Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ceza li kesê derûniya wî nebaş hat birîn

Li Edeneyê, bi îdiaya “heqaret li serokomar kiriye” 2 sal û 6 meh ceza li kesê derûniya wî nebaş M.O. hat birîn. Parêzer Ozgur Yakût diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin

Dadgeha Cezayê Giran a 27’an a Edeneyê bi îdiaya “heqaret li serokomar kiriye” 2 sal û 6 meh ceza li M.O. yê derûniya wî nebaş birî. Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê jî cezayê hat birîn pesend kir. Parêzer Ozgur Yakût diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.

Dadgeha cezayê giran, di danişîna biryargirtinê ya 11’ê adara 2019’an de diyar kir ku M.O. “heqaret li serokomar kiriye”. M.O. jî di parêziya xwe de bilêv kir ku wî peyam ji CÎMER’ê re şandiyê lê belê poşman e û wiha got: “Wê çaxê derûniya min xirab bû. Min ê ji kesekî din re bişanda lê min çûye ji CÎMER’ê re şandiye. Di warê mêjî de nerihet im. Doza beraatê dikim.” Lê belê dadgehê bi heman tawanbariyê 2 sal û 6 meh ceza li M.O. birî û Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê jî ceza pesend kir.

Parêzerê M.O. Ozgur Yakût diyar kir ku divê tawanbarkirina “heqaretê” di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de bê nirxandin û got ku bi hezaran kes bi îdiaya “heqaret li serokomar” kirine hatine cezakirin. Yakût bilêv kir ku antîpîk psîkoz, şîzofrenî hwd. nerihetiyên derûnî yên muwekîlê wî hene, lê belê dadgehê dîsa jî ecza lê biriye. Yakût diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin û wiha got: “Tu eleqeya van biryaran bi hiqûqê re tune ye. Ger ji Dadgeha Qanûna Bingehîn tiştek derneyê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar