Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Cezayê sedsalî jî bidin em ê dev jê têkoşînê bernedin’

Navenda Nûçeyan |

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizraklî yê rehîn, ji Girtîgeha Bûnyayê bi wesîleya salvegera Darbeya Qeyûm a 19’ê Tebaxê peyam şand.

Mizrakli di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Hûn walîyê mêtinger bînin jî em ê dev jê neqerin. Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin. Bi tunekirina destkeftiyên civakî, ev ferzkirina qirkirinê ya li gel bû. Ji ber vê şaredariyên ku bi destê waliyên mêtinger ve têne rêvebirin pêşî êrîş bi ser jinê de anîn. Belê, qase hatin valakirin lê kesên ku êrîşê bînin ser dîrok, çand û zimanê gel kêm nebûn. Hemû saziyên li ser vê qadê hatin girtin. Bi deh hezaran mirov ji kar û barê xwe bûn. Deynên bi milyonan lîre hatin hiştin. Walîyên mêtinger bînin ser şaredariyên gel jî, me kesên ku hatine hilbijartin bigirin û bi sedan salan ceza bidin jî em ê dev ji têkoşîna xwe naqerin. Tu demê em ê bawerîya xwe ya bi têkoşîna demokratîk winda nekin û bi têkoşîna demokratîk komarê demokratîk bikin. Dîroka mirovahiyê her carê nîşan daye ku gotina dawî her demê berxwedêr dibêjin. Gotina me ya dawî li dijî van qirkirin û komkujiyan ev gel li ber we wê serê xwe netewîne û bi berxwedana xwe siltaniya zaliman hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar