Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çi li pêşiya Rojava ye?

Halê hazir rojavayê Kurdistanê ji ezmûna herî zehmet re derbas dibe. Hem ji hêla leşkerî ve û hem jî hêla siyasî ve. Bi taybet piştî dagirkirina Serê Kanî, Girê Spî û Efrînê, rêya ber bi aramkirina herêmê gelekî zehmet bû. Jixwe ev zehmetî jî hema bêje bi hebûna dewleta tirk a li nava axa Sûriyê ve girêdayî ye.

Lê belê pirsa tê mereqkirin, çima ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta tirk bi awayekî rasterst êrîş nekir û kê rê li ber wê girti bû?

Helbet ev yek bi saya danûstandinên aştiyê yên 2013’an , ango Rojava bi rêya wan danûstandinan karîbû hêza xwe ya leşkerî û siyasî ava bike. Ji lewre ev bû weke kelemekê li pêşiya dagirkirina herêmê. Wê gavê dewleta tirk dît ku herêmeke azad bi serkêşiya kurdan tê avakirin û êdî wê kurd ber bi statuyekê ve herin, ji ber vê yekê dawî li danûstandinan anî û hema sala 2016’an derbasî nava axa Sûriyeyê bû.

Piştî wê jî bi destûra Rûsya û Amerîkayê sê bajarên din ên vê herêmê hatin dagirkirin û niha jî dewleta tirk gefa êrîşeke din li Til Rifet, Minbic, Eyn Îsa, Til Temirê û carnan qala Kobanê jî dike. Heta niha destûr nehatiye bidestixstin. Gava Erdogan bi serokê DYA’yê Joe Biden re rûnişt, Rûsya bi HSD’ê re tetbîqatên leşkerî li hêla Til Temir û Eyn Îsayê pêk anîn. Ev jî weke nema ji Tirkiyê re bû; hêza Moskov jî li vir heye!

Lê ev nayê wê wateya ku dê Tirkiye ji êrîşê vegere, helbet wê her tim di nava hewldanan de be ku derdê xwe derman bike û dê dîplomasiya xwe bidomîne. Di heman çarçoveyê de jî niha 40 hezar çeteyên amade kiriye û ferman daye wan ku dibe di her kêliyê de êrîş bike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî hêzên xwe komî ser hev dike da ku bersivê bide êrîşeke muhtemel.

Lê gelo ji bo ku armancên dewleta tirk pêk neyên çi bijarte li pêşiya HSD û Rêveberiya Xweser hene?

* Xebatên dîplomasî bi hêz bibin û berî dewleta tirk, lihevkirinan bi hêzên bibandor ji bo misogerkirina aramiya herêmê çêbike.

* Danûstandinên cidî bi rejîma Sûriyeyê re bi serperştiya aliyên navdewletî yekser dest pê bikin.

* Weke sala 2013’an danûstandin yekser bi Tirkiyeyê re werin kirin û bi awayekî ji awayan, êrîş werin rawestandin û bi yek doza kurd dikeve rojevê.

* Şerê li dijî DAIŞ’ê weke kaxizeke xurt li ser asta navdewletî were bikaranîn, nexasim ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê di girtîgehan de ne û ew jî gefeke mezin in.

* Eger hat û dewleta tirk destûra êrîşê bi dest xist, hêza dîplomasî ya siyasî û leşkerî wê xwedî roleke mezin be, nexasim di girtina qada asîmanî ve li pêşiya balafirên şer.

Tevî van hemû bijarteyan jî lê dîsa metirsiya dewleta tirk li ser Rojava bi dawî nabe û kêlî bi kêlî dê hewl bide destkftiyan nehêle. Wisa ji rewşê xuya ye ku bidawîkirina metirsiya dewleta tirk, encax bi rizgarkirina Efrînê be!

Nûçeyên Têkildar