Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Duzceyê girtî ye, di axaftina xwe ya heftane ya telefonê de ji malbata xwe re binpêkirinên ku li girtîgehê pek tên ragihand. Keleş ragihand ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê didome û rêveberiya girtîgehê vîtamîna pêwîst nade girtiyên di grevê de ne.
Keleş da zanîn ku têkildarî armanca grevê daxwaznameyekê dane rêveberiya girtîgehê û ji ber vê derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Keleş gotiye ku ji ber gotina ‘Birêz Abdullah Ocalan’ a di daxwaznameya wan de li 15 girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn.
Keleş herî dawî ji malbata xwe re ragihandiye ku dema jimartinê gardiyan li deriyan didin û helw didin provakasyonan derbixin zexta derûnî li wan dikin. EDENE