encamên vê yekê dersê werbigire, mezin bibe û di nava her kesî de li malê hêza xweparastinê bi dest bixe, da ku YJA Star bibe helwesta jinê ya civakî û bibe hêza têkoşînê. Di vî warî de ji bilî encamên siyasî û leşkerî, bandora wê ya herî mezin li ser bingeha civakî ye û ev jî mayînde ye û serkeftina teqez misoger dike. Li dijî artêşên dewletê avakirina artêşên azadiya jinê ne tenê hesabkirina dîroka şaristaniyê ye, di heman demê de yekane rêya jinê ye ku îro bigihêje siberoja azad. Li hemberî ewqas şer, wêranî, qirkirin û nakokiyên zayendîparêz, ger hebûna YJA Star û artêşên jin ên ji wê îlham digirin, li ser vê mîrateyê û li ber xwe bidin nebûna, ne zehmet e ku mirov texmîn bike ku dê encamên wê çi bin. Ne nasname, ne hebûn, ne welat, ne azadî, ne pênaseya jiyanê, ne jî hebûn li holê nediman. Dîsa jî, ev xetere nehatine rakirin.Ji ber vê yekê yekane rêya hebûna jinê  xweparastin e û divê ev yek bê mezinkirin.

Dema em ber bi 8’ê Adarê ve diçin, hûn dikarin armancên têkoşîna serdema nû ya YJA Starê parve bikin?

Em sala 2024’an hem di warê azadiya jinê, hem jî di warê neteweyî de û hem jî di warê pêşxistina Neteweya Demokratîk de bi awayekî stratejîk dinirxînin. Di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qadên nakok, li Ewropaya Rojhilat, Ûkrayna-Rûsya û li Rojhilata Navîn nakokiyên Îsraîl-Hamas ên li Rojhilata Navîn gav bi gav ber bi şerekî herêmî ve diçin, êrîşên qirkirinê yên bi armanca îdeolojîk ên ku li dijî tevgera me ya azadiyê zêde dibin. Armanc ew e ku pêşî li paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk bigire, bi hemû dijwariya xwe berdewam bike. Yanî navenda pevçênan ava dike. Ev şer li ser bingehên leşkerî, dîplomatîk, aborî û civakî pêk tê. Navenda şer Îmralî ye, tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê me tê kirin û berdewamkirina pergala esaretê nîşaneya mezinbûna şer û armanca wê ye. Di vê nuqteyê de ji bo ku şerê dewletan bigihêje armancên berfireh, armanca sereke qirkirina gelê Kurd, tinekirina gelên herêmê ye, bi vî rengî mehkûmkirina jinê bi koletiya kûr û qetlîama her tiştî li ser navê jiyanê tê kirin. Li hemberî vê yekê, têkoşîna jinê ya ku di serî de li herêmê û cîhanê li ber xwe dide, hêza çalakiyê nîşan dide, lê di rêxistinbûyîna armanc û hevpar de têr nake, divê di nava hevpar de rêxistinbûneke berfireh û hêzeke têkoşîneke domdar bi dest bixe, wê siyasetên navneteweyî yên hêzên serdest sînordar bike û paşve bikşîne û wan neçarî guhertinê bike. Weke jin divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Sedsala 21’an a sedsala jinê ye, ji ber şert û mercên objektîf û pêşxistina hêza têkoşînê ye, lê ya ku wê teqez bike, bi rastî jî bi têkoşîn û rêxistinbûneke berfireh pêkan e. Şert diguherin û ger neyên nirxandin, şert û mercên ku wê jin ber bi azadiyê ve bibe, dibe ku veguhere komkujiyê. Ji ber vê yekê divê em bi zanrbûna vê yekê tevbigerin, zanibin ku bêtir avantajên me hene û xwedî li wan derkevin. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku pêwîste em siyasetên zayendperest, neteweperest û olî derbas bikin û li gorî pêwîstiyên cewher, mejî û pêdiviya jinê ya azadiyê li hevgirtin û hevkariyê bigerin da ku em ji hemû aliyan ve li dijî hêzên serdest ên mêr têbikoşin. NATO, Rûsya û dewletên Rojhilata Navîn ne jin in, li dijî jinê ne. Helbet ji bo pêşxistina lingên xweparastinê yên têkoşîna jinê di asta herêmê de rmanca me ya sereke ew e ku em bi mîsyoneke pêşeng tevbigerin.

Têkildarî mijarê, ji ber ku navenda şerê cîhanê li Kurdistan û Rojhilata Navîn e û esasê wê li ser şikandina gerîla û mekanîzmayên xweparastinê ye, armanca me ew e ku di vê nuqteyê de li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin û derbeyek mayînde li fermana zilamê faşîst bidin. Ji bo vê yekê jî weke YJA Starê me nîqaş û plansaziyên pêwîst kirin û bi nirxandina rewşa heyî me bi berfirehkirina hebûna xwe ya rêxistinî, bi cihbûna berfireh û mezinkirina şer, wekî armancên xwe diyar kirin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan û gelan e, ji bo em nikaribin bi dest bixin rehîn tê girtin. Ji ber vê yekê em ê giraniyê bidin ser vê yekê û em ê li her qadê berxwedaneke mezin nîşan bidin, hêzeke têkoşînê ya ku wê tifaqên qirêj têk bibe û dîroka Kurdên Azad ji hevkarên xayîn paqij bike. Di vî warî de li gorî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî hem girîngiyê bidin pêşxistina rêxistinên xweparastinê û hem jî di çarçoveya gerîla de çi pêwîst be em ê bikin. Sala 2024’an bi armanca rawestandina qirkirinê û pêşîgirtina li qetlîama jinan, li ser esasê mîsyona têkbirina kesên ku wê ferz dikin hatiye avakirin. Di vî warî de em ê li ser berfirehkirina tevgera azadiya Rêbertiya xwe, ji eniya gerîlatiyê nûnertiya rast bikin, artêşên dijmin ên qirkirinê pêk tînin derbeyê lê bidinî armanca wan dagirkeriyê têk bibin û planên tarî û qirêj ên li ser maseyên dîplomasiyê tên pêşxistin pûç bikin. Ji ber vê yekê em bi biryar in ku li ser bingeha ezmûnên xwe gerîlatiya modernîteya demokratîk hîn xurtir bikin, însiyatîfa şer di destê xwe de bidomînin, xwe bispêrin çalakiyên berfireh, di qada pratîkî de bi cih bînin û bikin. Ev ruh û hişmendiya 8’ê Adarê ji bo tevahiya salê heye. Di vê wateyê de YJA Star ji bo salê amade ye û bi berpirsyariyên xwe dizane. Vegera zêdetir qadên rêxistinbûyîna civakî û bi bandorkirina xweparastinê li her qadê wê gerîlatiyê li her cihî bike bingeha pratîkê. Tevahiya civaka me, di serî de jin, gerîla jî xwedî berpirsyariyeke bi vî rengî ye. Di serî de li ser esasê azadiya Rêber Apo, dawî li dagirkeriyê bînin, parastina hebûna xwe û mîsogerkirina azadiya xwe û li ser vê bingehê layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibin, ji bo bidestxistina şoreşa jinê pêwîstiyek e, sedema hebûna me ye û armancên me yên sereke ye. YJA Starê bi xurtkirina rêveberiya xwe ya heyî zêdetir bal kişand ser wê yekê ku bibe pêşenga herî jêhatî ya şer.

Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamên we çi ne? Divê jin li ser çi bingehê têkoşîna li dijî êrîşên qirkirina jinê û sûcên civakî mezin bikin?

8’ê Adarê her çendî di warê yekkirina hişmendiya têkoşînê di asta gerdûnî de xwedî girîngiyeke sembolîk e, di heman demê de bûye îfadeya destkeftiyên têkoşîna me ya azadiyê. Di vê wateyê de weke jin pêwîste em 8’ê Adarê li hemû roj û demên salê dirêj bikin û hemû deman bikin aîdê jinan. Rêber Apo di sala 1998’an de Îdeolojiya Azadiya Jinê  di 8’ê Adarê de diyarî me jinan kiribû û di vê wateyê de 8’ê Adarê salvegera pêdiviya azadiya jinê ya xwedî nasnameya bîrdozî ye. Bi vê boneyê em careke din hevrêtiya jin a Rêber Apo û sekna bi rêgez bi rêzdarî û hezkirin silav dikin. Divê 8’ê Adara 2024’an hişmendiya sal û dema ku em tê re derbas dibin nîşan bide û têkoşîna azadiya jinê di asteke gerdûnî de bigihîne qonaxeke nû. Bi gotineke din, divê mirov di nava çalakiyan de be, lê bi zanebûna ku ji bo vê yekê rêxistinbûn û bi israr be divê were kirin. Li ser vê bingehê me bi kurtasî derbirî ku em bi çi re rû bi rû ne. Têgîna jenosîd û jinkujiyê ji bo ku desthilatdariya xwe ji nû ve dîzayn bike weke pêwîstîyekê dibîne Ji bo vê jî li her qadê her cure êrîş tên pêşxistin. Ji ber vê yekê divê jin xwedî li xwe derkevin û ev têr nake, divê ji kesên ku armanca wan tine bikin, hesab bipirsin. Ev jî ne bes e, divê karibe têkoşîneke rêxistinbûyî ya ku wê bi ser bikeve pêş bixe. Ji bo vê jî divê 8’ê Adara 2024’an bi hişmendî û mîsyona rêxistina gerdûnî ya jinê bê meşandin û li ser vê bingehê li dijî desthilatdariyê eniya herî mezin bê avakirin. Divê dengên me têkeve nav hev û destên me hev bigirin.

Şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dê kûrtir bibe û di vê wateyê de dê pevçûn gurtir bibe. Li hemberî vê divê jin kevneşopiyeke serhildan a ku çarenûsa Kurdistanê û Rojhilata Navîn biguherîne pêş bixin û li her derê rêxistinbûn û hêza çalakiya hevpar nîşan bidin. Tişta ku dikare komkujî û qirkirinê rawestîne tenê rêxistinbûna xweparastinê ye. Pêwîste ev yek hem di asta civakî de pêk were û hem jî tevlîbûna li qadên gerîla bê berfirehkirin. Çawa ku dijmin bêyî ku cihê jiyanê bihêle bi pêş ve diçe, divê cihê nefesê dijmin jî bi tevlîbûna şerê li qadên gerîla were girtin, împaratoriya tirsê ya faşîzmê were hilweşandin û rastiya xirap bi hemû aliyan ve derkeve holê. Rêber Apo dibêje, “Jin wê cîhanê rizgar bike.” Tiştên ku di nav demê de qewimîn eşkere dike ku ev biryar çiqas jiyanî ye. Weke jin em di astekê de ne ku em dikarin welatê xwe, herêma xwe û cîhanê rizgar bikin. Di vê wateyê de divê em bi hişmendî û cidiyeta erka xwe berpirsyariyên xwe bi cih bînin, li kolanan, li dibistanê, li malê, li her qadê, li gerîla, di bin pêşengiya tîlîliyên dayikan û helwesta xwedawenda bênavber de li ber xwe bidin û çi hewce dike bikin. Tu hêz nikare ji helwesta bi biryar a jinê bi ser bikeve, em vê ji dîroka xwe, ji tevlêbûna destanên ku îro hatine jiyîn, ji sekn û axaftina tolhildanê ya dayikên ku hestiyên zarokên xwe di sindoqê de wergirtine dizanin. Em ji helwesta jin û berxwedêrên ku ji bo azadiya Rêber Apo di zindanan de û di bin êşkenceyên giran de grevên birçîbûnê li dar dixin û ji helwesta dayikên xwe yên li ser bingeha civakî pêşengiya vê dikin, vê ruhê berxwedêr nas dikin. Di vê wateyê de sala 2024’an salek e ku divê jin di hemû qadan de pêşengiyê bike, enerjiya xwe bigihîne têkoşînê, li hemû qadan hesab ji mêran bipirse û bi civaka azad re bigihêjin hev. Em jinên ku wê di bin pêşengiya bîrdoziya sîwanê gerdûnî û mîmarê dirûşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ Rêber Apo de qadan tije bikin, biherikin kolanan û biryar dane xwe, zayenda xwe, civaka xwe, welatê xwe, herêma xwe, cîhana xwe di bin pêşengiya bîrdozî de rizgar bikin û biafirînin, silav dikin û bi hezkirin hembêz dikin. Helwesta têkoşînê ya yekgirtî di qadên siyasî, civakî û leşkerî de pêwîstiya serdemê û şertê serketinê ye. Pêwîste mêr-dewleta kujer bi encamên ku heq dikin re rû bi rû bimînin û jin bindest û pêşengên jiyana tijî azadî bibin xwedî serketina ku jiyana azad pêşkêşî mirovahiyê bike. Li ser vê bingehê wê qîrîna serketinê ya ji Zapê bilind dibe, bi qêrînên ku ji hemû qadên welat û herêma me bilind dibin xurtir bibe û dengê me wê ruhê azadiyê bigihîne hemû cîhanê. Ruh û kevneşopiya çiyayan azad e, aîdê xwe ye, ev ruh tevna her kesî ye, kevneşopiya wê tevnê li her mal, kolan û her derê ye. Siyasetên qirkirinê heta ku em vê jiyanî bikin dê têk biçe. Bi vê bawerî û îradeya xwe û hêza ku dide em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên berxwedêr ên ku li ber zilma faşîzmê li zindanan serî netewand û çalakî li dar xistin, bi hezkirin pîroz dikin. û ji wan re serkeftinê dixwazin. Em careke din şehîdên xwe yên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em 8’ê Adarê bi ruh, hişmendî û pêşengiya hevrê Sema Yuce pêşwazî dikin. Em hêza ku jê digirin li çiya û deştan bi sirûdên serkeftinê tije bikin, bi mezinkirina çanda azadiyê civaka xwe biparêzin û ji nû ve ava bikin, civakbûn û azadiya xwe bigihînin hev û bi hêza ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ em ê dijmin têk bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar