Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çîçek: Divê nêzîkatiya li hemberî Ocalan bi kodên rejîma nû bê nirxandin

Parêzer Cengîz Çîçek diyar kir ku divê nêzîkatiya li muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kodên rejîma nû bê nirxandin û wiha got: “Em neçar in ku ji her demê bêhtir afirîner û wêrek bin.”

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê parêzer Cengîz Çîçek têkildarî tecrîd û axaftina bi telefonê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi birayê xwe re, axivî.

Cengîz Çîçek diyar kir ku hiqûq li Girava Îmraliyê weke amûreke siyaseta serdest ji bo nixumandina rejîma tecrîdê tê bikaranîn û wiha got: “Lê belê di asta heyî de em dibînin ku rejîm êdî pêwîstiyê bi veşartina vê yekê nabîne. Em bi desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku xwe ne tenê li ser Abdullah Ocalan her wiha li ser tevahiya civakê bi rengê faşîzmê ferz dike.”

Rejîma nû û xetereyên wê

Çîçek destnîşan kir ku herî dawî bûyera Garê, doza girtina HDP’ê, vekişîna ji Peymana Stenbolê û girtina Gergerlîoglû radixe pêş çavan ku meclis jî di nav de bi tasfiyekirina siyaset û pergala demokratîk hewl tê dayîn rejîma nû ya modela 2023’an bê avakirin û wiha dewam kir: “Di avakirina rejîma îslamî-tirk a nû de, mîna dema avabûna dewletperestiya netewe ya beriya sed salî, ya ku dibe para rastiya gelê kurd û meseleya kurd, înkar û qirkirin e. Avakerên rejîma nû baş zanin ku bêyî tasfiyekirina têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê kurd nikarin mayinde bibin û gavên xwe jî li gorî vê yekê diavêjin. Lewma tecrîda mutleq a salên dawî li ser Abdullah Ocalan hatiye şidandin, li gel nirxandina bi rengê komploya kevneşop her wiha divê li gorî vê rewşa taybet û dîrokî ya dewleta neteweya tirk bê nirxandin.

Yanî nêzîkatiya li Abdullah Ocalan divê li ser kodên rejîma nû bê nirxandin ku bi destê AKP-MHP’ê tê avakirin. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin hingî tê dîtin ku metirsiya li ser Abdullah Ocalan û gelê kurd zêde bûye. Li gel vê rewşa neyînî, her wiha li dijî rejîma faşîst zemîna avakirina tifaqeke civakî ya gelê kurd çêbûye ku di dîrokê de di vê astê de nehatiye dîtin. Yek ji karên sereke yên dema bê ew e ku îradeya gel a di Newrozê de diyar bû, bi çi rengî dikarin veguherînin gavên civakî û siyasî û bi cih bê anîn.”

Armanc pêşîgirtina nerazîbûna civakî bû

Di axaftina xwe de Cengîz Çîçek bal kişand ser axaftina kurt a bi telefonê ya bi Ocalan û ev tişt anî ziman: “Yekane armanca destûrdayîna vê axaftinê ew bû ku pêşî li hesasiyeta civakî ya li ser Abdullah Ocalan ava bûye bê girtin û nehêlin ku ev yek veguhere çalakiyên siyasî yên mîna grevên birçîbûnê ku zorê bidin desthilatdariyê. Tirsa herî mezin a desthilatdariyê çalakiyên civakî ye ku nikare pê. Gezî û Kobanê hîn mîna roja destpêkê di bîra desthilatdariyê de ye. Axaftina bi çar deqeyan a bi telefonê bi vî rengî dikare bê nirxandin. Daxwaz û armanca desthilatdariyê ji vê axaftinê ew bû ku pêşî li serhildana civakî ya di mijara jiyana Ocalan de bigire. Lewma axaftina bi telefonê di demeke kurt de hate birîn. Ev hemû nîşan dide ku hiqûqa korsanî ya li ser Abdullah Ocalan hîn ji roja destpêkê ve dewam dike.”

Hişyariya Ocalan

Li ser helwesta Abdullah Ocalan di dema axaftina telefonê de ku ji birayê xwe re gotibû, ‘Hûn bi vî rengî şaş dikin, dewlet jî şaş dike’, Cengîz Çîçek bi bîr xist ku hişyariyên bi vî rengî yên Ocalan nû nînin û ev nirxandin kir: “Metirsî wiha ye; Her tiştên veşartî, ne li ser bingeha pê bawer, her tiştên ku ji zemîna nêzîkatiyên sûdwergirtinê yên desthilatdariyê û kêfî nehatiye rizgarkirin, li spekulasyon û her cûre komployan vekiriye. Ya rast Abdullah Ocalan dewletê dawetî cidiyetê dike. Wê peyamê dide ku yên bi rengekî sivik û li ser bingeha berjewendiyên rojane nêzî vê pirsgirêka dîrokî bibe wê winda bikin. Ji roja ku anîn Îmraliyê û vir ve timî bal kişandiye ser heman mijaran.”

‘Divê em ji her demê bêhtir wêrek û afirîner bin’

Her wiha parêzer Cengîz Çîçek destnîşa kir ku ji bo astengkirina avakirina rejîma nû û ji bo mezinkirina alternatîfa komara demokratîk divê ew ji her demê bêhtir afirîner û wêrek bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî polîtîkaya şer ku desthilatdariya AKP-MHP li ser tevahiya cografyayê ferz dike, bi têkoşîna Aştiya Civakî ya ku Abdullah Ocalan bi salane ava kiriye, bi têkoşîna li dijî faşîzmê, pêwîstî bi pêngaveke siyasî heye. Her kesên li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê divê êdî dest ji jiberên xwe yên heta niha berdin û pêwîstiya me bi feraseteke siyasî heye ku lîstikê diyar dike û hegemonya dijber ava dike. Bi kurtasî li dijî faşîzmê ya em ê rêyekê peyda bikin a jî em ê rêyekê vekin. Ji bilî vê alternatîfa me nîne.” STENBOL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar