Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çi bû teyrê nikulkêr?!?(!)

Navê wê danîbûne “mifte pençe”. Hemû balafir, ÎHA, SÎHA, dron, tang-top û teknolojiya çekan a herî bilind bi wî navî xemilandibûn şeva 17ê nîsanê berê xwe dabûne Zap, Avaşîn û qadên berxwedanê yên din. Di heman şevê de 70 balafiran bênavber bomberan kiribû. Bi hêviya serkeftineke ji bo hilbijartinên sala 2023’yan bi dest bixe serokkomarê tirk Erdogan bi hemû hêza xwe êrîşî qadên gerîla yên berxwedanê kiribû. Beriya wê hêviyên wî li Heftanînê, Garê şikestibûn. Lê ji têkçûnê têr nedibû. Ya rast neçar mabû lê ferz bûbû ku xwe li keleman bixe, eger xwîn bibe jî, serkeftineke erzan an biha bi dest bixe, wê li ber xwînê neketiba.

Lê hesabê ku li Enqereyê, li qesra 1001 odeyî dihatin kirin li zinarên Avaşîn û Zapê diketin li ser Erdogan şûnde vedigeriyan. Avaşîn, Zap û qadên berxwedanê yên artêşa tirk berê xwe dabûyê ku di nav çend rojan de dagir bike û serkeftina xwe îlan bike bûbûne kelehên Çînê yên ku artêşa Mongol lê asê dima. Ev vîna gelê kurd bû ku di dîroka hemdem de Tevgera Azadiyê û rêberê wê Ocalan afirandibû. Artêşa “teyrê nikulkêr(!)” a mifteya xwe bi pençeyê xwe re dibir ku deriye Zapê veke kêrî tiştekî nedihat. Asê dima, leşkerên pispor û teknolojiyê têrê nedikir; leşker û helikopter winda dikirin, neçar careke din, careke din êrîş dibirin ser berxwedanê.

Piştî her êrîşa li wan weke basksikestinekê vedigeriya dest bi çekên kîmyayî yên di şer de bikaranîna wan qedexe ye bi kar anîn. Heta dawiyê bi sedan caran çekên kîmyayî ku nav û cureyên wan ji aliyê rêvebiriya gerîlayan ve dihat aşkerakirin bi kar anîn. Weke artêşeke dirinde û devbixwîn êrîş kirin. Erdnîgariya başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyayî şûştin. Daristan jê kirin, gund vala kirin. Bi alîkarî û hevkariya PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestin gerîla îmha bikin. Gund bombe kirin, bi dehan sivîl kuştin. Ji bilî wan bermayiyên DAIŞê, hêzên terorîst ên di bin parastina dewleta tirk de ne jî weke leşkerên tirk bi kar anîn. Kifş bû ku tev van hovîtî û dirindedîtiyan kêl negirtiye, têra serkeftina wan nekiriye.

Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar hefteya borî gotiye, “Hereketa Pençe kilît bi dawî bûye.” Pê re Hûlûsî Akar gotiye, “Erdê Zapê yê li aliyê Iraqê, eraziyekî herî zor e. Geliyên kûr, kendalên tîk, gelek şikeft lê hene. Li her aliyên herêmê bi mayîn û teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, bi cih kirine.” Min ev agahî ji kanaleke youtubeyê ya bi navê Îlk Bakış girt. Ji bo pişrastkirina wê ez li înternetê malper û rojnameyan geriyam, li tu derê ev agahî tune bû. Ez ji agahiyê ketim şike, agahiyeke gîrîng bû lê tu derê pejna wê tune bû. Sibetirê min agahî piştrast kir, çavkaniya wê rojnameya Sozcû ye, nivîskarê rojnameyê Denîz Zeyrek ev agahî roja 31’ê kanûnê di quncikê xwe de belav kiriye. Ji bo min piştraskirina wê girîng bû, min peyitand, êdî jê şik û guman nema. Jixwe HPG’ê di 26ê kanûnê de gotibû artêşa tirk ji hin deveran vekişiya. Agahî li hev dikin. Bi devê Wezîrê Parastinê bi awayekî zelal hatiye gotin ku me dawî bi vê tevgerê aniye. Lê hinceta ku erazî pir dijwar bûye jî pêve kiriye, gotiye me şikeft di serê wan de anîne xarê, me 2000 mayîn îmha kirine, 600 şikeft û stargeh rûxandine. Gotineke pêşiyan heye, dibêje, hinceta baberketiyan nanê cehîn e. Têkçûyî tekçûna xwe bi nanê ceh ve rave dikin. Me tevgera dagirkirinê bi dawî kir lê me ev qas jî serkeftin bi dest xistin. De herin lo kenê miriyan neynin. Lê berî ku artêşa tirk neçûbû dagirkirinê jî ew erdnîgarî li wir nebû?! Heta tecrûbeyeke mezin a artêşa tirk hebû. Beriya 14 salan dîsa çûbûn Zapê lê siwar çûbûn peya hatibûn. Fermandarê giştî Yaşar Buyukanit gotibû, “milyonek leşker jî hebe nikare li wir bimîne. Me weke ku mû ji rûn bikişînin artêşa xwe ji wir xilas kir.” Diyar e ku vê carê jî artêşa tirk ji bo heyfa bavo çû, dayê jî serde da. Niha bila artêş û Akar piştstûyê xwe bixurînin. Ka ew xurê gezgezkê kengî derbas dibe, xwedê bizanibe.

Pêsnê xwe didan, hê jî didin. Simbêlên wan birekên elektrîkê jî nabirin. Ew dewleteke cîhanî ne. Kes nikare li dijî wan derkeve. Ji Lîbyayê, Sûriyê, Qerebaxê heta Kerkûkê ew hikumdar in. Artêşa wan teyrê nikulkêr e.

Niha bi xemgînî pençeyê teyrê xwe dinerin, ketiye çi halî! Teyrekî baskrûçikî, pençeyên skestî hewceyî tedawiyeke psîkanalîtîk in. Divê têkçûna xwe di daboriya xwe ya dergûşiya xwe ya hov û dirinde de bigerin û xwe derman bikin. Nikulên kêr di her bedenan de naçin. Hinek beden ji pola ne, weke kelehan in, derbasbûn û nikulkirina wan, nikul dişkêne, teyrê qelp li ser pişte dikeve, pê re baskê xwe jî dişkêne.

Em heqê wan nexwin, rastiyeke wan ji quretiya dirinde û hovîtiya wan tê jî heye. Li herêma Rojhilat Navîn navekî wan heye. Artêşa NATOyê ya dudan in. Gelek dewlet û welat ji wan paxav dikin. Gavên xwe bi pîvan davêjin. Nexwe em vê rastiye nikarin înkar bikin.

Lê têkçûna wan ne ji piçûkbûn û kêrnehatîbûna wan e. Qasî ku dibêjin nebin jî, xofeke wan heye. Lê têkçûn, perîşanbûna wan ji mezinbûna Tevgera Azadiyê, vîn û bibiryarbûn û baweriya wan a îdeolojîk tê. Têkçûna teknolojî û çekên kîmyayî bi vê rastiyê ve girêdayî ye.

Dîrokê careke din dîsa îspat kiriye ku vîn, bawerî û rêxistînîbûn bi ser niheqî û amûrê wê re ne.

Nûçeyên Têkildar