Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Çi hatibe serê kurdan ji ber nebûna yekitiyê hat’

Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sînem Seven bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û diyar kir divê astengiyên li hemberî yekitiyê ji holê bên rakirin

Aloziya ku ji ber PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk dixwaze hêzên xwe li qadên ku gerîla lê ne bicih bike derketiye holê didome. Li gel banga gelek ronakbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd a ji bo yekitiyê hêj PDK’ê tu gavan neavêtiye.

Têkildarî nêzîkatiya PDK’ê û hewldanên yekitiyê hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Seven axivî û banga gavavêtina yekitiyê li Mesût Barzanî kir.

Daxwaza pêkanîna yekitiyê

Seven diyar kir ku demeke dirêj e li çar parçeyên Kurdistanê kurd dixwazin yekitiya xwe ava bikin û destnîşan kir ku tu cudahî di navbera kurdên li Sîne, Qamişlo û Colemêrgê tune ye.

Di berdewamê de Seven destnîşan kir ku ji bo yekitiyê çi ji destên jinan bê dê pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Em jin ji bo yekitiya netweyî ku pêk bînin amade ne û çi ji destên me bê em ê bikin.  Em kurd li gel şerê ku em li dijî dewletên dagirker dikin di nav xwe de jî şer dikin.  Di şerê navxweyî de rondikên çavên me ji şerman dibarin û niha jî em vê dijîn. PDK dixwaze şerekî bi vî rengî bide destpêkirin. Lê em li dijî vê ne.”

Bang li Barzanî kir

Seven di axaftina xwe de bang li Barzanî kir û wiha got: “Bila Barzanî ji bîr neke ku şerê dixwaze kurdan bi hev bide qirkirin wê sibe dewletên dagirker jî li dijî wî pêk bînin. Ji ber ku ew jî kurd e û dewletên dagirker dixwazin kurdan tune bikin. Ji ber wê bila şerê navxweyî di nav kurdan de neyê destpêkirin û dayik negirîn.”

‘Divê şerê hevkujiyê pêk neyê’

Her wiha di heman mijarê de Sîpan Turan jî diyar kir ku di dîrokê de çi hatiye serê kurdan ji ber ku yekitiya xwe pêk neaniye hatiye û wiha got: “Wekî duh ger ku îro jî kurd nebin yek wê nikaribin hebûna xwe bidin îspatkirin  û wê destkeftiyên xwe yên heyî jî ji dest bidin. Divê êdî dayikên kurd negirîn û şerê hevkujiyê pêk neyê. Divê astengiyên li pêşiya yekitiye bên rakirin û ji bo yekitiyê têkoşîn bê dayîn.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar