42’yemîn Lijneya Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, di 23’ê adarê de li bajarê Strazbûrgê yê Fransayê pêk hat. Di lijneyê de raporên Tirkiyeyê, Îngilistanê, Almanya, Ermenistan, Luksembûrg, Gurcistan, Fasê û rolên ciwanên bejahiyê û rêveberiyên herêmî hatin nirxandin. Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, diyar kir ku tayînkrina qeyûman a ser şaredariyan li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Kongreyê li dijî 25 dengên na bi 100 dengî qebûl kir ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê “darbeya li demokrasiya herêmê ye”.
HDP’ê di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de 5 jê bajar, 45 jê navçe, 15 jê bajarok bi giştî 65 şaredariyan qezenc kir. Di nav 19 mehan de ji van şaredariyan 59 jê ji aliyê hikûmetê ve hatine desteserkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin. 4 jê navçe û 2 jê jî bajarok tenê 6 şaredarî di destê HDP’ê de mane. Ji Tirkiyeyê li ser navê HDP’ê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan tevlî kongreya ku ji 47 welat nûner beşdar bûbûn bû. Fîdan, piştî civînê vegeriya Tirkiyeyê û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir.
Pêşnûmeya AKP-MHP’ê hat redkirin
Adalet Fîdan, da zanîn ku nûnerên AKP-MHP’ê li dijî rapora kongreyê ya rêveberiyên herêmî pêşnûme dane û pêşnûmeya wan hatiye redkirin û wiha got: “Nûnerên AKP-MHP’ê tayînkirina qeyûman parastin û di cih de dîtin. Nûnerekî MHP’ê gelek caran got ku HDP terorîst e. Nûnerên welatên din li dijî vê gotina nûnerê MHP’î derketin û li ser bêhiqûqiya qeyûman rawestiyan. Bi piraniyan dengan hat qebûlkirin ku tayînkirina qeyûman darbeya li rêveberiyên herêmî ye. Heke wiha bidome wê endamtiya Tirkiyeyê ya kongreyê bikeve xetereyê.”
Li derve û hundir ne mîna hev in
Di berdewamê de Fîdan, bal kişand ser rola nûnerên CHP’ê yên li lijneyê û ev tişt got: “Dema dengdana rapora Tirkiyeyê ya derbarê qeyûman de endamên CHP’ê li dijî raporê deng bi kar anîn. Daxuyaniyên nûnerên CHP’ê yên derbarê qeyûman de xemnak bû. Beriya niha dema ku em bi wan re diaxivîn digotin ku tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye. Lê li daxaftinên xwe yên kongreyê de derbarê meşrûbana qeyûman de axaftin kirin. Ev helwesta CHP’ê nayê qebûlkirin. Gotin û pratîka CHP’ê hev nagire. Em tiştên CHP’ê li wir digot rexne dikin. Bi taybetî jî axaftina Şaredarê Buyukçekmeceyê pir neyînî bû. Vê helwesta CHP’ê nûnerên welatên din jî matmayî hişt. Lewre di axaftina xwe ya bi wan re de jî digotin ku li dijî qeyûman e. Lê dema ku di dengdanê de li dij deng bi kar anîn herkesî matmayî hiştin. CHP’î li hundir cuda li derve cuda diaxivin.”