Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Cîhaneke ku 40 milyon kurd tê de bêstatû rewa nîne’

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul anî ziman ku dewleta tirk û hevkarên wê li Sûriyeyê sûcên şer dikin. Bulbul got ku cîhaneke ku 40 milyon kurd tê de bêstatû ne, rewa nîne

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê ji MA’yê re axivî. Bulbul bertek nîşanî êrîşan dan û got ku dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê sûcê şer dike.

Kemal Bulbul di serî de got ku êrîşa li dijî rojavayê Kurdistanê, êrîşeke navneteweyî ye û wiha dom kir: “Di asta cîhanê de binpêkirina mafên mirovan tên kirin. Xuyaye ku DYA, Rûsya, Îran, Îsraîl û Yekitiya Ewropayê di nava vê mijarê de ne. Sûriye ya sûriyeyiyan e. Ger wiha be wê demê çi karê Tirkiye, Rûsya û Îsraîlê li wir heye? Her hêz ji bo berjewendiyên xwe li wir e. Ji ber vê jî ev dewletên navborî tev li sûcên li dijî mirovahiyên ên li Sûriyeyê tên kirin bûne.”

Rêbazên dewleta tirk

Bi berdewamî jî Bulbul anî ziman ku tu rêbazên dewleta tirk li Sûriyeyê nagirin û ev nirxandin kir: “Tirkiye diçe ber piyê Trump, Rûsya û Îranê nabe, wan vedixwîne dîsa nabe. Diçe Sûriyeyê dagir dike dîsa jî nabe. Bi lihevkirina li Soçiyê re ev mijar çareser nabe. Cîhaneka ku 40 milyon kurd tê de bêstatû, rewa nîne.”

Bang li elewiyan kir  

Herî dawî jî Bulbul wiha derbirî: “Divê di vê pêvajoyê de elewî bi kurdan re tevbigerin. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê kurd in. Bi taybet jî rêgeha elewiyên li Tirkiyeyê ji Sûriyeyê tê. Civaka elewî divê bi kurdan re di nava têkiliyan de be. Erkekî mezin dikeve ser milê elewiyan. Ji bo jiyaneke wekhev a di navbera kurd, tirk, ereb, ermen û boşnakan de, divê ji Trakyayê heta Hatay, Qers û Deryaya Reş hemû elewî bi zanebûna meşa Baba Îshakan a 1240’an, têkoşîna Şah Kalender, Pîr Sultan Abdal, Torlak Kemal, Bortluce Mûstafa û Şêx Bedrettînan tevbigerin û bi erka xwe rabin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar