Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çi bi hestiyên li binê qereqolê hat?

Li qereqola polîsan a li navçeya Bismilê ya Amedê, dema ku bi kepçeyan karê hilweşandinê dihate kirin, hestiyên mirovan hatibûn dîtin.

Li ser vê yekê karê hilweşandinê hatibû rawestandin û beton li qadê hatibû rijandin. Li gorî agahiyan, karkerên ku karê hilweşandinê dikirin, hestiyên mirovan ên dîtin radestî Midûriyeta Bexçeyên Parkan a Şaredariyê kirin.

Aqûbeta hestiyên hatin radestkirin, hînê nedihate zanîn. Hin kes li qeyûmê li Bismilê geriyan û jê pirsîn bê çi bi hestiyan hatiye, lê belê tu agahî nehate dayin.

Şahidekî ku nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku Midûriyeta Bexçeyên Parkan a Şaredariyê hestî di hundirê kartonekê de radestî meleyê şaredariyê kir û mele jî hestî bi rengekî veşartî li cihekî binax kir. Şahid dibêjin, hestiyên hatine dîtin dibe ku yên wan mirovan bin ku di salên 1990’î de bi rengekî ‘kiryar nediyar’ hatin qetilkirin.

Hestî par radestî Midûriyeta Bexçeyên Parkan a Şaredariya Bismilê hatibû kirin. Li gorî agahiyan, piştî ku Midûriyeta Bexçeyên Parkan rewş ji Dozgeriya Komarê ya Bismilê re ragihand, bi biryara dozgeriyê ji meleyê şaredariyê re li gel polîsan fermaneke nivîskî hat şandin.

Hat ragihandin ku 75 hestî li hundirê sindoqekê hatin bicihkirin, radestî mele hate kirin û bi vî rengî li Goristana Akpinarê bi rengekî komî hatin veşartin. Lê belê hînê nayê zanîn ku hestî yên çend kesan e. Di nivîsê de ya ji mele re hat şandin, tenê qala 75 parçeyên hestiyan tê kirin.

Wêneyên li ser gora komî giştî ANF’ê. Di wêneyan de tê dîtin ku kêlek bêxwedî û kevirên li ser gor hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar