Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çîçek: Me soz daye ku Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bikin

Hevserokê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê çareser bibin pêdivî bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heye û wiha got: " Me soz daye ku em birêz Ocalan di aliyê fizikî de azad bikin. Ev xebat tenê bi çend çalakî û aktîvîteyan pêş nakeve. Divê em di aliyê fikr û hişmendiyê de jî xwe azad bikin.”

Hevserokê HDK’ê Cengîz Çîçek geşedanên ku di sala 2023’an de pêş ketin nirxand. Çiçek diyar kir ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo modela çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Çareseriya pirsgirêka kurd, ne tenê çareseriya meseleya kurdan e. Divê hemû kesên demokrasî, wekhevî, aştî û edaletê dixwazin hêz û piştgiriyê bidin çareseriyê. Beriya ku em derbasî sala 2024’an bibin, li gelek welatên cîhanê nivîskar, rewşenbîr, kesên entelektuel û komên têkoşînê pirtûkên Birêz Ocalan dixwînin. Ji fikrên Birêz Ocalan kêf û hêzê digirin. Hemû dahûrînerî û nivîsên teorik ên Rêberê Gelê dibe mijara akademiya cîhanê. Lê Zizek (Slavoj Zizek), qala birêz Ocalan dike. Em jî beriya derbasî 2024’an bibin, me soza têkoşîna ku em hemû polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan rakin dabû. Me soz daye ku em birêz Ocalan di aliyê fizikî de azad bikin. Ev xebat tenê bi çend çalakî û aktîvîteyan pêş nakeve. Divê em di aliyê fikr û hişmendiyê de jî xwe azad bikin. Divê em hemû astengiyên li pêş pêşniyar, fikr û teoriyên Birêz Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Tirkiye û Kurdistanê peşkeş kiriye, ji holê rakin. Divê nerina li hemberî Ocalan bê guhertin.”

Çîçek anî ziman ku înkara meseleya kurd, nêzîkatiya li dijî Rêber Apo nîşan dide û wiha domand: “Birêz Ocalan, di serdema modern de karakter û nasname bi gelê kurd daye qezençkirin. Ocalan di vê karaktere de pêşengî kiriye. Di cihana wateyê ya gelê kurd de xwedî pir bi qîmet e. Eger hûn li rastiyê digerin rastî tam li vir e. Hûn çiqas înkar bikin jî, gelê kurd ji bo birêz Ocalan dibêje ‘ev rêberê min û vîna min e’ Dostên gelê kurd jî ji bo gelên cîhanê yên bindest û mirovahiyê birêz Ocalan wekî nirxekî herî bi qîmet dibînin.”

Çîçek daxuyand ku tecrîda Birêz Ocalan qutkirina ragihandina gelê kurd û tecrîda li dijî gelê kurd e û wiha dawî li axaftina anî: “Tecrîd, neçareserkirina pirsgirêka gelê kurd e. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, têkoşînek demokratîk pêş xistiye. Lê niha wî bê agahî dihêlin. Ji ber ku birêz Ocalan, kesekî ku ji hemû pirsgirêkên lezgîn yên li vî welatî re bibe derman e. Ku hevdîtin tune be çareserî jî tune ye. Ku hevdîtin tune be aştî tune şer heye. Valahiya herî mezin e. Hete ku ev valahî tijî nebe pirsgirêk çareser nabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar