Beriya 35 salan roja 16’ê Adara 1988’an li Helebce ya başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyîn, bi bombebarana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn ku hîna gelek Helebçeyî ji ber bandorên çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest didin. Li aliyekî jî kîmyabaranên li ser Kurdistanê berdewam dikin.
Endama Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Banû Helebceyî yek ji şahidên jenosîda Helebçeyê ye. Helepçeyî roja komkojiyê bi bîr anî û got ev ne tenê jenosîda bi destê Sedam Huseyîn pêk hatî bû ev şerma cîhanê bû. Banû got em bêdengiya cîhanê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.
‘ Helebçe bû qurbaniya Kurdistanê’
Helepçeyî, da zanîn Helebce demborî, roja îro û pêşeroja kurdan e. Helepçeyî wiha dewam kir: “Li Helepce 5 hezar şehîd hatin dayîn. Em hemû şehîdên xwe yên di ber Kurdsitanê de berdêl dane bi bîr tînin. Lewra bajarê Helepçeyê, bajarê berxwedanê bû. Ji ber vê bû ku xwestin bi êrîş û bi taybetî jî bi kîmyabaranê bajêr tune bikin. Ne beriya wê ne jî piştî kîmyabaranê jî tiştê nehatiye guhertin ew çanda me ya berxwedanê bû. Beriya Enfalê di sala 1974’an de bi çekên giran ên Napalm êrîşî Helebçeyê kirin. Di wan êrîşan de cardin komkujî kirin û ev yek tim wisa berdewam kir. Em zêdeyî salekê li Îranê man. Gelê me pêvajoyên giran û pir bi hejarî derbas kir. Piştî biryara Aşbetal carek din jî hikûmeta BAAS’ê vegeriya Helebce û êrîşên xwe da dewamkirin. Ber bi salên 1980’ê ve gelê kurd jî li hember dagirkeriya rejîma BAAS’ê nerazîbûna xwe nîşan kir û êdî vê rejîmê hemû kîna xwe ya li hemberî kurdan vedirişe. Vê kîna xwe li ser bajarê Helebceyê rijand. Xwest bi Helebceyê re kurdan tune bike. Helebçe bû qurbaniya Kurdistanê.”
‘Mirovahî çima bê denge’
Helepçeyî bi lêv kir ku, ber bi cejna kurdan, Newrozê ve jenosîda mezin pêk hat û me bi hezaran cangorî dan Kurdistanê. Helepçeyî wiha pê de çû: “Ya herî giran jî ew bû ku li pêş çavê cîhanê ev êrîş pêş ketin. Ji êrîşên yekem heyanî ev qas berdêl hatin dayîn Helebçe bi tenê hat hiştin. Şeva 15’ê Adarê bû. Baş tê bîra min weke ku Helebçe qoşxaneyek be û di bin de agir hatibe pêxistin. Helebce dikeliya. Dengê balafiran, dengê teqînan. Dengê qêrîn, hewar û girseya êrîşan navhev diket. Aha, qey ji wê demê re gotine qiyamet. Bi van têperîna cehş û leşkerên BAAS’ê re xebera gel ji kîmyabaranê çêbû. Gel ji bo xwe jê rizgar bikin ketin jêrzemînan. Kargeha tûtinê ya gelek mezin li Helebçeyê hebû. Gelek kes ji bo xwe xilas bikin ketin wir. Saet 11’ê sere sibê, 16’ê Adarê bû. Çekên kîmyewî ango mirin bi ser Helebce de hate avêtin. Di jêravahiya kargehê de, di jêrzemînên xaniyan de bi hezaran welatî şehîd ketin. Ber bi êvarê ve tenê dengê hewariyan dihat. Bi hezaran can li kolanan, li jêrzemînan ketibûn. Birînên mezin li Kurdistanê hate vekirin.”
‘ Ne dîrok ne jî em ji bîr dikin’
Helepçeyî a bibîranîna xwe vedibêje wiha berdewam dike: “Wê demê hîna ez zarok bûm. Gundek bi navê Enûba yê girêdayî Helebceyê hebû. Gundekî mezin bû ku tê de çem û şînatî zêde hebûne. Ji ber wê jî me qesta wir kir. Lewra li ser wî gundî jî êrîş pêk hatibûn. Em ji wir jî derbasî rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûn. Me bi dilêşî miriyên xwe, axa xwe bajarê xwe li pey xwe hişt. Li wir me hewl da hinek birînên xwe bipêçin. Hîna jî bandorên wê berdewam dikin. Hîna ji bo kesên ji ber çekên kîmyewî birîndar in, nehatine tedawîkirin. Rojane kesên Helebceyî dimirin. Gelek zarokên niha jî ji ber wê bandorê astengdar in nayên dermankirin. Çareseriyek hîna pêş neketiye. Gelê Helebce gelek bi hêrs e. Tenê bi bîranîn û şermezarkirina êrîşan re nayê wê wateyê hûn tiştekî dikin. Em tu kiryarên wan nabînin. Ev ji bo welatên Ewropayê, ji bo cîhanê şermek e. Ne dîrok ne jî em ji bîr dikin.”
‘Hikûmeta herêmê îro bi tirkan re heman jenosîdê li ser kurdan dike’
Helepçeyî diyar kir ku ew bi Kurdistana Federal re bûn xwedî hêviyek lê hêviyên wan şikestine. Helepçeyî wiha nirxandin kir: “Bi vê navê azadiyê re dawî li jenosîdan nehat. Çawa Helebçe hate kîmyabarankirin îro bi heman rengî ev êrîş, dagirkerî û tunekirina kurdan berdewam in. Em destkeftiyên xwe yên li ser şehîdbûna evqas mirovan me bi dest xistiye naparêzin. Îro Şengal çarenûsa Helebçe dijî. Birînên me nû kirin. Dewleta faşist a tirk çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Li ser hemû parçeyên Kurdistanê heman polîtîka têne meşandin. Li ser zemîn û jêrzemîn ji hemû bereketa Kurdistanê sûdê digirin ango didizin. Qetlîaman dikin, daristan û xwezaya me talan dikin. Ev giliya me li me bi xwe ye jî. Hikûmeta herêma Kurdistanê çawa dibe ku destûra berdewamiya van jenosîdan dide. Çawa dibe ku ji dewleta tirk re dibe rêvekir. Sedam zilm û komkujiyek mezin li ser gelê Başûr kir. Îro em xwezî li wan rojan tînin. Komkujiya îro pêk tê hîn girantir e. Qey me tu wane ji xwe re dernexistin. Qey me tiştek ji dîrok û demboriya xwe fam nekir?”
‘ Xeynî dizî û talanê tiştek ji me re nekirin’
Helepçeyî da zanîn pêwîst e demildest ji bo nexweşiyên li Helebceyê peyda bûne çareserî were pêşxistin û wiha hikûmeta herêma Kurdistanê rexne kir: “Heya niha tu çareserî nehate pêşxistin. Derman pêwîst in, gel nikare bi derfetên heyî wan dermanan an jî makîneyan bistîne. Zarok, ciwan hîna bi van nexweşiyan dikevin. Me sindoqa alîkariyê danî û me hewl da em ji bo nexweşxaneya xwe bi xwe meteryalên pêwîst bistînin. Hikumeta Kurdistana Federal hat sindoqa alîkariyê bir û tu alîkarî jî ji bo nexweşxaneyê nekirin. Xeynî dizî û talanê tiştek ji me re nekirin. Ne Helebce hate bihîstin, ne hate famkirin ne jî ji bo wê tiştek hate kirin.”
‘Roj roja azadiyê ye’
Helepçeyî da zanîn ew daxwazê ji gelê kurd û gelê dilsoz dike ku ji bo nirxên xwe, ji xwe bikevin nava hewldanan. Helepçeyî wiha pê de çû: “Ger em xwe û dagirkeran baş nas bikin divê em ji bo vê jî gavên girîng biavêjin. Pêwîst e gelê kurd ê bakurê Kurdistanê dema çû ser sindoqan, dengê xwe bidin, baş bifikirin. Rojane Helebce berdewam e. Rojane kurd û Kurdistan tê bombebarankirin. Îro bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ cîhan rabû ser lingan. Bê jin civak azad nabe. Ji bo azadiya civakê pêwîst e em xwedî li serhildana xwe jî derkevin. Em ê encex bikaribin bi vê serhildanê bi ser bikevin. Divê em di vê pêvajoyê de bêhtir bibin yek û xwedî li nirxên xwe derkevin. Îro roj roja azadiyê ye. Ango di serî de jî pêwîst e xwediyê vê felsefeya ‘Jin Jiyan Azad’ birêz Abdullah Ocalan were azadkirin.”