Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Çîçek: Divê em şimaqekî dîrokî li îktîdarê bixin

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û wiha got: “Tiştên îktîdara AKP’ê di nava 21 salan de kirin berçav in. Divê hemû hilbijêrên me weke neferên demokrasî û azadiyê bixebitin. Divê tu kesên neçûne ser sindoqê nemînin.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê gel ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê di 14’ê gulanê de çûn ser sindoqan. Hilbijartina serokkomariyê jî ji bo tûra duyemîn ma. Lê hêj jî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên fermî parve nekiriye. Daneyên YSK’ê û girtekên bi îmzeya şil hev negirtin û vê jî rê li ber gûmanên mezin vekir. Îtîrazên partiyan ên li dijî hilbijartinên giştî didomin û li hêla din tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek, têkildarî encamên hilbijartinê, rewşa tifaqan û tiştên di pêvajoya hilbijartinê de qewimîn axivî.

‘Şaşe mirov bêje mûxalîf ne serkeftîne’

Çîçek, got ku AKP-MHP’ê di nava 21 salên îktîdarê de hemû derfetên dewletê bi kar anîn û wiha domand: “Lê tevî vê jî di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serkeftinek bi dest nexist. Hilbijartin di rewşeke demokratîk de çênebûn. Hem beriya hilbijartinê û hem jî piştre zext û êrîşên dijwar li dijî Partiya Çepên Kesk û partiyên mûxalîf kirin. Li gorî min tiştekî rast nîne ku mirov bibêje partiyên mûxalîf bi temamî neserkeftî ne. Îktîdarê mîna demên berê, di van hilbijartinan de jî zimanê cihêkar, dijminatî û şoven bi kar anî. Encamên hilbijartinê nîşan da ku divê em xwe li dijî van polîtîkayan birêxistin bikin.”

‘Bêgûman kêmanî û berpirsyartiyên me hene’

Bi domdarî Çîçek anî ziman ku AKP ji ber tirsa windakirinê hewl dide bi gotina “darbeya siyasî” bo xwe bingehekê ava bike û wiha pê de çû: “Rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û hunermend binçav kir. Darbeya esasî jî ev e. HDP 11 sal in di qada siyasetê de ye û tê naskirin. Ji ber doza girtinê neçar ma ku bi partiyeke din bikeve hilbijartinê. Ev jî darbeyeke siyasî bû. Darbeya daraz û hiqûqê bû. Mûxatabên esil ên darbeya AKP’ê ku ev 8 sal in didome em in. Encamên di vê rewşa darbeyê de hatine bidestxistin bila kesek neserkeftî nenirxîne. Bêgûman kêmanî û berpirsyartiyên me hene. Dê ev tevek jî bên nirxandin. Lê em di şertên nekwehkev de têdikoşin. Ev 10 sal in bi destê daraz, leşkerî, siyasî, çandî û ji her alî ve darbeyek tê kirin. Mûxatabên yekser ên vê darbeyê jî em in.”

 ‘Gelê kurd careke din vîna xwe nîşan da’

Çîçek bal kişand ser îradeya ji sindoqên Kurdistanê derketin û wiha got: “Tevî hemû derfetên xwe, tevî her cureyên zext û polîtîkayên faşîzmê jî îktîdar li Kurdistanê li berxwedanê qelibî. Gelê kurd careke din vîna xwe nîşan da. Îktîdarê di vê hilbijartinê de ji bo HUDA PAR’ê qad vekir. Ev jî lixwemikûrhatina bêçaretiya wê ya li dijî berxwedana gelê kurd e. Aqilê dewletê yê serdest dixwaze Hamasa kurd ava bike. AKP, li Kurdistanê bûye partiya tabelayê û hewl dide pêşiya partiyên weke HUDA PAR’ê veke. Ev îktîdara bi senteza tirk-îslamê li Kurdistanê polîtîkaya olê û li Tirkiyeyê jî ya tirkperestiyê meşand. Ev jî nîşan dide bê ka di rewşeke çiqas zor de ne.”

Di berdewamê de Çîçek encamên hilbijartinê li ser rêjeya dengên Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê nirxand û ev tişt anî ziman: “Xuya bû ku pêkhateyên Tifaqa Milet spartekên xwe çênekirin lewma mûxalefetê nekarî bi ser keve. Heke hêj jî bi milyonan kesan dev ji Erdogan û tifaqa wî bernedabe, sedema vê jî ew e ku van partiyan peywira xwe bi cih ne anîn. Jixwe hem Tifaqa Cumhur û hem jî ya Milet ji heman çavkaniyê xweyî dibin. Xuyaye ku li dijî Erdogan û polîtîkayên neteweperest civak birêxistin nekirine.”

‘Me Rêya Sêyemîn a Tifaqa Ked û Azadiyê baş neda fêm kirin’

Ji bo rewşa Rêya Sêyemîn a Tifaqa Ked û Azadiyê jî Çîçek ev nirxandin kir: “Îdiaya me ew bû ku bi faşîzmê, bi Erdogan û rejîma yekzilamî bidin windakirin. Lê dema me ev dikir, diviya me gotin, polîtîka û rêxistiniya civakî hîn bêhtir radîkal û bibiryartir birêxistin bikira. Encama heyî nîşan dide ku me hedefên xwe civakî û rêxistinî nekirine. Derket holê ku pêvajoya kedê ku xebatên civakî ne, bi qasî dihat xwestin nehatine kirin. Bêgûman gelek sedemên vê hene. Divê neyê jibîrkirin ku em avadaniyeke siyasî ya rastî qirkirina siyasî têyîn in. Nexwe divê em hinek biryarên taktîk û hedefên stratejîk ên ji hev cuda û hevnegirtî nîqaş nekin. Anku di hedefa stratejîk de pirsgirêkek tune ye. Dema em vê îktîdara faşîst hildiweşînin, divê em gotin û alternatîfa xwe pêşkeşî civakê bikin û baştir jê serwext bikin. Di vê mijarê de hinek pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk jî hinek ji ber me û hinek jî ji ber qirkirinên siyasî ne. Heke em van nebînin, dê neheqî çêbibe.”

‘Kurdistan û kurd, navenda berxwedana demokratîk û azadiyê ne’ 

Van encaman her wiha nîşan da bê ka têkoşîna 50 salan a gelê kurd çiqas birêxistinkirî ye. Bifikirin ku ji bo Kiliçdaroglû herî zêde li bajarên kurdan deng derketin. Ev yek nîşan dide bê ka gelê kurd ji bo hedefên xwe çiqasî birêxistinkirî ye. Her wiha dîsa dubare nîşan da ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê de gelê kurd navenda bingehîn e. Divê her kes êdî qebûl bike ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hem ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hem ji bo statûya gelê kurd û hem jî ji bo pêşeroja demokratîk a gelê kurd navenda polîtîk e. Kurdistan û kurd, navenda berxwedana demokratîk û azadiyê ne. Vê hilbijartinê dîsa nîşan da ku divê Rêya 3’yemîn li rojavayê Tirkiyeyê hîn bêhtir were birêxistinkirin. Gelê kurd rê neda polîtîkayên olperest û tirkperest ên AKP’ê. Ji bo bajarên rojava jî rê nedin, divê ji Egeyê heta Marmara, Behra Reş, Behra Spî û Anatoliyaya Navîn jî xwe birêxistin bike. Heke Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo vê bernameyekê nedeyne pêşiya xwe, dê ev herêm teslîmî polîtîkaya neteweperest a îktîdarê bibe. Anku pîvana serkeftin û têkçûnê ev e.  Dema em li encamên hilbijartinê dinêrin, Tifaqa Ked û Azadiyê negihişt hedefên xwe, di polê de ma. Heta ku ev tifaq, tifaqa xwe weke tifaqa têkoşînê nebîne jî dê nekare di hilbijartinan de bi ser keve.

Li gorî min encamên hilbijartinê, pêvajoyeke qirêjî bû. Lê divê civak bêhêvî nebe. Tevî ewqas dizî, xesp û hewldanên darbeyê jî nekarîn ji sedî 50+1’ê bistînin. Ev yek jî aliyê wan ê qels e. Divê em di vê tûrê de li ser van qelsî û hilweşandina wan bisekinin.

Li hêla din aqilê dewletê kete dewrê û Meclis li gorî zîhniyeta tirkperest, îslamperest, neteweperest û nîjadperest hate dîzaynkirin. Di sedsala duyemîn a komarê de encama nîşaneya tirsa wan e. Dewletê jî AKP-MHP’ê jî di van salên dawî de dît ku sosyalîstên li Kurdistan û Tirkiyeyê dibin hêza diyarker. Bi hilbijartina dawî xuya bû ku temînata rizgarî û pêşeroja gelên vî welatî sosyalîst, şoreşger û kurd in. Ev hilbijartin, di heman demê de mudaxaleyeke li dijî vê rizgariyê bû. Lewma divê em di tûra duyemîn de hêza xwe dîsa nîşan bidin. Têkbirina Erdogan dê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê pir girîng be. Ev mijar, mijareke jiyanî be. Divê em şimaqekî dîrokî li îktîdarê bixin. Tûray 2’yemîn; têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye. Tiştên îktîdara AKP’ê di nava 21 salan de kirin berçav in. Divê hemû hilbijêrên me weke neferên demokrasî û azadiyê bixebitin. Divê tu kesên neçûne ser sindoqê nemînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar