Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Çewlik: Em Zapê bi tenê li Zapê naparêzin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir PDK dixwaze Zap û Avaşînê bikeve û wiha got: “Em dizanin leşkerên tirk bi cilên pêşmergeyan şer dikin.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik tevlî bernameya Stêrk Tv’yê bû û pirsên bernameyê bersivand. Çewlik li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê a ji bo dagirkeran nirxand.

Çewlik bi bîranîna şehîdên meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya azadiyê 50 sal li pişt xwe hişt. Di her roja têkoşîna me ya azadiyê de berdêl hate dayîn lê di meha Gulanê de gelek hevalên me yê qehreman şehîd bûne. Hevalên me yê pêşeng ên ku di vê mehê de şehîd bûne bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê dane. Di heman demê de li ser xeta azadiyê û li ser xeta heqîqeta PKK’ê tevgeriyane û di têkoşîna me de roleke mezin lîstine. Ez şehîdên 1’ê Gulanê, yek ji fermandarê me yê pêşîn Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) a ku ji jinan re bûye îlham, şoreşgerên mezin Denîz Gezmîş û hevalên wî, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Vekîlî, hevalê me yên pêşeng Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner ê ku li zindanê serî hilda, di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya de yê ku ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê li hemberî faşîzmê li ber xwe da, hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji bo ku berdêla Rêber Apo û hevalên me yên şehîd vala neçe, îro gerîlayên Kurdistanê li Zapê û Avaşînê bi vî ruhî li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.Em şervanên Rêber Apo û hevalên şehîdan ji bo ku vê dozê li ber bixînin em ê xwedî li ked û xeta şehîdan derkevin. Em careke din sozê didin ku em ê xeta ku şehîdan afirandiye bi ser bixînin.”

Çewlik qala êrişên dagirker ên ku di 15’ê nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha got: “Vê konsepta êrişî ne dûrî êrişên par li ser Avaşîn, Metîna û qadên din e. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyek pêk tê. Tevgera azadiyê ya Kurdan him ji bo gelê Kurd û him jî ji bo hemû gelên bindest têdikoşe. Mirov nikare êrişên qirker ên li ser Rêbertî, gel û tevgera me ji konsepta vî şerî niha cihê binirxîne. Dixwazin xeta ku Rêbertî ji bo azadî û bindestan ava kiriye bi ser nekeve. Gelek hêz ji bo berjewendiyên xwe xeta Rêbertî xeternak dibînin. Ji ber vê tevlî konsepta şer a li hemberî me bûne. Di serê van hêzan de jî NATO hene. NATO van êrişên li ser Rêbertî û gelê Kurd pratîze dike. Bi konsepta şer re dixwazin di şexsê Rêber Apo de Kurdên azadî û neteweya demokratîk diparêzin ji holê rakin. Dixwazin xeta Rêber Apo û PKK’ê ji holê rakin. Bêguman ev êriş ne bi tenê li ser PKK’ê ye. Planên dagirkeriyê demdirêj in. Ji ber vê divê gelê Kurd di serî de her kes armanca vê konseptê baş fêm bike. Îsal ji bo desthilatdariya AKP û MHP’ê saleke krîtîk e. Di heman demê de ji bo PDK’ê jî saleke krîtîk e. Ji ber ku AKP 20 sal in bi metodên faşîzm û dîktatoriyê li ser pêyan man. Bi taybetî berxedana Garê û Avaşînê, berxwedana li zindanan helwesta ku gelê me di 8’ê Adarê û Newrozê de nîşan da desthilatdariya AKP û MHP’ê qels kir.”

Dewleta tirk ji Zapê ditirse

Çewlik bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Îro jî NATOyê, hêzên navneteweyî û PDK’ê didin dora xwe. Rastiya Rêbertî, gerîla û PKK’ê ji bo berjewendiyên van hêzan astengiyeke mezin e. Ji ber vê hinek hêz bi awayekî çalak di nav vê konsepta şer a dewleta tirk de cih digirin. Bi vê konseptê hewl didin derbê li gerîla û Rêbertî bixînin û desthilatdariya xwe dirêj bikin. Ev beriya her tiştî şerê Erdogan e. Ji ber ku ew ê tiştekî winda bike. Ew hay ji vî tiştî heye. Ji ber vê metodên êrişê yên cihê bi kar tîne. Li Tirkiyeyê krîzeke mezin a ekonomiyê heye, hindik maye ji hilbijartinan re. Dizane ku ew ê dî wekî berê Kurdan û gelên din nexapîne. Di destê wî de bi tenê konspeta şer maye. Ji bo Erdogan sala 2022’yan sala dawîn e. Ango sala serkeftin an jî ya têkçûnê ye. Ji bo ku têk neçe, hemû derfetên dewletê û hêzên wekî PDK’ê bi kar tîne. Me gelek caran diyar kir dewleta Tirk PDK’ê bi kar tîne. A rast PDK jî dewleta tirk bi kar tîne. PDK jî bi siyaseta xwe êdî dizane gihiştiye ber bi dawiyê. Ji ber vê ji bo AKP û PDK’ê îsal saleke krîtîk e. Erdogan dizane ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne bi tenê şer di destê wî de maye. Dewleta tirk a dagirker dema ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir xwest dora gelek qadan bigire. Bi bikaranîna hêza xwe ya teknolojiyê ji gelek qadan xwest êrişê bike. Li Zap û Avaşînê li gorî demên berê du kat teknolojî bi kar anî. Dewleta Tirk ji aliyekî ve dixwaze xwe xurt nîşan bide lê gelekî ji têkçûna li Zapê ditirse. Ji ber vê evqasî teknolojiyê bi kar tînin.Ji ber vê navê êrişê kirin ‘operasyona kilîtê’.”

Bala PDK’ê li ser gelê kurd bûya wê tevlî dagirkeriyê nebûya

Çewlik di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: “Ji bo ku PDK salên berê jî tevlî konsepta şer nebe, rêveberiya tevgera me, PKK û gelê kurd gelekî hesas nêzî vê meseleyê bûn. Ji bo ku dîsa gelê kurd êşan nekişîne, destkeftiyên gelê kurd ji holê ranebe me ev hewldan kir. Bi qasî tevgera me gelê kurd jî heta dawiyê helwesta xwe nîşan daye. Ji bo ku dewleta kirk Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, PDK’ê gaveke din avêtiye. Beriya êrişan dewleta tirk û PDK’ê gelek hevdîtin kirin. Bi pêşengiya Rêbertî gelê kurd nêz bû ku bibe netewe. Gelo heke yekîtiya neteweyî were sazkirin ew ê ev tişt ne li gorî hesabê kê be? Bêguman PDK. PDK baş bi vî tiştî dizane. Ji ber vê tercîha kir û gavek din avêt. Di van êrişên dagirker de berjewendiyên PDK’ê hene. Kesên ku dixwazin yekîtiya gelê kurd ava nebe, hêzên desthilatdar, dewletên dagirker û PDK ne. Ji ber ku PDK dizane heke yekîtiya neteweyî ya bi pêşengiya Rêber Apo pêk were, wê malbata Barzanî û feraseta PDK’ê têk biçe. Bala PDK’ê ne li ser gelê kurd e, heke li ser gelê kurd bûya wê tevlî van êrişên dagirker nebûya. Di nav planên AKP’ê de ev tişt heye ku divê PKK’ê îmha bike û piştre Başûr û Rojava dagir bike. Armanceke wan a din jî ev eku Mûsûl û Kerkûkê bisînin. Derdê wan ne bi tenê axa Kurdistanê ye. Piştî dagirkeriya Kurdistanê wê axa gelên Rojhilata Navîn û Ereban jî dagir bikin. Hemû planên xwe li ser vî tiştî kirine. Berjewendiyên PDK û malbata Barzanî jî di vê dagirkeriyê de heye. Derdê wan ne parastina neteweya Kurd e. Heke wisa bûya wê bi gelê Kurd û berxwedêrên Kurdistanê re bûna. Di warê lojîstîk, îstîbarat û gelek aliyan de piştgiriyê didin dewleta Tirk. Em dizanin leşkerên Tirk cilên pêşmergeyan li xwe dikin û wisa şer dikin. PDK ji bo ku balê nekişîne gelek tiştan bi dizî dike.Hêviya PDK’ê ev ku Zap û Avaşîn wê bikeve. Piştre jî li qada Behdînanê wê hêzên xwe yên leşkerî çalaktir bike.”

Axa eşîrên berdêl dane pêşkêş dikin

Çewlik bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Gelê başûrê Kurdistanê gelek eşîrên wê li hemberî Saddam berdêlên giran dan. Ji ber parastina axa Başûr gelek qirkirin hatine serê wan lê dîsa jî helwesta xwe diyar kirine. Ev eşîr gelek caran li hemberî siyaseta şer a PDK’ê rabûne. Li dîroka wan binihêrin gelek caran serî hildane. Sermesele li Dêrelokê eşîra Rêkanî hene. Ev welatparêz in. Wan ax û hestên xwe yên welatparêz her dem parastine û berdêl dane. Ji ber vê di salên dawîn de gelek ciwanên wan hatine qetilkirin. A niha gelek kes serî hildidin ji ber ku welatparêz in. Ciwanên Başûrê Kurdistanê yan tên girtin, yan birçî tên hiştin û yan jî tên qetilkirin. Bi destê kê? Bi destê tirkan. Em dikarin bibêjin heman tişt li ser Biradost û Zêbariyan jî tê kirin. Di heman çarçoveyê de li ser xeta Metîna û Heftanînê jî ev tişt li ser hinek eşîran têkirin. Xwediyê rastîn ê axa Başûr ev eşîr in, wan berdêl dane. Bala xwe bidinê bêtir axa van deran pêşkêşî dagirkeriya dewleta tirk kirin. Kurêjahro axa Rêkaniyan e. Gelek derên Biradostê pêşkêşî dewleta tirk hatine kirin. Bi tenê li Akrê û Dinartê li hinek deran Surçî û Zêbarî hene. Niha kî li wir in? Ji par ve herî zêde çeteyên Roj li wir hatine bicihkirin. Berê fermandarên pêşmergeyan Zêbarî û Surçî û Biradostî bûn.  Ji Dinartê heta Akrê li hemû derna çeteyên Roj hatine bicihkirin. PDK’ê li hemberî êşîrên ku gelek berdêl ane polîtîkayên ciyê dike. Ji aboriyê heta tiştên cihê axa van eşîran pêşkêşî êrişkariya dewleta tirk kirine. Divê gelê Behdînanê vê rastiyê bibînin. Ev tişt ne bi tenê li dijî PKK’ê ye li hemberî Kurdistanê ye jî.”

Bila PDK neke ku em hinek gavan biavêjin

Çewlik ev tişt anî ziman: “Niha Zap ji xeta jêr hatiye dorpêçkirin, PDK jî di nav vî tiştî de ye. Tê dîtin PDK, malbata Barzanî û Mesrûr Barzanî bi xwe vî tiştî organîze dike. Divê PDK baş bi vî tiştî bizanibe, heke gerîlayên Kurdistanê li Zapê bitengije û derban bixwe, em ê jî Barzanî bistînin! Barzanî ne muxtarê Zap, Avaşîn û Garê ye! Ma nizane! Divê Barzanî vê rastiyê bizanibe. Çiyayê Barzanê bi çiya, av û daristanên xwe wekî Zapê ye. Tu ferqa çiyayê Sefînê ji Garê tune. Ma evqasî jî nikare bifikire! Gelo PDK qet li vê polîtîkaya xwe nafikire.  Yek ji kesên ku rastiya gerîlayên PKK’ê dizane, PDK ye. Ma PDK qet bi vî titşî nafikire? PDK û dewleta faşîst ew peyam nestendin? Îsal li Newrozê hemû ciwanan digotin ‘Bijî Serok Apo’ gelo wê ev ciwan Zapê bi tenê bihêlin. Heke li Zap, Avaşîn, Metîna, Garê û Behdînanê di şikestina gerîlayan de bi dewleta tirk re bin, em ê jî derbasî qadên din bibin. Bila me neynin vê astê. Divê PDK hesabê vî tiştî bike. Em hê di destpêkê de ne û divê li gorî vê rastiyê tevbigerin.”

Çewlik qala êrişên îsal ên li qadên gerîlayan kir û wiha got: “Par jî dijmin leşkerên xwe danî gelek deran. Dewleta tirk cihên ku gerîla ne li wir in stend. Heta niha şerekî giran didome. Sermesele şerê li Zapê gelekî giran e. Şev û roj şer didome. Heke hatibe şopandin wê were dîtin dijmin ketiye bi tenê du sê şikeftan. Dewlet a tirk li Çiyayê Reş, Kurêjahro û Şehîd Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar anî. Navenda vî şerî Zap û Avaşîn e. Gerîlayan îsal tecrubeyeke wisa derxistin holê êdî şer ne bi tenê li tunelan e, li eraziyê jî çalakî gelek hene. Wekî tîmê gerok tevdigerin. Di warê tarz û taktîkê de di nav hev de ne. Bi tenê li hemberî operasyonê li ber xwe nadin, ji bo bidestxistina serfiraziyê jî çalakiyan dikin. Gerîlayên Zapê xwedî tecrune ne. Gerîlayên Zapê dûmahîka Pêngava Bazên Zagrosê ye. Di şerê 17 rojan de gerîla bi tenê li ber xwe nade, di heman demê de êriş jî dike.”

Rola YJA-Starê

Çewlik ev tişt jî anî ziman: “Di vî şerê 17-18 rojan de fermandar û hêza YJA Starê jî di asta pêşeng de rola xwe bi cih anî. Heta niha 8 hevalên jin şehîd bûne. Di şexsê Mizgîn, Viyan, Şaristan de hemû hevalên şehîd bi bîr tînim. Di şerê Zap û Avaşînê de gerîlayên YJA Starê li eniyên pêş, di nav tîmên gerok de, li her qada şer, bi îrade û baweriya xwe pêşengtiyê dikin. Her gerîlayên YJA Starê di şerê dîrokî yê li hemberî şerê dîrokî de hay ji berpirsyariyên xwe heye. YJA Starê rengê xwe da vî şerî. Jinên Kurd hêza xwe ya xwezayî diparêze. Ji ber vê jî faşîzma AKP û MHP’ê ji jinên Kurd nefret dike. Ji ber ku jinên Kurd bûne hêz. Herî zêde hêzên YJA Starê li qada cengê derbê li leşkeran dixe. Ev hêz û pisporî di nava xwe de ava kiriye. Wê berxwedana YJA Star û ya hemû jinên Kurd wê faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe. “

Çewlik diyar kir wê gelê Kurd di sala 2022’an de bi ruhê Newrozê jî têkoşîna xwe bidomînin û got “Çawa ku gerîla ji bo serkeftinê bi berxwedanê canê xwe dide, ji bo xwedîlêderketinê jî bêguman helwest hewce ye, çalakî hewce ye. Em bawer in wê gelê me ji niha û şûnde vê helwesta xwe nîşan bide. Em gerîlayên Kurdistanê jî ji bo têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê em ê hemû qadan bikin qadên berxwedan û serfiraziyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar