Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ceza li hevseroka ku ket avahiya partiya xwe birîn!

Li dijî şermezarkirinên qeyûman, polîsan avahiya HDP’ê ya Edeneyê û gelek cih dorpêç kirine. Bi biryara qedexeya 15 rojan a walîtiyê re, ketin û derketin avahiya HDP’ê tê astengkirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulseren Tural a ket avahiya partiya xwe û derket, pereyê ceza lê birîn

Walîtiya Edeneyê, ji bo pêşîgirtina çalakiyên şermezarkirinê yên tayînkirina qeyûman bigire di 19’ê tebaxê de ji bo 15 rojan biryar dabû ku hemû çalakî û xwepêşandan ên li bajêr qedexe ye. Walîtiyê ev biryara xwe nû kir 15 rojên din çalakî û xwepêşandan li bajêr qedexe kir. Ji roja destpêkê ve ye di çarçoveya qedexeyê de dorpêça li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê jî dewam dike. Polîsên rejîma AKP/MHP’ê ketin û derketina avahiyê asteng dikin. Ligel avahiya HDP’ê, Parka Îsmet Înonu ya li navenda bajêr jî ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hatiye girtin û destûr nayê dayîn ku welatî bikevin parkê. Her wiha li Qada Beşocak û li hin cihên navenda bajêr wesayîtên zirxî, TOMA û polîsên hêzên çewîk hatine bicihkirin.

HDP’iyên dikevin avahiya partiya xwe ya dibin dorpêça polîsan de, di çarçoveya Qanûna Kêmasiyan a bi îdîaya “Nêzîkatiya li dijî fermanê tevgerîn” de, cezayê pere li wan tê birîn. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulseren Tural a di 25’ê Tebaxê de çûbû li Qada Beşocak û di 24’ê tebaxê de jî ket avahiya partiyê, di çarçoveya Qanûna Kêmasiyan a bi îdîaya “Nêzîkatiya li dijî fermanê tevgerîn” de, 320 TL cezayê pere lê hat birîn.

Hevserokên HDP’ê yên Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Mahsûm Erîg di vê çarçoveyê de ji ajansa MA’yê re axivîn û bertek nîşanî qedexe, dorpêça polîsan û tayînkirina qeyûman dan û banga têkoşîna hevpar li hêzên ked û demokrasiyê kirin.

Avahî di rewşek dagirkirî de ye

Erîg diyar kir ku walîtiyê hemû çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman qedexe kirine û wiha axivî: “Polîsan di çarçoveya qedexeyê de avahiya me dagirkirine. Lê ligel hemû astengiyan jî em ê bertekên xwe nîşan bidin. Ketin û derketin partiya me asteng dikin. Kesên ku dixwazin bikevin avahiyê ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin. Li ber avahiyê 6 otobus û TOMA hene. Ji ber ku hevseroka me ji avahiyê derket cezayê pere lê birîne. Ev rewş teqez nayê qebûlkirin. Qeyûm desteserkirina vîn û mafê gele. Em banga têkoşîna hevpar a li dijî qeyûman li hemû beşên civakê dikin.”

Banga têkoşîna yekgirtî

Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulseren Tural jî destnîşan kir ku Walîtiya Edeneyê û Miduriyeta Polîsan zextan li hemû beşên civakê dike û wiha got: “Di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de peyva qeyûm qedexe kirin. Ev nayê qebûl kirin. Vîna gel nayê xesp kirin. Em ê xwedî li vîna gel derkevin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman dewam bikin. Em banga têkoşîna hevpar û yekgirtî li hêzên demokratîk û kedê dikin. Em banga xwedî derketina li avahiya me ya HDP’ê dikin. Bila kes ji me nexwaze ku em qeyûma qebûl bikin. Em ê mîna her car têkoşîna xwe dewam bikin.”EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar