Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cîhangîr Îslam: Divê em pirsgirêka kurd çareser bikin

Parlementerê SP’ê Cîhangîr Îslam rewşa dawî ya AKP’ê, hilbijartina Stenbolê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û ev tişt anî ziman: “Di dema pêvajoya çareseriyê de rûyê mirovan dikeniya. Yanî bi baweriyî li siberojê dineriyan. Mafekî me yê vê hestê bin pê bikin tune ye. Çi dibe bila bibe berpirsiyariyeke me ya ku divê em pirsgirêka kurd çareser bikin heye.”

Parlementerê Partiya Saadetê (SP) ê Stenbolê Cîhangîr Îslam, ji Ajansa Mezopotamyayê re  hilbijartina Stenbolê û qewimînên heyî nirxandin. Îslam bilêv kir ku di asasê xwe de hilbijartina herêmî di 31’ê adarê de qediyaye lê belê ji ber hilbijartin ne li gor dilê AKP’ê bûye ji nû ve çêdibe. Îslam destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê ji hêlekê ve veguheriye referandûmekê û wiha got: “Li holê xespkirineke mafan û zilmek heye. Em wekî hilbijêr û gelê Stenbolê em ê vê zilmê qebûl bikin an em ê nekin? Li ber me ev pirs heye. Partiya me li ser esasên heq, hiqûq û edaletê siyasetê dike. Loma daxwaza me ew e ku heqî pêk bê. Em ê bi namzetê xwe têkevin hilbijartinê. Lê qenaeta me ew e ku ji bo Stenbolê encameke mafdar bi dest bixe, sekna herî biheqaniyet jî ev e.”

Îslam, ji bo hilbijêrên di 31’ê adarê de neçûne ser sindoqan jî wiha got: “Wisa tê fêmkirin ku hilbijêrên ji AKP’ê xeyîdîne hene. Bi ya min ev hejmar zêde ye û di siyasetê de jî hilbijêrên xeydan hene. Ne bawer im helwesta hilbijêrên ji AKP’ê xeydan in tenê ji bo hilbijartinê be. Wisa xuyaye qutbûyîneke kûr heye û niha em dibînin ku kesên xwendek, kesên lêkolîna dikin, kesên perwerdekar ji AKP’ê dûr dikevin. Kesên daxilî rêbazên îllegal an jî xeyrî exlaqî nebûne û xwende ne, kêm zêde hay ji hin tiştan hene û ji AKP’ê dûr ketine û ne bawer im ji niha û pê ve ev deng li AKP’ê vegerin. Di nav AKP’ê de derdoreke wiha jî heye; ev derdor li hemberî pirsgirêka kurd e. Behsa derdora ku hewl da hilijartina Stenbolê bê dubarekirin dikim. Ev kes li nav medyayê bi cih bûne, li plazayan bi cih bûne û çanda muhafazakriyê veguherandine çanda yaliyan. Herî zêde jidestderketina Stenbolê wê evan ber bi panîkekê ve bibe.”

‘AKP’ê her tişt kir amûr’

Îslam bal kişand ser daxuyaniya namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim ku li Amedê behsa “Kurdistanê” kiribû û wiha got: “AKP, tenê ne kurdan ol jî di nav de her tiştî kiriye amûr. Lê êdî em vî tiştî dibînin. Niha gelê Tirkiyeyê metrepol ji dest AKP’ê derxistin. Ji ber kurd tim hêzeke siyasî ne, di siyasetê de tim tê xwestin wekî amûr bên bikaranîn. Me li tevahiya Tirkiyeyê û li Stenbolê dît ku di hilbijartina herêmî de dengê xwe pir bi zanebûnî bi kar anîn. Jixwe di warê siyasetê de hilbijêrên SP û HDP’ê li didim hêleke cuda. Di warê dengdayîna stratejîk de bi zanebûnî tev digere. Kesên vî zimanê qebe bi kar tînin, di warê siyasetê de wê heta derekê biçin lê wê di nav toza dîrokê de winda bibin.”

Çareserkirina pirsgirêka kurd

Îslam, bi bîr xist ku li ser nexşeyê bi osmanî “Kurdistan” tê nivîsandin û di warê dîrokî û çandî de li vê erdnîgariyê vîneke jiyana bi hev re heye. Her wiha Îslam peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bal kişandibû “ser aştiyeke bi rûmet û siyaset demokratîk” nirxand û ev tişt anî ziman: “Di dema pêvajoya çareseriyê de rûyê mirovan dikeniya. Yanî bi baweriyî li siberojê dineriyan. Mafekî me yê vê hestê bin pê bikin tune ye. Çi dibe bila bibe berpirsiyariyeke me ya ku divê em pirsgirêka kurd çareser bikin heye. Di vê civakê de pêvajoya çareseriyê ji sedî 80 mutabaqatek girt. Ev ji bo me nirxeke pir girîng e.”

Îslam destnîşan kir ku AKP bi polîtîkayên ewlehîparêz nêzî pirsgirêka kurd dibe lê belê ev ne tiştekî ehlaqî ye. Îslam bilêv kir ku divê ev mesele di asta edalet û azadiyê de esas bê girtin û wiha got: “Yek; divê em meseleyê wekî pirsgirêka ewlehî û terorê nenirxînin, bi her awayî binirxînin. Dudo, divê em li meclisê bi her awayî û bi awayekî aşkere nîqaş bikin û bi axaftinê çareser bikin. Sisê; divê em vê meseleyê tenê wek meseleya siyasiyan nebînin, civakê daxil bikin. Çar, teqez divê em meseleyê li ser statuyeke hiqûqî bidin rûniştandin.”

‘Pêdivî bi lihevkrineke civakî heye’

Îslam destnîşan kir ku ew jî dîtina ku pêdivî bi pêvajoya diyalogê û lihevkirina civakiyî heye esas digire û wiha got: “Çi qas muxalif hebin hemûyan derî xelekê hiştin. Nexasim jî piştî 2009’an di siyasetê de em ber bi berê ve çûn.” ENQERE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar