Cihê ku înkar, tundî, zext û neheqî lê hebe, li wir berxwedan û serhildana ji bo hebûnê rewa û ferz e. Îro vîna gelê kurd careke din bi tayînkirina qeyûman hat înkarkirin. Bi tayînkirina qeyûman careke din li ser navê dewletê Wezareta Karên Derve ya tirk, dest dirêjî vîna gelê kurd kir. Careke din aşkere gotin ‘Em naxwazin hûn xwe û bajarên xwe bi rêve bibin.’ Careke din gotin ‘Hûn nikarin xizmeta xwe bikin.’
Desthilata dewleta tirk tenê bi tayînkirina qeyûman nayê ser. Li aliyekî qeyûm tayîn dike, li aliyê din hemû çalakiyan li wî bajarî û gelek bajarên din qedexe dike. Ev tê çi wateyê? Rayedarên hikûmetê di şexsê dewletê de aşkere dibêjin ‘Em ê we tune bikin û hûn nikarin dengê xwe jî bikin.’ Dibêjin ‘Yên ku dengê xwe bikin em ê wan bi êşkenceyê binçav bikin.’ Lê li aliyê din gelê kurd wekî her carê dîsa li dijî înkar û îmhayê serî hildan û gotin ‘Hûn çiqas înkar bikin em ê ew qas li ber xwe bidin û serî hildin. Eger polîsên dewletê bi hezaran dadikevin kolanan, gel bi sed hezaran diherike qadan û bendên polîsan dişkînin û derbas dibin.
Em li geşedanên hefteyeke dawî yên li Tirkiyeyê binerin. Hemû rastiya dewletê û hikûmeta dewleta tirk pir aşkere derdikeve holê. Berxwedan û hêrsa gelê kurd a li dijî înkarê jî derdikeve holê.
Dewlet wekî 100 salên borî careke din vîn û nasnameya gelê kurd înkar kir. Her çend mehek berê li ser navê dewletê Dewlet Bahçelî got ‘Em aştiya navxweşî xurt bikin’ û dest dirêjî parlamenterên DEM Partiyê kir jî, me dît ku di destê Bahçelî yê din de qeyûm heye. Li aliyekî qala aştî û çareseriyê dike, li aliyê din li Rêber Abdullah Ocalan 3 mehan cezayê dîsîplîne dibire. Li aliyekî qala diyalogê dike, li aliyê din li ser gelê kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan dibarîne. Li aliyekî qala aştiyê dike, li aliyê din qeyûm tayinî Şaredariyên kurdan dike. Balkêş e dema qeyûm tayîn dike jî; di 4’e Mijdarê ku 8’emîn salvegera qirkirina siyasî ya li dijî Siyasetmedarên kurd pêk hat de, dike. 8 sal berê di 4’ê mijdarê de vîna gelê kurd a siyasî avêt zindanê û xwest kurd siyasetê nekin. Piştî 8 salan dîsa di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên kurdan kirin û gotin ‘Hûn nikarin xwe bi rêve bibin’.
Ev gavên ku dewlet davêje aşkere kêrê dide hûrê xwe yê genî. Ew bi xwe plan û projeyên xwe yên înkarê teşîr dike. Bi tayînkirina qeyûman li polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê mukir tê û plana xwe ya veşarî aşkere dike. Bêguman sekna gelê kurd a berxwedêr vê plana înkar û îmhayê pûç dike.
Dewlet her dem dixwaze hemû bawerî, çand, civak û nasnameyan bike koleyên xwe. Yên ku dibin kole, êdî bê şert û merc hemû daxwazên dewletê pêk tîne. Tu carî ji bo hebûna xwe tiştekî naxwazin. Her tim ji bo hebûna dewletê rastî û heqîqeta xwe înkar dikin. Çiqas xwe înkar bikin û çiqas xizmeta dewlete bikin, çiqas koletiyê û hemaliyê qebûl bikin, ew qas xwe ji hemû mafê xwe yê jiyanê jî bêpar dimînin.
Lê gelê kurd êdî wekî berê înkar û koletiyê qebûl nake. Êdî mêtingerî û dagirkeriyê jî qebûl nake. Êdî gelê kurd kedxwariyê jî û zilmê jî qebûl nake. Gelê kurd li dijî dewleta ku ziman, çand û nasnameya wî tune dihesibîne, serî hildide. Îro dewlet çiqas bi qeyûman li ser kurdan înkarê ferz bike, gelê kurd jî dê ew qas dakevin kolanan û li ber xwe bidin.
Em di dîmenan de dibînin, dewlet bi destê polîs û leşkeran çiqas bi bombeyên gazê êrîşî gel bike, çiqas bi copan êrîşî gel bike, hêrs û nerazibûna gel jî ew qas zêde dibe. Ji ber ku êdî gelê kurd zilmê qebûl nake. Dewlet çiqas zilm û zextan pêş bixe, gelê kurd dê ew qas serî hilde û li kolanan li ber xwe bide. Dewlet çiqas înkar bike, gelê kurd dê ew qas serî hilde. Ji ber ku cihê înkar û îmha lê hebe, li wir li dijî zilmê berxwedan u serhildan heye. Cihê înkar û zilm lê hebe, li wer serhildan û berxwedan fez e.
Her çiqas Dewlet bi rêya Waliyê Amedê bixwaze hemû kolanan ji çalakiyan re qedexe bike jî dê gel wan barîkatên polîsan bişkînin.
Dewlet îro bi qedexaya çalakiyan dixwaze tecrîda li Îmraliyê pêk tîne, li Amed, Şirnex, Êlih û Mêrdînê jî belav bike. Lê em dibînin ku gelê kurd li Amed, Êlih, Stenbol, Mêrdîn û bajarên din van qedexe û tecrîdê qebûl nake û dadikevin kolanan.
Ev geşedanên di hefteyeke borî de careke din nişanî me dide ku dewlet dîsa di politikaya înkar û îmhayê de işar dike. Dewlet tu carî mirovên azad qebûl nake. Lê gelê kurd jî êdî tu carî koletiyê qebûl nake. Ji ber vê yekê dewlet çiqas înkar bike, gelê kurd jî dê ew li ber xwe bide û serî hilde. Ji ber ku cihê înkar lê hebe, li wir serhildan ferz e. Çiqas înkar hebe, ew qas serhildan jî ferz e.