Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çîftyurek: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek bang li Wezareta Edaletê kir ku li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku tecrîda bêhiqûqî û neheq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bi dawî bibe.

Çîftyurek bi bîr xist ku mafê qanûnî ye ku Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibine û wiha got: “Lê belê destûr jê re nayê dayin. Ocalan tecrîdkirî ye lê hikûmet pêwîstiyê pê nabîne ku li ser mijarê daxuyaniyê jî bide. Çend mehan carekê ‘cezayê dîsîplînê’ lê tê birîn ev yek rasteqîn nîne. Eger di nava tecrîdê de tecrîd dike, neçar e ku vê yekê ji malbat û parêzerên wî re aşkere bikin, lê belê daxuyaniyekê jî nadin.”

Ji bo israrkirina hikûmetê ya di pêkanîna tecrîdê de wiha got: “Hikûmet vê tecrîdê weke amûrek ji bo tengezarkirina civakê bi kar tîne. Ya duyemîn jî malbat û parêzerên wî he rwiha raya giştî mexdûr dike, ku dixwaze fikrê Ocalan zanibe. Siyasetmedarek girtî jî be divê karibe siyaseta li derve bişopîne. Ev tecrîd tevahiya raya giştî eleqedar dike. Divê ev tecrîda neheq tavilê bi dawî bibe. Wezîrê Edaletê jî divê sedema tecrîdê ji raya giştî re eşkere bike. Mafê Ocalan heye ku karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Lewma em bang li Wezareta Edaletê dikin ku daxuyaniyekê bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar