Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Ceza li rojnamegerê girtî Îsmaîl Çoban hat birîn

Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Tarsûsê, ji ber kûpurên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 2 sal ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Îsmaîl Çoban birî

Dadgeha Cezayê Asliye ya 8’an a Tarsûsê ya Mêrsînê ji ber kûpurên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 2 sal ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Îsmaîl Çoban birî.

Çoban di Nîsana 2018’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin û hîn jî di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ye. Çoban li girtîgehê hin kûpurên Rojnameyê Ozgurlukçu Demokrasiyê berhev kiribûn û di 24’ê Tîrmeha 2019’an de di avêtina ser qawişê de gardiyanan dest danîbû ser kûpuran û sûc hesibandibûn.

Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ji ber van kûpuran di 1’ê sibata 2021’ê de derbarê Çoban de îdiname amade kiribû û Dadgeha Cezayê Asliye ya 8’an a Tarsûsê jî îdianame qebûl kiribû. Danişîna biryarê ya dozê di 31’ê adarê de pêk hatibû. Di danişîna duyemîn a biryarê de dadgehê bi îdiaya ‘amûrên qedexe’ 2 sal ceza li Çoban birî.

Her wiha dadgehê di biryara xwe de ji bo nivîsên kurdî yên di nav kûpuran de îfadeya ‘nivîsên bi zimanekî nayê zanîn’ bi kar aniye.

Biryareke sosret e

Parêzerê Çoban Mehmet Altûntaş, anî ziman ku rojnameya ku kûpurên wê hatine berhevkirin di çarçoveyeke qanûnî de hatiye girtîgehê û ji bo 2 sal cezayê li muwkîlê wî hatiye birîn jî wiha got: “Biryareke eletewş û dûrî aqilan e. Îsmaîl Çoban, Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat bû. Tu hêleke hiqûqî ya vê biryara derbarê rojnamevanekî de tune ye. Biryareke sosret e. Biryareke dûrî aqilan e, ji xeynî vê tu ravekirineke vê biryarê tune ye.”  MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar