Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Çareseriya Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser e

Li Sûriyeyê di Adara 2011’an dest serhildanê dest pê kirin. Bi destwerdana hêzên navneteweyî ev çalakiyên bi daxwaza azadiya gelan û demokrasiyê veguherîn çalakiyên...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku rêvberiyên herêmî û demokratîk lê hebin û gel xwe bi rêve dibe, li wir aramî, wekhevî, tifaqî û pir rengî heye. Mînaka vê yekê em dibînin ku bi sedan salan her tim dewlet ji bo serwerî û desthilatdariyê pêş bixin, ji bo dagirkeriya xwe li ser axên din zêde bikin her tim di pêşbirka şer de ne. Her tim hêza artêşa ku şer bike û dagir bike pêş dixin. Çiqas artêşa wan zêde be, çiqas hêza şer zêde be ew qas dikarin zêde dagir bikin, ew qas dikarin serweriyê xwe li ser gelên din pêş bixin.

Li aliyê din mînakek din li pêş me heye. Mînaka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li vir me dît ku hemû bawerî, reng, civak û nasnameyên cuda dikarin bi hevre bijîn û dikarin bi hevre xwe bi rêve bibin. Ji 2014’an heta niha piştî Rêveberiyên Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin, me dît ku êdî gel dikare xwe bi rêve bibe. Me dît ku tevî hemû dorpêç, ambargo û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî binesaziyan jî dîsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 sal in bi awayekî aramî, demokratîk û azad xwe bi rêve dibe. Me dît ku dikare di çarçoveya Modernîteya Demokratîk de saziyênm xwe yên xizmetê ava bike. Me dît ku gel dikare pergala perwerde, daraz, aborî, tenduristî û parastinê ava bike. Gel dikare xwe bi xwe biparêze. Me dît ku êdî li vir mînaka ku hemû reng, bawerî, ziman, çand bi awayekî azad û wekhev bi hevre bijîn.

Lê em dibînin ku dewletên serdest her tim dest dirêjî axa gelan dikin. Dewlet her tim li ser esasê berjewendiyên aborî û siyasî, êrîşî nirxên gelan dikin. Ji ber şerê dewletan em dibînin ku her tim yên koçber dibin, bê cih û bê war dibin gel in.

Piştî HTŞ’ê li dijî Helebê dest bi şer kir, me dît ku komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li dijî Şehba, Til Riftatê ku berê ji Efrînê koç bûbûn û di kampan de dijîyan kirin. Me dît ku dewlet bi rêya komên çeteyan êrîşî gelan dikin û her tim dixwazin gel bê cih û war bin. Em dibînin ku her tim dewlet dagir dikin. Her tim dewlet êrîşî gelan baweriyan nasnameyan dikin. Dewlet naxwazin gel bibin xwedî vîn û nasname. Dewlet naxwazin gel xwe bi reng û baweriyên xwe, bi reve bibin. Êrîşên dewletan ên li ser Şengal, Mexmûr, Efrîn, Serêkaniyê, ji ber vê yekê ne. Mînakên herî dawî êrîşênn li ser Şehba û Til Rifatê jî mînaka vê yekê ne. Niha jî êrîşî Mincibê dikin. Li Minbicê gelê herêm û civakên din bi salan e bi hevre dijîn. Lê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dîsa êrîş dikin û dixwazin Misnicê dagir bikin.

Her çend Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî daxuyand ku ew agirbestê îlan dikin jî sekna komên çeteyan a li dijî Minbicê û rêveberiyên xweser çawa be nediyar e.

Piştî rejîma Esat ket û şûnde pêvajoyek nû li pêş Sûriyeyê ye. Xuya dike ku gelek dewlet dixwazin Sûriyeyê di nava xwe de parçe bikin û parve bikin. Cihê ku şerê dewletan lê hebe her tim gel êşê dijî. Cihe ku dagirkerî û şerê dewletan lê hebe, her tim gel koçber dibe. Gel her tim xizaniyê dijî. Her tim ji hemû mafê xwe bêpar dimîne. Lê cihê ku dewlet lê tune be, gel bi hevre bi reng û baweriyên xwe di nava aramiyê diijî. Dewlet çavkaniya pirsgirêkan e. Dewlet çavkaniya êş, xizanî û înkarê ye. Cihê dewlet lê hebe înkar, koçkirin û qirkirin heye.

Nûçeyên Têkildar