Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cihê têkçûna DAIŞ’ê; Dêrazor

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev demeke li dijî DAIŞ’ê operasyona bi navê Bagera Cizîrê dabû sekinandin. Sedema sekinandina şer jî derxistina kesên sivîl ên di herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de asê mabûn destnîşan kiribû. HSD ev 15 roj e xebatek girîng kir, bi hezaran kesên sivîl ji wê herêmê derxist. Lê rastiya wan kesan çiqas pênaseya sivîl pêşwazî dike, nediyar e. Ji bo wê divê em hinek vegerin çend salên berê û hamleyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li cihên din kiribûn. Balkêş e cudabûnek pir berbiçav heye.

Dema mirov dîmenên bajarê Girê Spî ku ji DAIŞ’ê hate rizgar kirin dinêre, yek dîmenek balkêş derket pêş ew bû ku jinan çarşefa reş jixwe dikirin. Ev dîmen kêfxweşiya gel bû ku ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar bibûn. Dîsa li Minbicê jinan bi girî û kêfxweşiyê şervanê Yekîneyên Parastina Jin hembêz dikirin, pêşwazî kirina gel nîşan dida. Balkêş e hem li Tebqa hem jî li Reqqayê wek Minbic û Girê Spî nebe jî, pêşwazîkirina gel ji bo şervanên HSD gelek baş bû.

Dema wan herêma ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgar kirin, bi hezaran kesên bi çeteyan re ne, berê xwe dabûn cihên di bin dagirkeriya wan de. Bi taybet li Tebqa û Reqqayê gelek malbatên DAIŞ’ê berê xwe dan herêma Dêrazorê. Dema Artêşa Iraqê û koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, li ser axê desthilatiya DAIŞ’ê bi dawî kirin, gelek kesan berê da herêmê di bin dagirkeriya DAIŞ’ê bi taybetî Dêrazorê. Dêrazor ji bo kesên girêdayî DAIŞ’ê bibû wek stargehek.

Hemû DAIŞ’î yên li Iraq û Sûriyeyê xwe li Dêrazorê kom kiribûn. Ji ber wê dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hemberî DAIŞ’ê li Dêrazorê operasyon dabû destpêkirin, aşkera bû ku kesên li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de mabûn, ger ne di destê çeteyan de dîl bin, hemû ji malbatê wan pêk dihatin. Di encama operasyona HSD’ê de aşkera bû ku bi sedan kurdên ji ola êzdayî di destê DAIŞ’ê de ne li Dêrazorê tên girtin. Êzidiyên ji jin û zarokan pêk dihatin rizgar kirin. Lê gelek ji wan êzidiyan ji aliyê DAIŞ ve hatin qetilkirin. Bi taybet dema DAIŞ li gundê Bahoz hatin dorpêçkirin, gelek kesan qetilkirin.

Piştî dorpêçkirinê li gorî hîn daneyan bi qasî 30 hezar jin û zarok xwe radestî HSD’ê kirin. Ev kesên xwe radest kirin, piraniya wan ji Iraq û herêmê din ên cîhanê bûn. Dema wan kesan berê xwe didin herêmên ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, ne kêfxweş bûn. Berovajî pir xemgîn û aciz bûn. Ev dîmenan jî aşkera dike ku malbatên DAIŞ’iyan wek neçarî û ji bo hebûna xwe bidomînin xwe radest dikin. Bi xwe jî aşkera dibêjin ku ‘em nepoşman in’ Li gorî hîn agahiyên veşartî, li ser fetwa ya Ebûbekir Bexdadî ya gotiye ‘hebûna xwe biparêzin û xwe radest bikin’ ev pêk tê.

Bi kurtasî me dîmenên li Girê Spî, Minbic, Reqqa û Tebqayê dît û têde gelê herêmê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratik pêşwazî dikir, li Dêrazorê nedît. Jixwe sivîl demeke dirêj in ji Dêrazorê derketibûn. Yên li wê herêmê mabûn, wek fikir bi DAIŞ’ê ve girêdayî bûn û di warê siyasî de jî piştgiriya DAIŞ’ê dikirin. Niha wan kesên ku hejmara wan bi dehhezaran e li kampan dimînin. Ewlehiya wan kamp çiqas guncav e û çend kesan li van kampan heve nediyar e. Divê cihekî guncav ji bo kesên ku baweriya vegera DAIŞ’ê re heye, dê rewşa wan çawa be nediyar e.

Ji aliyekî din ve çeteyên biyanî yên DAIŞ’î gelek ketin rojevê. Lê bi hezaran çeteyên li Sûriyeyê di destê HSD’ê de girtîne. Wê rewşa wan çawa bibe, ew jî nediyar e. Ne diyariyên piştî têkçûna DAIŞ’ê ji bo bermahiyên DAIŞ’ê çawa bê çareserkirin, heta niha bernameyekî ber bi çav nîne. Cîhan li beramberî vê bêdeng e û naxwaze rêyekî çareseriyê nîşan bide. Wê rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê çiqas bikaribe ev kesên ku DAIŞ’î ne di wan şertan de bigire nediyar e.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar