Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ceylan: Îktîdar dixwaze HDP’ê krîmînalîze bike

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan got ku malbatên li ber avahiya wan, ji hêla derdorên cuda ve tên şandin û armanca wan krîmînalîzekirina HDP’ê ye. Ceylan diyar kir ku ew weke HDP’ê dê neyên lîstika tolhildanê ya AKP’ê û dê vê lîstikê jî vala derxînin

Malbatên ku îdia dikin zarokên wan ji çiyê re hatine şandin, çalakiya xwe ya li ber avahiya HDP’ê didomînin. Polîsên ku çalakiyên HDP’ê yên herî biçûk jî bi hovane êrîş dikin, tevî ku çêr û heqaretan dikin jî nêzî van malbatan nabin. Têkildarî mijarê hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ji MA’yê re axivî.

Zeyyat Ceylan anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, di nava 40 salên dawî de zêdetirî 20 hezar kurd ji hêla kesên kiryarên wan diyar an jî nediyar ve hatine kuştin. Ceylan bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de îktîdar an jî partiyekî ji bo dîtina kujerên van kesan tu hewldan nekirine û wiha domand: “Di serdema AKP’ê ya 17 salan de bi hezaran kes hatin kuştin. AKP’ê hê jî hesabê vê nedaye.Polîtîkayên şer, aborî û cudakar ên AKP’ê ji hêla gel ve nehate qebûlkirin û vê jî xwe di 31’ê adarê de dar der. AKP’ê tola hilbijartinê, dixwaze ji HDP’ê hilîne.  Ji bo vê jî hewl dide HDP’ê krîmînalîze bike.”

‘Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin’

Ceylan destnîşan kir ku AKP ji bilî şer nikare tu tiştekî bide Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Ev polîtîka AKP’ê ber bi têkçûnê ve dibe. Ji bo ku mijarên tayînkirina qeyûman ji rojevê bikevin, malbatên ku zarokên wan winda yan jî naçin malê dişînin ber avahiya me. Dixwazin binhişekî ku weke HDP zarokan dişîne çiyê biafirînin. Bi vê yekê dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Îdiayên tên kirin derew û îftîra ne.”

Malbat li xwe mikur tên ku polîsan ew şandine

Di berdewamê de jî Ceylan daxuyand ku polîtîkayên qirêj ên li dijî partiya wan teşhîr dibin û wiha domand: “Ji malbatan kesek dibêje; ‘Polîsan ez şandime vir.’ Malbateka din dibêje; ‘Wê demê zarokê min li emniyetê bû. Piştre ji me re gotin ku zarokê we li emniyetê ye.’ Xuyaye ku ya ku tê kirin senaryoye. Lîstikek tê lîstin. Em ê vê lîstikê xera bikin. Tu pirsgirêkeke me ya bi malbatan re nîne. Berteka me li dijî derdorên wan dişînin e. Çapemeniya hawîz bi hevkariya polîsan re derew û propagandaya reşkirinê dike. Biborin lê dê tiştek ji vê dernekeve.”

‘AKP ji bo tolhildanê lîstikan dilîze’

Herî dawî jî Zeyyat Ceylan ev tişt anîn ziman: “AKP ji bo tolhildanê van lîstikan dilîze. Gelê Kurdistanê di hilbijartinê de HDP pejirand. AKP’ê jî li Tirkiyeyê derb xwar û ji îktîdarê ket. Bi zorê xwe li îktîdarê digire. Ji ber vê jî bi hestên tolhildanê êrîşî HDP’ê dike. Van êrîşan bi rêbazên cuda dikin lê dê biser nekevin. HDP û partiyên ji kevneşopiya siyaseta kurd tên, ev 30 salin têkoşîna li dijî şer dimeşînin. Polîsên ku nahêlin partiya me çalakiyekî li dar bixin, tevî êrîşên malbatan jî bêdengin. Xuyaye ku wan ew birêxistin kirine. Lê em ê neyên lîstika wan. Em ê hewl bidin malbatan bi diyalogê qanih bikin. Em jî dayik û bav in. Ger bi rastî jî zarokên wan li holê nebin, em ji vê re rêz digirin. Ger ku armanca dewletê dîtina zarokan bûya, dê aştî diyarî wan malbatan bikira. Bi van lîstikên qirêj nikarin gel bixapînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar