Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cîhan fikrên Abdullah Ocalan dişopîne

Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan û got: “Cîhan hemû Abdullah Ocalan dişopîne û fikrên wî dipejirîne. Divê Ocalan bigihije azadiya xwe. Heta Ocalan azad nebe çareserî jî çênabe.”

Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû têkildarî polîtîkayên tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka kurd nerînê xwe anî ziman. Azîzoglû diyar ku wekî tê zanîn Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got ku ne bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Azîzoglû diyar kir ku tecrîd di qada navneteweyî de sucekî mezin û li dijî mirovahiyê ye. Azîzoglû da zanîn ku Abdullah Ocalan kesekî taybet e û nûnerê gelê kurd e û got ku bi milyonan mirov Abdullah Ocalan wekî nûnerê xwe dibînin. Azîzoglû wiha berdewam kir: “Heke pirsgirêka kurd çareser bibe, divê bi wî re hevdîtin bên kirin. Divê gel dengê wî bibihîze. Gel bifikar e, 3 sal in deng jê nayê. Li ku derê ye, çawa ye? CPT jî di vî warî de tu agahiyan nade. Ji ber van fikaran û çareserkirina pirsgirêka kurd me ev deklerasyon îmze kir û em piştgiriyê didin vê deklerasyonê. Em bi fikir û hişmendiya Abdullah Ocalan karê xwe dikin û ev fikir û hişmendî di qada navneteweyî de jî di nava zanyar, filozofan de tê pejirandin. Cîhan Abdullah Ocalan dişopîne, pirtûkên wî dixwîne û ev yek li ser me û xebatên me jî bandor dike.”

Bi domdarî Azîzoglû bi bîr xist ku Nelson Mandela jî piştî 25 salan gihişt azadiya xwe û divê ev qanûn li Tirkiyeyê jî bikeve meriyetê. Azîzoglû, anî ziman ku divê Tirkiye vê qanûnê qebûl bike û Abdullah Ocalan jî azad bibe û di nava gel de be. Azîzoglû, diyar kir ku niha di girtîgehan de girtî ketine greva birçîbûnê û malbatên girtiyan jî li der ve piştgiriyê didin vê çalakiyê û bi domdarî ev tişt anî ziman: “Divê gel jî piştgiriya vê çalakiyê bike û daxwaza heman tiştî bike. Dengê gel bilind bibe, wê dewlet jî tiştekî bike. Helbet em saziyeke ziman in û em ê di vê hêlê de xebatên xwe bidomînin. Lê em ê piştgiriya çalakiyên bi vî rengî jî bikin. Bi kesan ev yek nakeve rojevê, lê gava mirov bi hev re dengê xwe bilind bike, dê baştir be.”

Di berdewamê de Azîzoglû anî ziman ku kurdan qebûl nakin û wan weke hemwelatî nabînin. Azîzoglû, destnîşan kir ku heke kurdan qebûl nekin nûnerê wan jî qebûl nakin û guhdarî jî nakin. Azîzoglû diyar kir ku ji ber ku naxwazin dengê Abdullah Ocalan bigihêje gel, tecrîdê bi zanebûn pêk tînin. Azîzoglû, da zanîn ku tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nîn e, li ser hemû kurdan e û wiha domand: “Dengê kurdan ji xwe Ocalan e û naxwazin dengê kurdan derkeve. Her wiha ev organîzasyonên navneteweyî li gorî dewletan ava bûne. CPT hwd. jî hemû bi dewletan ve girêdayî ne. Hiqûqa wan bi hev re heye, hiqûqa van saziyên navneteweyî bi gelan re nîne. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.”

Azîzoglû, bal kişand ser felsefeya Abdullah Ocalan û diyar kir ku felsefeya wî li hemberî netewedewletan e. Azîzoglû da zanîn ku felsefeya Abdullah Ocalan rêyeke din e û hemû gelên cîhanê dikarin bi vê felsefeyê xwe birêve bibin. Azîzoglûwiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman heke birêz Ocalan azad bibe dê ev rê xweştir bê meşandin. Heke ev rê hat pejiradin şerê di nava gelan de jî namîne. Hewce namîne gel bi hev re şer jî bikin û wê gel hemû bi hev re xwe birêve bibin. Anku heke Abdullah Ocalan azad nebe, ev pirsigrêkên Rojhilata Navîn jî çareser nabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar