Navenda Nûçeyan |
Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New Yorkê ya Amerîkayê 40 hezar kedkar ji bo heqdestê xwe bi dest bixin di fabrîqeya tekstîlê de ketin greva giştî. Lê polîsan êrîşên karkeran kirin û derî li ser li jinên kedkar ên li febrîqeyê de bûn girti. Piştî polîsan derî li ser jinan girt li febrîkayê şewat derket û 129 jin şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê yanî piştî 53 salan roja qetilkirina 129 jinan li ser pêşniyara Parêzvana Mafê Mirovan û Femînîsta Alman Clara Zetkîn ve 8’ê Adarê wek Roja Jinên Cîhanê hat qebûlkirin.
Ev 110 sal e 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, Ewropayê heta Asyayê û Amerîkayê li her derê cîhanê ji aliyê hemû jinan ve tê pîrozkirin.
Îsal jî li her derê cîhanê jin bi reng û dengê xwe daketin qadan, hem jinên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn hem jî li dijî desthilatdariya mêr ku li her derê tundiyê li ser jinan ferz dike, soz û biryara domandina têkoşînê dan.
Çalakiyên li Kurdistanê
Li Kurdistanê jî 8’ê Adarê bi coşeke mezin ji aliyê jinan ve hat pîrozkirin.
Li bakurê Kurdistanê jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Em jin di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in’ li gelek navendan çalakiyên cur bi cur a 8’ê Adarê pêk anîn.
Jinên Bakur ku hefteyek beriya 8’ê Adarê ji belakirina belavokan heta çandina daran, ji çalakiyên erbeneyan heta firandina balokan dest bi çalakiyên xwe kiribûn, ev coşa xwe roja 8’ê Adarê derxistin asta jor. Li gelek navenda ji her beşên civakê jin daqetin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Bi taybetî di çalakiyan de jin aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku ev zêdetirîn 2 meh e li Dêrsimê hatiye windakirin û agahî jê nayê girtin, pirsîn.
Li başûrê Kurdistanê jin bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma ‘Têkoşîna jinan hebûn e, berxwedan e û azadî ye’ li gelek navendan çalakiyan pêk anîn.
Li rojavayê Kurdistanê jî jin tevî hemû êrîşên li ser herêmê bi pêşengiya Kongreya Star û bi dirûşma ‘Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e’ daqetin qadan. Jin di çalakiyên xwe de bal kişandin ser têkoşîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî her cureyên dagirkeriyê li ber xwe didin û soza domandina rêya jinên berxwedêr dan.
Meşa Şevê û êrîşên polîsan
Derveyî jinên Kurdistanê, jinên Tirkiyeyê jî bi pêşengiya saziyên cuda daketin qadan û banga rêxistinbûyîna jinan kirin.
Bi taybetî bi sedan jinên femînîst ên li Stenbolê bi boneya 8’ê Adarê pîroz bikin xwestin Meşa Şevê ku veguheriye kevneşopiyek û her sal pêk tê, li dar bixin. Jinên ku Qada Taksîme kom bûn û xwestin bimeşin Kolana Îstîklalê rastî biryara qedexeya Walîtiya Stenbolê û benda polîsan hatin. Lê jinan qedexe û astengiya polîsan nas nekirin û bi dirûşma ‘Ji înadê re serhildan’ meşa xwe berdewam kirin. Lê polîsên ku xwe li ber îradeya jinan negirtin bi hinceta qedexeyê bi bombeyên xaza îsotê êrîşî meşa jinan kir û gelek jin binçav kirin. Lê tevî êrîş, tundî û binçavkirina polîsan jî jin li dijî zihniyeta paşverû meşa xwe pêk anînin.
Îsal li her derê cîhanê jinên ku bi heman armanc û daxwazî daketin qadan, bang li hemû jinan kirin ku li dijî her cureyên tundî, qetilkirina jinan, şerên ku hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe derdixin, bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.