Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Çîftyurek: Qeyrana li ser tecrîdê dibe qeyrana gel

Sînan Çîftyurek bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê tecrîd ji holê rabe û gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan. Qeyrana li ser tecrîda Ocalan, dibe qeyrana gel. Rakeşî di nava gel de çêdibe.”

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî tund berdewam dike. 30 meh in tu agahî ji Ocalan û Girava Îmraliyê nehatiye stendin. Li ser vê yekê hema hema her hefte malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê her carê jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” serîlêdan tên redkirin. Li dijî vê yekê partiyên siyasî, saziyên sivîl, dezgehên civakî li Kurdistan, Tirkiye û diyasporayê çalakiyan li dar dixin û azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek tecrîda li ser Ocalan nirxand.

Li ser Ocalan sê cûre tecrîd hene’ 

Çîftyurek got ku wan gelek caran tecrîda li ser Ocalan aniye ziman û destnîşan kir ku ev tecrîd tenê li ser Ocalan nîn e. Çîftyurek anî ziman ku Ocalan tenê serokê partiyekê nîn e û şopdarên Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan hene. Çîftyurek diyar kir ku divê pêşiya Ocalan bê vekirin û wiha got: “Heke Ocalan azad nebe, divê qet nebe tecrîda li ser wî rabe. Ji xwe di hindir de ye, di nava tecrîdê de tecrîdeke din bêqanûnî ye. Li ser Ocalan sê tecrîd hene. Yekemîn ev tecrîdeke ne însanî ye û mafên hemû girtiyan yên dîtina malbat, parêzerên xwe bibîne. Duyemîn tecrîd siyasî ye û heke pêşiya hilbijartinan Ocalan fikir û ramanên xwe gotibana encam dibe ku niha cudatir bûya. Dewlet car car bi navê Ocalan diaxive, em bang li dewletê dikin ku bila bi navê Ocalan neaxivin. Heke hûn gelek bixwazin Ocalan biaxive, pêşiya wî vekin bila ew bixwe biaxive. Ya sêyemîn jî niha li ser Ocalan tecrîdeke bêqanûnî heye. Qanûn û nîzam nîne û mafê hemû girtiyan heye ku bi rêya malbat û parêzerên xwe fikrên xwe yên siyasî bi gelê xwe re parve bike. Niha dewlet qanûnên xwe bin pê dike, tunedihesibîne û tecrîdê berdewam dike. Ev jî dibe sedema qeyraneke giran. Qeyrana li ser tecrîda Ocalan, dibe qeyrana gel. Rakeşî di nava gel de çêdibe. Dewlet vê yekê weke siyasetekê dişopîne, ev ne siyasete. Ev tişt xitimandinekê çêdike.”

Demokratîkbûyîna Enqereyê girêdayî azadiya Amedê ye’

Çîftyurek da zanîn ku dewlet di meseleya kurdan de ji du aliyan ve xitimî ye. Çîftyurek bi lêv kir ku yek ji hêla siyasî ve xitimî ye, ya duyan jî ji hêla aborî ve xitimî ye û wiha domand: “Demokratîkbûyîna Enqereyê girêdayî azadiya Amedê ye. Ji ber vê yekê jî Ocalan divê bê azadkirin. Em niha dibêjin ku ‘Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk bê çareserkirin.’ Hemû partiyên me kurdan wisa dibêjin. Heke dewlet bixwaze meseleya çek bê çareserkirin, divê Ocalan azad bike û bi wî re bikevin têkiliyê. Navê partiya desthilatdar edalet e, lewma divê hûn qanûnên xwe pêk bînin û tecrîda li ser Ocalan rakin.”

‘Tecrîda li ser Ocalan rakeşî û pirsgirêkan çêdike’ 

Çîftyurek bi bîr xist ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de kurdan li metropolan piştgiriya CHP’ê kirin û got ku lê li gor wî nêrîna Ocalan ew bû ku xeta xwe ya sêyemîn şaş nekin, yanî digot piştgiriya CHP’ê nekin û xeta xwe ya sêyemîn pêk bînin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di nava gel de jî ev nîqaş dibe. Dibêjin ku em dixwazin dîtin û nêrîna Birêz Ocalan bigihije me. Ji ber vê yekê jî tecrîda li ser Ocalan rakeşî û pirsgirêkan çêdike. Divê ev pêkanîn ji holê rabin ku gel bigihije fikr û ramanên Ocalan. Hilbijartinek di pêşiya me de heye. Em meraq dikin ku fikrên Ocalan yên li ser vê hilbijartinê çiye? Qeneeta min ew e ku heke Ocalan azad biaxive, pêşiya wî vekin, xeta sêyemîn heye û xeta sêyemîn çi bibêje divê siyaseta kurdan bi serê xwe bikevin hilbijartinên herêmî.”

‘Pêwîstî bi siyasetek berfireh heye’

Çîftyurek bal kişand ser polîtîkayên xwe û wiha bi dawî kir: “Niha di deklerasyona Tifaqa Azadî û Demokratîk a Kurd de mijara di serî de Ocalan hemû girtî azad bibin û tecrîd rabe, heye. Ev tişt weke dirûşmeyekê nabe. Carna dibêjin ku ‘Em ê deriyê Îmraliyê bişkînin.’ Mesele ew nîne. Divê siyaseteke berfireh ku hemû partiyên kurdan, Yekitiya Ewropa û hemû dostên kurdan dike di nava xwe de, bê kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar