Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Cezayê pereyan li dayikên girtiyan birîn

Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê li dayikên girtiyan û kesên tev li çalakiyên ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûn, 320 lîre cezayê pere birî. Dayikan jî bertek nîşan dan û gotin ku li daxwaza aştiyê ceza hatiye birîn

Dewleta tirk li Wanê bi hinceta ‘qanûna qebehetê binpê kirine’, li dayikên girtiyan, rêveberên Şaxa TUHAYDER a Wanê û rêveber û hevserokên HDP’ê yên bajar ên ku ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî pêk anîn, 320 lîre cezayê pereyan birî. Şaxê Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ku ceza birî, 3 caran cezayê pereyan li hinek dayikan birî.

Li ser mijarê, dayikên girtiyan li avahiya HDP’ê ya Wanê civiyan û bertek nîşanî biryarê dan. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, hevserokên bajêr, rêveberên TÛHAYDER’ê û gelek kesan jî piştgirî dan dayikan.

‘Ceza li banga aştiyê birîn’

Der barê mijarê de endama Dayikên Aştiyê Zekiya Kaya anî ziman ku wan ji bo ku zarokên wan nemirin û aştî pêk bê çalakiya rûniştinê pêk anîne. Kaya got ku li banga wan a aştiyê cezayê pereyan hatiye birîn. Kaya wiha dom kir: “Em vî pereyî nadin. Ji ber ku me tu sûcek nekiriye. Me destê xwe dirêjî aştiyê kir û xwest ku zarokên me nemirin. Tevî cezayan jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar