Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cîgirê Serokê Parlamentoya Ereb: Êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser serweriya Iraqê red dikin

Cîgirê serokê Parlamentoya Ereb Şelan Kerîm ragihand ku duh li Misrê civîna Parlametoya Ereb hat li darxistin û di civînê de li ser hinek qeyranên li welatên ereb heyî, ewlekariya xurekê, parastina ewlekariya welatên weke Iraqê hat rawestan. Her wiha di civînê de parlamentoyê piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê dubare kir. Şelan Kerîm diyar kir ku êrîşen Tirkiye û Îranê yên li ser serweriya Iraqê red dikin.

Parlamenterê Iraqê û cîgirê serokê Parlementoya Ereb Şelan Kerîm ji Rojnews’ê re axivî û ragihand ku duh li welatê Misrê civîna Parlametoya Ereb hat li darxistin.

Şelan Kerîm da zanîn ku di civînê de li ser hinek qeyranên li welatên Ereb, ewlekariya xurekê, parastina ewlekariya welatên weke Iraq, Filistîn, Yemen, Suriye, Lîbya, Lubnan, Sudan û Somalî guftûgo hat kirin.

Parlamenter Şelan Kerîm destnîşan kir ku di civînê de têkildarî guhertina avhewayê û bandora wê ya li ser herêmê û bi taybet mijarên jinan û ciwanên li welatên ereb de guftûgo hat kirin û wiha got: “Parlamentoya Ereb piştgiriya xwe ya ji bo pêngava hikûmet û parlamentoya Iraqê ya di derbarê pêngavên nû yên li ser teşwîqkirina berhemanîn û ji nû de avakirinê, li gel welatên ereb destpêkirîn dubare kir. Her wiha behsa projeya nû ya ya Şamê ya di navbera Iraq, Urdin û Misrê de ku wê li ser bingehê pêkanîna yekgirtina aborî ya navbera her sê welatan de wê were pêkanîn,  hat kirin. Proje gihandina boriya petrolê ji Besrayê heta bendera Eqebe ya li Urdinê û ji wir jî heta Misrê û her wiha çêkirina xetên elektirîkê di navbera her sê welatan de digire nav xwe.”

Şelan Kerîm di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Parlamentoya Ereb bi awayekî giştî piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê dubare kir û wê li dijî hemû destwerdanên herêmî yê li ser karûbarên navxweyî yên Iraqê derbikevin.

 ‘Êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser serweriya Iraqê red dikin’

Parlamenterê Iraqê û cîgirê serokê Parlementoya Ereb Şelan herî dawî êrîşên Îran û Tirkiye yên li ser Iraqê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku êrîşen Tirkiye û Îranê yên li ser serweriya Iraqê red dikin û wiha got: “Ji aliyê welatên Îran û Tirkiyeyê ve qutkirina para ava Iraqê, bûye sedema derketina pirsgirêkên elektrîk û çandiniya herêmê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar