Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Çi dibe bila bibe bi tu awayî tirk nabin dostê kurdan’

Hevalê Huseyîn Arasan, Orhan Cotyar behsa sekna şehîs Huseyîn kir û got: “Rêheval Huseyîn jiyanek serkeftî û berhemdar jiyan kir. Li her derê bi rêxistinî, dilsozî û baweriya xwe bal û hezkirina hevalan, nefret û hêrsa dijminan dikişand ser xwe.”

Di 9’ê Hezîranê de Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, li bajarê Silêmaniyeyê di saet derdora 10:30’an de li ber derê avahiya komeleyê bû hedefa êrîşek terorî ya MÎT’a tirk û PDK’ê. Huseyîn di encama lêketina 3 guleyan de bi giranî birîndar bû. Arasan, di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxûyaniyekê ragihand ku Arasan bi hevkariya MÎT û rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin hate qetilkirin.

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li parêzgeha Silêmaniyê Orhan Cotyar ku hevalê nêzîk yê Huseyîn Arasan bû, derbarê kesayet, têkoşîn û jiyana şehîd Huseyîn de ji Rojnews’ê re axivî.

‘Heger axa Başûr ji bo kurdekî dibe goristan ev cihê şermê ye’ 

Orhan Cotyar wiha got: “Gelek mixabin ku ev Silêmaniyê ku cihê rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskaran e, îro ji bo kurdek xwedî şeref û welatparêz bibe goristan. Cihê mixabiniyê ye ku li ser singa vî bajarî, kurdek bi destê xiyanetkar û çeteyên Tirkiyeyê xwîn rijandiye. Heval Huseyîn jiyanek serkeftî û berhemdar derbaz kir. Li her derê bi rêxistinî, dilsozî û baweriya xwe bal û hezkirina hevalan, nefret û hêrsa dijminan dikişand ser xwe. Dema hatî Silêmaniyê bi dilekî germ û bi coşeke mezin hemû jiyana xwe ji bo rêxistinî û têkoşînê feda kir. Bi ruhê welatparêzî û kurdewarî ji bo azadiya kurd û Kurdistanê têkoşiya.”

‘Em li vir ruhê şoreşa rast û Apocîbûnê zindî dikine’

Orhan Cotyar di dewama axaftina xwe de qala roja Huseyîn Arasan şehîd bûyî kir û wiha axaftina xwe domand: “Wê rojê ez û şehîd Arasan bi hev re çûn ofîsa Komeleya  Karkerên Mezopotamyayê. Piştre karek ji bo min derket. Heta gihiştim cihê karê min, min xebera nexweş bihist. Şehîd Huseyîn Arasan hertim di got ‘Em li vir ruhê şoreşa rast û Apocîbûnê zindî dikin. Destê xwe ji çand, siyaset û dîplomasiya rêxistina xwe re vedikin.’ Dijmin bi van êrişên terorî dixwaze bêje rê nadin welatparêzên kurd bimînin. Bersiva me jî ji dijmin re ewe ku em jê natirsin, çok nadaynin û têkoşîna xwe wê berdewam bikin.”

‘Hikûmeta Başûr divê nirx bide gelê xwe’  

Orhan Cotyar her wiha balkişand li ser belavbûna êrîşên terorî û wiha pê de çû: “Şehîd Huseyîn ne kesê yekeme ku bi destê dijminan li nav Silêmaniyê hatî qetilkirin. Ev yek ji bo hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û berpirsên Silêmaniyê, şermezariyek mezine. Em rexne li wan dikin û ji wan re dibêjin ruhê kurdewarî hilgirin û li ser rê û daxwazên Mam Celal têkoşîn bikin. Çi dibe bila bibe, bi tu awayî tirk nabin dostê kurdan. Ji bo wê bila hikûmeta Başûr hişyar be û nirx bide gelê xwe. Li nav kurdan de ger kesek pirsgirêkek wî hebe, her gund û malek derê xwe lê vedike û diparêze. Ev çandek kurdewariye. Lê hikûmeta Herêmê dev ji vê çandê berdaye, ev yek cihê mixabiniyê ye.”

‘Soza me şopîneriya Şehîdan e’

Hevrêyê Huseyîn Arasan Orhan Cotyar di dawiya axaftina xwe de rêzdariya xwe ji bo hemû şehîdan anî ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê bîranîna şehîdan zindî bihêlin û soz bidin ku em ê li ser rêya wan berdewam bikin, Şehîd Namirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar