Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Çîftçîler: Sedema hemû pirsgirêkan tecrîd e

Parêzerê OHD'î Erhan Çîftçîler bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: "Em baş dizanin ku heta em li hember tecrîda Îmraliyê dengê xwe nekin dê azadiyên me ji dest me biçin."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, bi demê re li girtîgehan û paşê li tevahiya civakê belav bû. Bêhiqûqîtiya li hemberî Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, hema bibêje veguheriye awayê rejîma welêt.

Çalakiya navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin didome. Li gel vê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 20’an de didome. Li gelek bajaran jî malbatên girtiyan û welatî jî ji bo piştgiriyê Nobeta Edaletê dan destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku hat ragihandin wê heta 15’ê Sibatê bidome, lê ger ji bo daxwazan gavek neyê avêtin dê veguhere awayekî din.

Ji parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Erhan Çîftçîler destnîşan kir ku ger tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin dê her girtîgeh veguhere Îmraliyê.

Çîftçîler anî ziman ku tecrîd ji aliyê desthilata li Tirkiyeyê ve gav bi gav hatiye avakirin û hatiye vê qonaxê û got: “Di biryara DMME’yê ya der barê Ocalan de hat gotin ku ‘ger kesek 25 salan di girtîgehê de bimîne divê ev kes bi şert serbest bê berdan.’ Ne tenê ev, di vî warî de gelek biryarên DMME’yê hene. A rast dema serbestberdana bi şert a birêz Ocalan di 15’ê Sibata 2024’an de diqede. Li gorî Destûra Bingehîn biryarên DMME’yê ji bo Tirkiyeyê mecbûrî ne. Ev ne meseleyeke li gor kêfa kesan û însafa kesan e. Tirkiye ji bo vê bêdeng ma û biryara der barê Ocalan de pêk neanî. Dîsa DMME’yê der barê Demîrtaş de biryarek da, lê guh nedan vê jî. Di biryara dawî ya der barê Can Atalay de jî me dît çi qewimî. Di darazê de ger hûn hiyerarşiyekê pêk neynin wê rojekê Dadgeha Bilind raweste û bê gotin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nayê tetbîqkirin. Dadgeha Bilind a ku ev tişt got, divê bizane ku wê roj were dadgeha herêmî wê bibêje ‘tu ne neteweyî yî’û dê li gor biryara wê tevnegere. Dîsa dê mesele ber bi pêş ve biçe û vê carê jî dozgerî dê ji dadgehê re bibêje, ‘Ez ji we bawer nakim, hûn xelet in’ û dê guh nede biryara wê. Mixabin ev mesele dê welat ber bi dewleteke polîsî ve bibe. Sedema rûdana ev qas bêhiqûqîtiyan nepêkanîna biryara der barê birêz Ocalan de bû.”

Çîftçîler anî ziman ku avakirina Îmraliyê û vekirina wê destpêka pergala tecrîdê ye û wiha got: “Îmralî, ji sala 1999’an ve bi sîstema tecrîdê tê birêvebirin. Polîtîkaya ku ji bo kesek bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê neke û deng jê dernekeve, li Îmraliyê hat avakirin. Wê demê gel li hemberî vê rewşê bêdeng diman û digotin ‘temam’. Hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re hatin astengkirin. Di vê der barê de civak ji ber sedemên siyasî reflekseke cidî pêş nexist. Ji ber bêdengiya li hember vê, niha jî girtîgehên tîpên S û girtîgehên ewlekariya bilind derketine holê. Wezaret ji kesekî re dibêje ‘Ez te xeternak dibînim’ û wî dibin Tîpa S’yê.

Em hatin meseleyeke wiha ku êdî tecrîd rewa bûye. Dema ku em dibêjin ‘Tecrîd bê rakirin’, em behsa azadiya fizîkî ya mirovekî nakin. Li gel birêz Ocalan, nahêlin girtiyên li wê derê jî hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin û tu rêyeke wan a pêwendîdanînê tune ye. Aliyê vê yê hiqûqî ne cihê nîqaşê ye. Kesê ku Qanûna Înfazê bixwîne jixwe dizane ku ev rewş neqanûnî ye. Xala sereke ya ku em hemû ji bîr dikin ew e ku gelo dê rojekê ev tecrîd li ser mal, zarokên me û me jî were sepandin yan na.”

 ‘Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û divê li wir biqede’

Çîftçîler diyar kir ku çawa pergala bi navê “nêçîra cadûyan” li civakê belav bûye, îro jî sîstema Îmraliyê û tecrîd bi heman rengî li civakê belav bûye. Çîftçîler diyar kir ku îro gel nikarin daxwazên xwe yên herî basît jî bînin zimên û got ku ev encama tecrîdê ye. Çîftçîler bilêv kir ku cihê tecrîd lê dest pê kiriye Îmralî ye û dê tecrîd li vir bi dawî dibe. Çîftçîler wiha pê de çû: “Heke tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û rakirin wê hemû şert û mercên tecrîdê yên li ser civakê ji holê rabin. Divê her kes bawer bike ku heta tecrîda li Îmraliyê hebe wê ev tecrîda li ser beşên din ên civakê jî bidome. Ji ber ku êdî tecrîd li her qadê veguheriyeke sepandinekê. Ger dilê me û rakirina tecrîdê hebe, wê çaxê divê em wê xirabiyê ji cihê lê rûdaye bidin windakirin. Heke em li dijî vê dernekevin wê tecrîd di hestiyên civakê de bi cih bibe.”

 ‘Tîpên S dê veguherin Îmraliyê’

Çîftçîler bilêv kir ku tecrîda herî giran li girtîgehan tê jiyîn û wiha got: “Mînak, berê dema kesek dihat girtin, ew dişandin girtîgehên asayî. Dûre tîpên F hatin çêkirin û mirov xistin qawîşên ji 3 kesan pêk tên û ji wan re gotin ‘hûn dikarin rojên diyar ên hefteyê hevalên xwe bibînin’. Paşê, dev ji vê yekê berda û vê carê girtîgehên tîpa S’yê ava kirin. Li vir jî mirov birin odeyên yekkesî û nehiştin ku bi kesî re hevdîtinê bikin. Pêngava din jî ev e ku ev kes bi kesine din re hevdîtinê nekin; ‘talûke ye divê dengê van kesan negihê derve’ û paşê dê bêjin, ‘yên di tîpa S’yê de dimînin dê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê nekin.’ Ev qonaxeke. Anku  ji Îmraliyê ber bi tîpên F û ji vir jî ber tîpên S’yê. Cihê ku herî zêde tecrîd lê tê sepandin Îmralî ye û divê gumana tu kesî tune be ku dê tîpên S’yê bişibînin Îmraliyê. Her ku otorîterbûyîn zêde bibe, tîpên S jî dê veguherin Îmraliyê.”

Berpirsyariya hiqûqnasan

Çîftçîler anî ziman ku ne tenê girtîgeh û civak, parêzer jî bi giranî ji tecrîdê bandor bûne û wiha axivî: “Dema tu azadiya kesekî din diparêzî, di rastiyê de azadiya xwe diparêzî. Tecrîd erkeke girîng a hemû parêzeran e. Ji ber ku her ku tecrît berfireh dibe, dibe ku sibê hiqûqnas jî rastî heman tecrîdê bên. Tecrîd divê di şexsê yekkesî de neyê dîtin. Dema ku birêz Ocalan bal kişand ser tecrîdê û anî ziman ku divê her kes baldar be, baş dizanibû ku tecrîd wê tenê bi Îmraliyê re sînordar nemîne. Gotina bi israr a birêz Ocalan ku gotibû ‘Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim’ ji bo şikandina tecrîdê rêyeke girîng bû. Em baş dizanin ku heta em li dijî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe nekin, em ê azadiya xwe winda bikin. Di vî warî de ger hemû baro li dijî polîtîkaya tecrîda li ser esasê qanûnî ranebin, tu mîsogerî tune ye ku sibê yan jî piştî wê heman tişt neyê jiyîn. Pêwîst e hemû beşên civakê li dijî pergala tecrîdê dengê xwe bilind bikin û hewl bidin. Yanî ger 2 hezar parêzer li hev bicivin û bibêjin “Em vê tecrîdê qebûl nakin” dê rewşeke din derkeve holê. Ev tecrîd, di heman demê de nahêle parêzer karê xwe bikin.”

Çîftçîler bilêv kir ku dibe ku di merhaleya pêş de destûr neyê dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê jî pêk bînin û wiha domand: “Sibê an dusibe dibe ku bi hinceta ‘xetere ye’ nehêlin ez û muwekîlê xwe hevdîtinê bi hev re bikin. Heman rêbaz li Îmraliyê hat ceribandin. Gava ev yek li girtîgehên din bê sepandin, divê kes ecêbmayî nemîne. Pergala ku nehişt hûn bi muwekîlê xwe re li Îmraliyê hevdîtinê bikin dê sibê jî heman tiştî bîne serê we. Wê vê yekê tenê ne ji kurdan re, dê ji hemû muxalifan re bibêjin. Ji bo vê jî dema ku azadî bê parastin, ne li yek taxê, divê bi giştî bê parastin. Dema ku li Tirkiyeyê behsa Ocalan tê kirin gotinên wekî ‘gelo’ derdikevin holê, lê mesele ne tenê Ocalan e. Baş tê zanîn ku tecrîd û astengkirina azadiya Ocalan tenê bi Ocalan re sînordar namîne. Gel li dijî tecrîdê jî azadiya xwe diparêze. Her kesê ku tecrîdê diparêze bila baş zanibin ku dê roj were pir poşman bibin.”

Çîftçîler destnîşan kir ku heta tecrîd neyê rakirin dê polîtîkayên ewlekariyê yên li welat hîn girantir bibin û gotin: “Em dizanin ku civak ji vê konsepta şer bêzar bûye, lê divê civak vê ji bîr neke; sedema hemû zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû dimînin tecrîd e. Heya ku tecrîd ranebe, dê welat teslîmî polîtîkayên hê ewlehîparêztir bibe. Divê civak ne tenê ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo xwe jî doza vê bikin. Divê raya giştî baş bibîne ku çareseriya vê pêvajoya dijwar, şikandina tecrîdê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar