Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Cihê komeleyên tirkan li Fransayê nîn e

Berdevkê hikûmeta Fransayê destnîşan kir ku guman li ser hin komeleyên tirkî hene, ji ber ku îmzekirina peymanên li dijî tundrawiyê red dikin û got ku cihê wan li Fransayê nîn e

Navenda Nûçeyan |

Berdevkê hikûmeta Fransayê Gabriel Attal diyar kir ku komeleya “Mîllî Goruş” a tirkî nirxên komara Fransayê binpê dike û ajandeyên derve û planên hikûmeta tirk pêk tîne, ji ber wê cihê wê li Fransayê nîn e.

Attal ji medyaya Fransayê re ragihand ku ev komele li dijî nirxên komara Fransayê, li dijî wekheviya di navbera zayendan de û li dijî rûmeta mirovahiyê disekine û got ku dê baş be ku ev komele li Fransayê kar neke, lê belê diyar kir ku daxuyaniyên wî nayên wateya qedexekirina wê komeleyê.

Wan daxuyaniyan di hefteyên dawîn de rojeveke nîqaşê ya berfireh li Fransayê çêkir.

Komeleya “Mîllî Goruş” tevî du rêxistinên din di çileya borî de îmzekirina peymaneke li dijî tundrawiyê red kiribû.

Mîllî Goruş komeleyek tirkî ye û navenda wê li bajarê Koln ê Almanyayê ye. Damezirînerê wê, serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Necmettîn Erbakan e ku wekî “mamosteyê” Recep Tayyîp Erdogan tê hesibandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar