Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

CHP: Divê Suleyman Soylû demildest îstîfa bike

CHP’ê li 81 bajaran bi awayek hemwext êrîşa li dijî serokê xwe yê giştî Kemal Kiliçdaroglu şermezar kir û hat gotin ev êrîşek organîzeyî ye û bang li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû kirin ku îstafa bike. Kiliçtaroglû jî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ev êrîşeke organîzeyî ye

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû duh li gundê Akkuzulu yê navçeya Çûbûka Enqereyê di merasîma cenazeyê leşkerekî de rastî êrîşa komekê hat. Rêxistinên bajaran ên CHP’ê li 81’ê bajarî yên Tirkiyeyê û bajarên herêmê êrîşa li dijî serokê xwe yê giştî Kemal Kiliçdaroglû hemwext şermezar kirin. Li 81 bajarên daxuyanî hat dayîn bang li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû hat kirin ku îstîfa bike.

Yek ji şermezarkirina girseyî CHP’ê li Taksîma Stenbolê li dar xist. CHP’iyan dovîzên îstîfaya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû dixwestin hildan û dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” berz kirin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî destek dan daxuyaniya CHP’a Stenbolê.

Divê Soylû demildest îstîfa bike

Serokê Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû daxuyanî da û diyar kir ku êrîş ne tenê li dijî Kiliçdaroglû pêk hatiye di heman demê de bêhurmetî li dijî malbata leşker jî hatiye kirin. Kaftancioglû wiha got: “Divê Wezîrê Karê Hundir demildest îstîfa bike.”

Şaredarê Stenbolê yê CHP’î Ekrem Îmamoglu jî piştî Kaftancioglû axivî û wiha got: “Kesên vê tevgerê kirin e, ne komikekê pêk tê. Ev karek ku hatiye amadekirinê ye.”

Di heman saetê de li 81 bajaran rêxistinên CHP’ê daxuyaniya hevpar dan.

Êrîşeke organîzeyî bû

Li aliyê din Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî li Navenda Giştî ya partiya xwe rojnameven qebûl kir û daxuyanî da. Kiliçdaroglû di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev êrîşeke organîzeyî ye û ev tişt ragihand: “Duh tiştek nexweş qewimî. Protest maf e lê ev tiştek cuda bû. Ev êrîşek lîncê ya organîzeyî bû li dijî min. Ez difikirim ku armanca wan ew bû CHP’ê daxînin kolanan. Êrîşek bi plangerî bû. Tedbîrên ewlehiyê kêm bûn. Midurê Emniyetê hat gel min tevî vê yekê jî derxistina me ya ji wê malê saetek û nîv dewam kir. Yên daran belav dikirin hebûn. Dîmenên wan li gel me hene. Xwediyên malê ditirsiyan ku mala wan bê şewitandin. Provokasyonek bû. Midurê emniyetê xwest min bi kamuflaj ji malê derxe min qebûl nekir. Min got ev çi ye qey ez sûcdar im?”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar